Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li ÇandAmedê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî û di bernameyê de hat gotin ku wê Helebce tu carî neyê jibîrkirin û divê Kurd bi yekîtiya xwe pêşî li komkujiyan bigirin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li ÇandAmedê bi boneya salvegera 38emîn a Komkujiya Helebceyê û bibîranîna qurbaniyên komkujiyê bernameya bîranînê li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, Hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, endam û nûnerên platformê, endam û nûnerên partî, sazî û dezgehan tev li bîraninê bûn. Li eywanê find hatin pêxistin û qerenfîl danîn ser maseyê. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêka bernameyê de sînevîzyona ku li ser Helebceyê hatibû amadekirin hate nîşandan. Piştre Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakut û Parlamanterê Amedê Serhat Eren axivîn.

‘Em tu carî Helebceyê ji bîr nekin’
Rûçem Vefa Elyakut da zanîn ku li ser gelê Kurd tu car komkujî û zilm neqediyaye û wiha got: “Helebce di dilê me de cihê xemgîniyeke pirr mezin e. Sed sal in li ser Kurd û Kurdistanê, her dem komkujî çêbûn û ev xetere tu caran kêm nebûye. Wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje, ‘Em wekî netewe, sed sal in di bin xetereya komkujiyê de, hebûna xwe diparêzin’. Yek ji van komkujiyan jî Komkujiya Helebcê ye. Helebce di dilê her Kurdekî û Kurdistanê de birîneke kûr e. Em hemû şehîdên Helebceyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Êdî tu caran Helebce û xetereya li ser Kurd û Kurdistanê ji bîr nekin. Îro piştî sed salan, rêya aştî, azadî û serkeftinê li pêşiya me vebûye. Êdî Kurd li dijî êrişên komkujiyê ne bêçare ne. Bi rastî jî çareya vê ya herî mezin û bingehîn, yekîtiya gelê Kurd e. Îro li çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekîtî û azadiyê daxwaz û îradeyeke xurt derketiye holê. Ya ku wê pêşî li komkujiyan bigire, niha ev e.”

‘Gelê Kurd her dem pêşengiya çareseriyê dike’
Parlamenter Serhat Eren jî pêşî Salih Muslim bi bîr anî û got: “Birêz Salih Muslim bi rastî pêşengê Şoreşa Rojava, sembola berxwedana Kobanê bû. Birêz Salih Muslim her tim jiyana wî di nav têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de derbas bû. Ji bo aştî û çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn jî pêşengê gelê Kurd bû. Keda wî gelek mezin bû, em keda wî tu carî ji bîr nakin, em ê rêça wî bişopînin, ez careke din wî bi rêzdarî û minetdarî silav dikim û bi bîr tînim.”
‘Divê em yekîtiya xwe ya demokratîk ava bikin’
Serhat Eren diyar kir ku di dîroka Kurd û Kurdistanê de gelek komkujî hatine pêkanîn û ev yek anîn ziman: “Li Başûrê Kurdistanê di sala 1986an de operasyona dagirker, wek operasyona Enfalê dest pê kir. Di operasyona di bin navê ‘Enfalê’ de 180 hezar Kurd hatin kuştin. Li Bakurê Kurdistanê gelek Kurd û pêşengên Kurdan hatin windakirin, gelek Kurd hatin qetilkirin, li ser gelê Kurd komkujî çêbûn. Yanî di dîroka me de gelek komkujî li dijî Kurdan bi hêsanî hatine kirin. Gelo çima ewqas komkujî li ser gelê Kurd bi hêsanî hatine kirin? Em tev dizanin, gelê Kurd ji ber ku yekîtiya xwe ava nekiriye, ev komkujî bi hêsanî li ser gelê Kurd hatin kirin. Di aliyekî de li dijî dijminê xwe şer kirine, lê di aliyekî de jî şer û pevçûn û nîqaşên navxweyî zêde çêbûn. Ji bo wê jî tu carî serkeftî nebûne. Ji bo vê jî em dibêjin li dijî komkujiyan û ji bo azadiya gelê Kurd, di van rojan de û di siberojê de kar û barê me yê herî sereke ew e ku em yekîtiya xwe ya demokratîk li Rojhilata Navîn ava bikin. Ji bo vê yekê lazim e ku em bi her awayî têkoşîna xwe ji her demê zêdetir li pêş bixin. Rêxistina xwe ava bikin. Ji her demê zêdetir li her qadê em têbikoşin.”
Piştî axaftinan li dîwana dengbêjan kilam hatin gotin û bername bi dawî bû.














