• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

    Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

    Îtîraza CHPê ya ji bo rakirina biryara ‘Betalkirina Teqez’ hate redkirin

    Piştî biryara ‘Betalkirina teqez’ operasyon: Herî kêm 13 kes hatin binçavkirin

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 23yê GULANA 2026an

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

    Şaredariya Amedê beriya cejnê alîkariya 13 hezar û 472 malbatan kir

    Îtîraza CHPê ya ji bo rakirina biryara ‘Betalkirina Teqez’ hate redkirin

    Piştî biryara ‘Betalkirina teqez’ operasyon: Herî kêm 13 kes hatin binçavkirin

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 23yê GULANA 2026an

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

    Heyeta DEM Partiyê dê roja yekşemê biçe Îmraliyê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

Mahmût Altintaş / AW

2 NÎSAN 2026 - 09:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Rojnameger Ekrem Berekat anî ziman ku her çiqas Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyên berovajî xalên peymanê bide jî li gorî peymanê divê mafên gelê Kurd û xweseriya Rojava bên parastin û got: “Nenaskirina hebûna Rojava, nenaskirina xalên peymanê ye. Ji bo vê divê Hikûmeta Sûriyeyê gav biavêje. Nexwe mimkûn nîn e pirsgirêk çareser bibe.” Berekat anî ziman ku Tirkiye jî wekî hêzek dagirker hê ji Sûriyeyê venekişiya ye û ev yek jî dibe sedema astengkirina vegera koçberan û pêkanîna peymanê.

Di ser Peymana 29ê Çile ku di navbera Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, zêdetirî 2 meh derbas bû. Her çiqas ji bo entegrasyonê ji aliyê ewlehî, lêşkerî, rêveberî û koçberiyê ve hîn gav hatibin avetin jî xalên esasî yên peymanê hêj jî pêknehatine. Dihat payin ku hemû koçberên li Efrîn, Serêkanî û Girêspî vegerin cih û warên xwe. Lê tenê 400 malbat vegeriyan Efrînê û hebûna hezên dewleta Tirkiyeyê li wan herêman xetereyê bi xwe re tîne. Dilgirtiyên HSDê hêj jî bi temamî nehatinê berdan û tê payin ku di pêşerojê de ji bo vê yekê jî gav bên avêtin.

Rêveberiya Xweser dixwaze li Rojava xweseriya herêmên Kurdan bê parastin û li ser vê esasî ji Hikûmeta Demkî re diyalog û dan û standin berdewam dikin. Li gorî xalên peymanê jî herêmên Kurdan dê taybetiya xwe biparêzin û pêkhateya îdarî dê weke xwe entegreyî hikûmeta navendî ya Şamê bibe. Rojnameger Ekrem Berekat ku li herême geşedanan ji nêz ve dişopîne tekildarî rewşa herêmê, merhaleya entegrasyon gehiştiyê, xebatên niha şûn vê dê bên kirin, ji ajansa me re axivî.

Rewşa entegrasyona Rojava û Sûriyeyê

Rojnameger Ekrem Berekat anî ziman ku di encama berxwedaneke mezin de Hikûmeta Şamê neçar maye careke din vegere ser masaya diyalogê û wiha axivî: “Beriya vê peymanê jî gelek peyman hatibûn îmze kirin. Lê Hikûmeta Şamê her tim ew peyman bin pê dikir. Niha ya ku tê meşandin peymana dawî ya 29ê Çileyê ye. Xalên wê diyar in. Yek divê şer bihata sekinandin û şer rawestiyaye. Ya din jî vekişîna hêzan ji çeperên şer bû. Ew yek jî pêkhat. Gavek din jî hezên Hikûmeta Şamê dê ji bo nîqaşkirina mijarên entegrasyonê ji bo demekê derbasî Qamişlo û Hesekê bibûna û ew yek jî pêkhat. Mijara entegrasyona hezên ewlehiyê ango asayîşê jî pêkhat. Ew gav bi helwest û gavên Rêveberiya Xweser ji bo sekinandina şer pêş ketin. Niha ji aliyê lêşkerî vê hinek xebat tên kirin. 3 Liva ji bo Cizîrê û yek jî ji bo Kobanê tên çêkirin. Entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser tevlî Hikûmeta Şamê bibin û mijara entegrasyona lêşkerî jî tê nîqaş kirin.”

