Bi boneya bîranîna qurbaniyên tevkujiya Enfalê, li bajarokê Çemçemalê şitil hatin çandin.
Navenda Jîngeh û Avadankirina Kurdistanê bi hevkariya Şaredariya Çemçemalê, bi nêzbûna 14ê Nîsanê salvegera Enfalê, bi armanca bîranîna qurbaniyên Enfal û Helepçeyê şitlên daran çandin. Berpirsa navendê Sakar Ebdullah diyar kir ku ev pêngav li hemû deverên ku rastî êrişên Enfalê hatine, pêk tê.
‘Hedefa me mîlyonek şitil e’

Sakar Ebdullah da zanîn ku wan destpêkê ji Sewsênan û Gobtepeyê dest pê kiriye û îro gihîştine Çemçemalê. Ebdullah wiha got: “Plana me heye ku em di pêşerojê de mîlyonek şitil biçînin. Em bang li welatiyan dikin ku wek erkeke exlaqî xwedî li van daran derkevin. Ev ji bo tenduristiya jîngehê û her kesî bi sûd e.”
Şaredarî: Jîngeha tendurist kesayetên tendurist e
Serokê Şaredariya Çemçemalê Elî Reûf jî bal kişand ser giringiya keskatiyê û diyar kir ku ev çend meh in ew kolanên sereke yên bajêr şîn dikin. Reûf got: “Me îro 50 şitilên ku li gorî avhewaya vir in çandin. Em ê bi tanker û bîrên taybet avdana van daran bikin û ev yek nabe sedema kêmbûna ava vexwarinê ya bajêr.”
Enfalê xweza jî wêran kir
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di karesata Enfalê de rejîma Baasê ne tenê mirov qetil kirin, her wiha zêdetirî 5 hezar gund, kanî û çavkaniyên avê wêran kirin. Şêniyên Çemçemalê bi vê pêngavê bersiva wêrankariya dîrokî didin û jîngeha xwe diparêzin.












