awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Polîsan şahî asteng kir: Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

Stenbol / AW

5 NÎSAN 2026 - 21:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi minasebeta 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest şahiyeke li dar bixe lê polîsan şahî asteng kir.

Li Stenbolê ji bo 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Parka Heykelê ya taxa Gazî ya navçeya Sultangaziyê xwest şahiyekê li dar bixe. Lê polîs bi hinceta “qeymeqamtî qedexe kiriye” şahî asteng kir. Ciwan û gel jî derbasî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê bû û li wir bernameya pîrozbahoyê li dar xistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, Hevserokên DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn.

Bernamê bi cangoriyên Kurdîstanê re deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyaneke alternatîf honandiye’

Paşê pasta hate jêkirin û Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî û diyar kir ku ew rojbûna Serok pîroz dikin û got: “Rojbûna Serok Ocalan rojbûna gelê Kurd e. Roj li navçeya Kuçukcekmeceyê bernameya seyranê li sar xist. Lê polîs bi hinceta wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye êriş kir. Îro pêvajo heye lê ev êriş pêk hat. Hebûna Rêberê Gelê Kurd hebûna aştiyê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyaneke alternatîf honandiye. Sedema van êrişan jî ev e. Lê em tu carî ji paşve gav navêjin. Daxwaza me azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Rojbûna Gelê Kurd pîroz be.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

 

Etîket: Abdullah OcalanPolîsRojbûnşahîStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

25 GULAN 2026
Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

25 GULAN 2026
Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

Li navçeyên Stenbolê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin

24 GULAN 2026
Heyeta DEM Partî dê roja sêşemê serdana Ozgur Ozel bike

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

24 GULAN 2026
Polîs ketin CHPê, DEM Partî daxuyanî da

Polîs ketin CHPê, DEM Partî daxuyanî da

24 GULAN 2026
Polîs xwendekarên Zanîngeha Bîlgiyê dorpeçê kirin

Polîs xwendekarên Zanîngeha Bîlgiyê dorpeçê kirin

24 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne