Stenbol – Platforma Saziyên Demokratîk û DEM Partyê ji bo 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de dar hatin danîn û dirûşma ‘Rojbûna te pîroz be ey Serok APO’ hat berzkirin.
Bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bernameyan pîrozbahiyê tên lidarxistin. Li Stenbolê Platforma Saziyên Demokratîk û DEM Partiyê li navçeya Çatalcayê ya Stenbolê bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar danîn.
Dayikên Aştiyê, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, rêveberên DBP, HDKê û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Dayikên Aştiyê li gel stranan dar danîn û dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serok APO” berz kirin.
Bername piştî danîn û avdana daran bi dawî bû.













