Şerê Îsraîl-DYA û Îranê cardin têkiliyên Kurd û Azariyan anîn rojevê. Dîmenên hevdîtina Serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û Serokê Hikûmeta Azerbêcanê Seyîd Cafer Pîşeverî wekî mînaka têkiliyên dîrokî û bingeha hevgiriya Azerî û Kurdan hate nîqaşkirin.
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê cardin têkiliyên di navbera komên etnîkî, olî û çandî yên li Îranê anî rojevê. Têkiliyên dîrokî yên di navbera du gelên mezin ên Îranê yên wekî Kurd û Azeriyan jî wekî rojevek girîng derdikeve pêş. Ligel ku polîtîkayên dijminî û dijberiyê bixe navbera gelên Kurd û Azerî hebin jî têliyên her du gelan ên siyasî û dîrokî balê dikişînin.
Peymana komarên Kurdistan û Azerbêcanê
Bi îhtîmala guherîna rejîma Îranê, nîqaşên tifaqek di navbera Kurd û Azediyan jî bi xwe re anî. Gelek çavkaniyên Peymana 23yê Nîsana 1946an de li Tebrîzê di navbera Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û Serokê Hikûmeta Neteweyi ya Azerbêcanê Seyîd Cafer Pîşeverî de hatî îmzekirin, bi bîr xistin û balkişandin ser hevgiriyek nû ya di navbera her du gelan de.
‘Nûnerên gelên Kurd hatin Tebrîzê’
Dîmenên arşîvê yên merasîma peymanê di medyaya sanal de bû rojev. Di dîmenan de pêşkêşvanek merasîm û girîngiya peymana di navbera Komara Kurdistanê û Komara Azerbêcanê de vedibêje. Pêşkêşvan di nûçeyê de behsa rewşa siyasî dike û wiha dibêje: “Pêşketinan di dilê gelên din ên Îranê de jî agirê daxwaza azadiyê geş kir. Di sala 1946an de, nûnerên gelê Kurd ên dost hatin Tebrîzê. Xizmetkarê mezin ê demokrat ê Kurdistanê, Qazî Mihemed, serokatiya nûneran dikir.”
‘Navê Qazî ji bo gelê Kurd dihat wateya azadiyê’
Pêşkêşvan destnîşan dike ku navê Qazî Mihmmed ji bo gelê Kurd tê wateya azadiyê û van agahiyan dide: “Qazî Mihemed, piştî ku peymana dostanî û alîkariya dualî bi Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycan-Îranê re îmze kir, ji bo ku li welatê xwe de guherînên demokratîk pêk bîne, vegeriya Kurdistanê. Navê Qazî Mihemed ji bo gelê Kurd sembola têkoşîna azadî û serxwebûna neteweyî bû. Ew kesayetek bû ku li Kurdistanê ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û girtin.”
‘Hevdîtina bi Qazî re vegerî xwepêşandanê’
Di dîmenan de behsa atmosfera heyî jî tê kirin û rewş wiha tê pênasekirin: “Hevdîtina bi Qazî re, veguherî xwepêşandaneke mezin û bi hêz a gel. Di Sibata sala 1946an de li Tehranê hikûmet guherî. Bi daxwaza Hikûmeta Azerbêcana Îranê, hikûmeta navendî ya Îranê neçar ma ku dest bi danûstandinan bike û reformên neteweyî-demokratîk ên li Azerbêcanê hatine pêkanîn, bipejirîne.”
‘Pîşeverî çû Îranê’
Di dîmenan de behsa çûyîna Serokê Hikûmeta Neteweyî ya Azerbêcanê Seyîd Cafer Pîşeverî ya ji bo Tehranê jî dike û wiha tê gotin: “Di serî de Pîşeverî, nûnerên gelê Azerbêcanê ji bo danûstandinan ber bi Tehranê ve bi rê ketin. Balafirgeha Tebrîzê bi xelkê tijî bû. Gel nûnerên xwe bi heybet oxir dikirin. Lê her kes hinekî bi fikar bû. Gelo bawerî bi hikûmeta nû ya Îranê dihat anîn? Tehrana ku heta wê demê dijminê Azerbêcanê bû, gelo wê bi nûneran re çawa tevbigere? Gel pir bi fikar bû.” Her wiha soza Pîşeverî ya berî biçe Tehranê ji gelê xwe re dayî û axaftina wî jî tê şîrovekirin.
Peymana 23yê Nisanê çiye?
Peymana ku di sala 1946an de di navbera Komara Kurdistanê (Mihabad) û Hikûmeta Neteweyî ya Azerbêcana Îranê de hatibû îmzekirin, bingeha hevalbendiya stratejîk a her du pêkhateyan a li dijî hikûmeta Îranê pêk tîne.
Ev peymana dîrokî, di 23yê Nîsana 1946an de li Tebrîzê hate îmzekirin. Peyman, wekî encama hevdîtinên di navbera Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û Serokê Hikûmeta Neteweyî ya Azerbêcanê Seyîd Cefer Pîşeverî de ye.
Madde û Naveroka Bingehîn a Peymanê wiha ye:
Peyman ji şeş xalên bingehîn pêk dihat û ev prensîbên jêrîn dihewandin:
Alîkariya Dualî: Her du aliyan soz dan ku yekbûna axa xwe biparêzin û li dijî gefên derve (bi taybetî hikûmeta Tehranê) piştgiriya leşkerî û siyasî bidin hevdu.
Hebûna Nûneran: Hikûmeta Kurdistanê dê li Tebrîzê, hikûmeta Azerbêcanê jî dê li Mehabadê nûnerên daîmî hebin.
Mafên Kêmneteweyan: Mafên çandî û îdarî yên Kurdên ku di nav sînorên Azerbêcanê de dijîn û yên Tirkên Azerbêcanî yên ku di nav sînorên Kurdistanê de dijîn, dê bikevin bin misogeriya qanûnî.
Hevkariya Aborî: Di navbera her du herêman de pêşxistina bazirganiyê û rakirina astengiyên aborî bê pêkanîn.
Parastina Hevbeş: Di dema êrîşeke artêşa navendî ya Îranê de li ser aliyekî, aliyê din dê vê wekî êrîşek li ser xwe qebûl bike.
Yekîtiya Danûstandinan: Di hevdîtinên ku dê bi hikûmeta Tehranê re werin kirin de, her du alî dê bi hev re û bi koordînasyon tevbigerin û berjewendiyên hevdu biparêzin.












