Hunermendê sînemayê ya navdar Kadîr Înanir di 77 saliyê xwe de jiyana xwe ji dest da. Kadîr Înanir di emrê xwe de herdem li dijî neheqiyê û bêedaletiyê sekini. Kadîr Înanir di hevpeynekî de gotibû ku “Ez ji kesî natirsim. Ez tevahiya jiyana xwe bi vî awayî jiyam, û ji vir û pê ve jî ez ê serî li kesî natewînim. Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe. Ez Kadir Înanir im; ez bi tevahiya dilê xwe bi biratiya gelan û aştiya mezin bawer im. Ez dizanim ku em ê sibê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bibin, lê bi awayekî em ê bêguman hemû van zehmetiyan bi ser bixin.”
Hunermendê sînameyê Kadîr Înanir ê ku ji nişka ve rewşa wî giran bû û ew 24ê Gulanê rakiribûn nexweşxaneyeke li Beşîktaşê ya Stenbolê. Kadîr Înanir piştî 6 rojan di çavdêriya awerte de hatibû tedawîkirin û paşê hatibû entîbukirin. Hunermendê navdar Kadîr Înanir îro li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 77 saliyê xwe de jiyana xwe ji dest da. Kadîr Înanir bi sekna xwe ji aliyê gelek kesan ve dihat hezkirin. Di fîlmên xwe de kesê ku li dijî neheqiyê û adeteletê herdem disekiniya lîst. Di jiyana xwe de jî kesek wisa bû. Di mijara Kurdan de ku herkes bêdeng bû ew diaxiviya û diyar dikira ku pirsgirêka Kurd bi şer nayê çareser kirin.
Kadîr Înanir di 15ê Nîsana 1949an de li navçeya Fatsayê ya Ordûyê hate dinê, zarokê herî biçûk a malbatê bû. Piştî xwendina dibistanên seretayî û navîn li Fatsayê dest bi lîseyê kir û Lîseyea Haydarpaşayê xwend. Di wan salan de eleqeya wî bi huner, wêne û sînemayê zêde bû. Di sala 1968an de di pêşbirkek fotoromanê de serket û piştî wê dest bi kariyera xwe ya sînemayê kir. Di “Yeşîlçamê” de gelek fîlman de cih girt.
Aktorê herî navdar bû
Di salên 1970 û 1980an de Kadir Înanir bû yek aktorên ku herî navdar a “Yeşîlçamê” bû. Bi performansa xwe ya bilind navê xwe gihand her malî. Fîlmên ku Kadîr Înanir lîst ji aliyê gelek kesan ve dihat temaşekirin. Fîlmên ku herkes dizanê hin wan ev in “Selvî Boylum Al Yazmalim, Dîla Hanim, Tatar Ramazan, Yilanlarin Ocu, Devlerîn Aşki, Cevriyem.” Di van fîlman de wekî kesê ku li dijî neheqiyê disekinî lîst. Fîlma Tatar Ramazan a gotina “Navê min Tatar Ramazan e êz ê vê lîstikê xirabikim” hê di nava gel û sînemahêzan de cihekî girîng de ye. Bi zêdetirî di 180 fîlm û projeyan de lîstiye.
Gelek xelat wergirt
Ji ber performansên xwe, Kadir Înanir gelek xelatên girîng wergirtiye. Di “Festîvala Fîlman a Portakala Zêr a Antalyayê û Festîvala Fîlman Kozaya Zêr ya Edeneyê” xelat wegirt. Ev xelat di sînemayê Tirkiyeyê de cihekî gelek girîng digire.
‘Em ê li dijî astengiyan serbikevin’
Kadîr Înanir herdem li dijî neheqiyê sekinî û bi çi destê wî hat kir. Kadîr Înanir di “Pêvajoya Çareseriyê” ku di sala 2013an de dest pê kiribû wekî “Aqilmend” di Koma Herêma Deryaya Spiyê de cih girtibû û tevli civînan bibû. Di wê demê de diyar kiribû ku ew dizanê sibê rastî gelek zexmetiyan re rûbirû bimîne û gotibû: “Lê em ê li dijî astengiyan bi ser bikevin. Aştiyê mezin dê teqez werê baweriya min temam e.”
‘Ez ê fîlma bavê ku li Sûrê hestiyên kurê xwe di nav poşetekê de wergirt, bikşînim’
Kadîr Înanir li dijî ku îşkenceyên psîkolojîk a li dijî Kurdan jî bertek nîşan dabû. Hakan Arslan di navçeya Sûra Amedê jiyana xwe ji dest dabû û hestiyên wî di nava poşetekî radestî malbata wî hatibû kirin. Kadîr Înanir li dijî vê gotibû “Ez ê fîlma bavê ku li Sûrê hestiyên kurê xwe di nav poşetekê de wergirt, bikşînim.” Kadîr Înanir gelek caran gotibû ku pirsgirêka Kurdan bi hêz û şer nayê çareserkirin, bi axaftin, demokrasî û mafên hemwelatiyan dikare were çareserkirin.
‘Aştiya mezin bêguman dê were’
Kadîr Înanir di hevpeyvînekî de gotibû: “Dibe ku îro kes neaxive û dengê xwe dernexîne. Ez ji kesî natirsim. Ez tevahiya jiyana xwe bi vî awayî jiyam, û ji vir û pê ve jî ez ê serî li kesî natewînim. Li vê axê dê aştiyek mezin serdest bibe. Ew aştî bêguman dê were. Bila kes xem neke. Ez Kadir Înanir im; ez bi tevahiya dilê xwe bi biratiya gelan û aştiya mezin bawer im. Ez dizanim ku em ê sibê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bibin, lê bi awayekî em ê bêguman hemû van zehmetiyan bi ser bixin. Aştiya mezin bêguman dê were; baweriya min bi vê yekê temam e.”
‘Ger em dixwazin ku zarok nemirin, divê em destên xwe bidin hev’
Kadîr Înanir di sala 2014an de jî li Colemergê gotibû ku “Pirsgirêka Kurdan li vî welatî pirsgirêka herî mezin e. Heke hûn Kurdan tune bihesibînin, ew jî we tune dihêjînin. Em neçar in ku çanda jiyana hevbeş li vî welatî pêk bînin. Ger em dixwazin ku zarok nemirin, divê em destên xwe bidin hev.”
Kadîr Înanir kesekî dilrast bû, tu carî bêdeng nema, herdem bi sekna xwe li dijî zilmê sekinî. Çi bi destê wî hat li gel kesê ku mafê wan hat binpêkirin, li dijî zilmê man gel wan sekinî. 77 salan bi awayekî têr û tijê jiyan kir û li pişt xwe mîrateyek mezin hişt. Kadîr Înanir dê hiş û dilê herkesî de heta heta bimîne.