‘Di hîn milan de xitimanîn heye’

Ekrem Berekat diyar kir ku di hin aliyan de gelek caran xitimîn jî derketiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dorpêça li ser Kobanê bi awayekî didome. Her çiqas bi awayekî qismî di encama zextan de hatibe rakirin jî didome. Gavên hatine avêtin jî di destpêkê de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin avêtin û piştre Hikûmeta Şamê di encama zextan de gav avêtin. Di mijara vegera koçberan de jî her çiqas gavek hatibe avêtin jî têrê nake. Gaveke pir biçûk bû. Divê hemû koçberên Serêkanî, Girêspî û Efrînê vegerin cih û warên xwe. Lê heta niha gaveke berbiçav di vî warî de nehatiye avêtin. Yek jî mijara din berdana dilgirtiyên HSDê bû. Hin gav li ser vê yekê hatin avêtin. Hin hêzên di nava Hikûmeta Demkî de dixwazin vê mijarê weke zext bikarbînin, hem li ser civakê û hem jî li ser HSDê û Rojava. Bi dilgirtiyan dixwazin hinek tawîz ji Rêveberiya Xweser bigirin. Li gorî peymanê jî divê demildest bên berdan. Li ser berdana dilgirtiyan jî xebatên Rêveberiya Xweser jî didome. Dixwazin di vî milî de provakasyonan bikin. Yanî entegrasyon dimeşe lê di hin aliyan de dixitime jî. Mijara dorpêça li ser Kobanê û dilgirtiyan mijarên esasî ne. Lê di van mijaran de gav bi awayekî lewaz tên avêtin. Ew yek jî rê li ber provakasyonan vedike. Hin hêz naxwazin entegrasyon biçe serî û provakasyonan dikin. Me dît hin provakasyon jî derketin lê bi fereseta Rêveberiya Xweser ew provakasyon heta astekê vala derketin. Ji bo ku gav neyê avêtin derî li provakasyonan vedibe.”

‘Di Hikûmeta Demkî ya Şamê de nezelalbûnek heye’

Di berdewama axaftina xwe de Ekrem Berekat destnîşan kir ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Şamê ve nezelalbûnek heye û ev tişt gotin: “Li gorî peymanê gelê Rojava dê xwe bi xwe rêve bibe, saziyên wê dê bên qebûl kirin, ew sazî dê di Hikûmeta Demkî ya Şamê de jî cih bigirin. Xebatkarên wan saziyan wê bi awayekî fermî bên qebûlkirin. Di vî alî de hinek kêmasî derdikevin. Di mijara tenduristiyê de hinek kes hatin tayinkirin, di perwerdehî û deriyên sînor de jî hinek gav hatin avêtin lê têrê nake û bi awayekî sistematik neçûye serî. Ew yek jî nişan dide ku Hikûmeta Demkî ya Şamê di vê mijarê de ne amade ye. Yek jî mijarên esasî mijara perwerdehiyê ye. Niha li ser vê nîqaş tên kirin. 14 sal in li Rojava perwerdehiyek tê dayin û pergalek hatiye rûniştandin. Di peymanê de jî weke xal hatiye diyarkirin ku gelê Kurd bi ziman û çanda xwe perwerdehiyê bibîne. Lê di vir de hin jî xitimîn hene. Li ser van mijaran nîqaş berdewam dike. Ew jî dê hinek dirêj bike. Ne mijareke wisa di nava çend rojan de çareser bibe. Niha nîqaşên vê didomin. Hem gelê Rojava û hem jî Rêveberiya Xweser israra perwerdehiya bi zimanê dayikê û parastina pergala perwerdehiya Rojava didomînin. Li gorî peymanê mafên gelê Kurd dê bên parastin û xweseriya herêmên Kurdan bên mîsogerkirin. Ji bo parastina mafên gele Kurd têkoşînek jî tê meşandin. Yanî em bêjin peyman hatiyê çêkirin, her tişt li gorî wê bimeşe şaş e. Li rex vê yekê têkoşîn heye. Niha di qada perwerdehiyê de têkoşîneke pir mezin tê meşandin. Ji bo erêkirina zanîngehên li Rojava û pergala perwerdehiya li Rojava têkoşîneke mezin tê dayin.”

