Repbêj Serhedo yê ku li Amedê hat binçavkirin, derxistin edliyeya Amedê. Serhedo piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan.
Repbêj Serhedo piştî demeke dirêj ji bajarê Hannoverê yê Almanyayê bi balafirê îro hat Amedê. Serhedo derdorê saet 16:20an ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Polîsan Serhedo birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Serhedo piştî karûbarên li midûriyeta polîsan derxistin dozgeriyê. Serhedo piştî îfadeya dozgeriyê hat berdan.