‘Tirkiye hê jî herêmên dagirkirî venekişiyaye’

Ekrem Berekat da zanîn ku hê jî hezên Tirkiyeyê li Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê venekişiyaye û wiha pê dê çû: “Mijara koçberên Efrîn, Serêkanî û Girêspî jî tê nîqaş kirin lê gelek astengî hene. Pêwîst bû dewleta Tirk ji cihên dagirkirî vekişiya û koçber vegeriyana cih û warên xwe lê hêj dewleta Tirk li wan cihan e. Em hîn agahî digirin ku gelek gund hatine xirakirin. Taybet gundewarên Serêkaniyê û Girêspî hatine xirabkirin. Divê hezên Tirkiyeyê ji wan herêman vekişin ku gel bikare bi awayekî sistematik vegere cih û warên xwe. Hebûna Tirkiyeyê li wir ji bo gel xetereyan derdixe. Hem Tirkiye li wir dagirker e û hem jî jixwe ew gel bi destê Tirkiyeyê hatiye koçberkirin. Her wiha komên çetê yên girêdayî Tirkiyeyê jî li wan herêman in. Wan komên çete gelek komkujî jî pêkanîne. Hebûna wan jî xetereyan derdixe. Di Newrozê de jî me dît gel çawa rastî zext û zorê hatin. Di vir de divê Şam rol û misyona xwe bilîze. Lê diyare Şam li wan cihan zêde ne xurt e. Dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li wir bi hêz in. Ew jî naxwazin peyman pêş de biçe. Ew xal neçe serî dê di demên pêş de provakasyonên pir mezin jî derbikevin.”

‘Daxuyaniyên Hikûmeta Şamê ne li gor rastiya herêmê ne’

Li ser daxuyaniya Serokê Hikûmeta Demkî Ahmet El Şera ku gotibû, ‘Ji bilî hikumetê tu hêz weke rêveberiya xweser di nava Sûriyeyê de nabin’ jî Ekreme Berekat ev tişt anîn ziman: “Peyman heye. Li gorî xalên peymanê herêmên Kurdan dê bên parastin û mafên gelê Kurd dê bên mîsogerkirin. Ji daxuyaniyan zêdetir li ser erdê çi heye ew girîng e. Beriya niha jî gelek peyman hatin îmzekirin lê rêve neçûn. Di encama berxwedan û têkoşînê de careke din ew peyman hate îmzekirin. Niha em bêjin peyman heye û hertişt rêk û pêk tê meşandin şaş e. Li rex peymanê ji bo mîsogerkirina mafê gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de têkoşînek tê meşandin. Taybet di qada perwerdehiyê de têkoşîneke pir mezin ji bo qebûlkirina zanîngehên Rojava û pergala perwerdehiya rojava tê meşandin. Ji bo herêmê jî tu tasawireke wan tune ye. Yanî weke mînak mijara entegrasyonê tê nîqaş kirin, ew li ser ragihandina xwe tiştek dibêjin lê li ser erdê tiştek cuda heye. Gelek daxuyaniyan didin lê li ser erdê peyman heye û xalên wê jî diyar in. Lê ew daxuyanî ne li gor rastiya herêmê ne. Li gorî peymana hatiye çêkirin pêwist e Şam gav bavêje. Heke berovajî wê gav bavêje ne gel qebûl dike û ne jî hezên Rojava qebûl dikin. Bêyî naskirina hebûna Rojava, bêyî naskirina xalên peymanê ne pêkane Hikûmeta Sûriyeyê gav bavêje. Ne pêkan e pirsgirêk jî çareser bibe. Ji bo vê yekê jî mezinkirina têkoşînê lazim e.”

Etîket: Hikûmeta Demkî ya SûriyeyêMahmût AltintaşRojavarojnameger Ekrem Berekat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

16 GULAN 2026
Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

15 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne

Zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne

10 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026
‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

30 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rotînda Yetkîner: Erka pêşîn a hunermend parastina ziman û nirxên civakê ye

    Rotînda Yetkîner: Erka pêşîn a hunermend parastina ziman û nirxên civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Mehmet Dogan mewlûd hat dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye -2: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
    Rûspiyên eşîran: Sedema şideta di nava civakê de pergal bixwe ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda Kurdî bandorê li geştiyarên Ewropî dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Hezroyê bernameya dengbêjî û helbestan hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çand û zimanê Çerkezan ber bi tunebûnê ve diçe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Cizîrê bîstanê komuna jinan û li Kerboranê Mala Tendûrê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Demokratîkbûn berpirsyariyeke hevpar a tevahiya civakê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 23yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (599)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne