Serokê Amerîkayê Donald Trump hem bi helwesta gefên tunekirina şaristaniyê ya Îranê û hem jî bi biryara agirbesta demkî ya 15 rojan bû mijara şîroveyên curbicur.
Di navbera Îran û DYAyê de agirbestek ji bo 15 rojan hate ragihandin. Îsraîlê jî ev agirbet qebûl kir û ji gelek dewletên cîhanê jî piştgirî hat. Lê hêj jî li ser naverok û xalên agirbestê dubendî û guman berdewam dikin. Ev demek bûn ku Trump gef li Îranê dixwarin. Herî dawî gefxwarina tunekirina şaristaniya Îranê bu sedema fikarên mezin. Gelek derdoran helwesta tunekirina şarestaniyê wek sucê mirovahiyê pênase kir û êrişa nûklîerê anî bîra raya giştî. Hin sazî û kesayetên mafparêz hişyariya baldariyê jî kirin.
Ligel gefan û propagandaya li ser medyayê Trump duh derengî şevê, li ser platforma Truth Socîalê daxuyaniyek da û diyar kir ku şertê agirbestê ew e ku Îran sewqiyata petrol û gazê ya di ser Tengava Hurmizê re asteng neke ye. Ji ber ku Trump ev yek wekî şertê sereke nîşan da gelek derdoran bi gotina, “Ji xwe beriya şer dest pê bike Tengava Hurmuzê vekirîbû. Baş e ev şer ji bo çi bû?” rexne anîn ziman.
Aliyan şertên xwe aşkera kirin
Serokê Amerîkayê her wiha diyar kir ku Îranê ji bo muzakereyan pêşniyareke ji 10 xalan pêk tê pêşkêş kiriye û ev pêşniyar ji bo hevdîtinan bingeheke pêkan ava dike. Li ser vê 10 xalên Îranê pêşniyar kirîn bu sedema meraqê. Medyaya dewletê ya Îranê 10 xalên ji bo agirbestê pêşniyar kirîn, ragihandin. Ev şert wiha ne:
– Divê Amerîka garantiya sekinandina êrişê bide.
– Hatinûçûyîne Tengava Hurmizê dê di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Îranê de pêk bê.
– Divê dewlemendkirina uranyumê were qebûlkirin.
– Divê hemû cezayên li ser Îranê werin rakirin.
– Divê dawî li biryarên pêdankirinê yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were anîn.
– Divê dawî li biryarên Ajansa Enerjiyê ya Atomê ya Navneteweyê were anîn.
– Divê zirarên ku gihiştine Îranê li gorî hesabkirinan bi temamî werin qebûkirin.
– Divê hemû mal û milkên cemidandî yên Îranê werin berdan.
– Divê hêzên Amerîkayê ji hemû baregeh û cîbiciyên li herêmê vekişin.
– Divê Libnan jî di nav de li hemû eniyan dawî li şerê li dijî komên hevpeyman were anîn.
Rejîmê ji Îraniyan re tiştek ji cîhanê re tiştek din got
Lê balkêş e Îranê di xal û daxuyaniyên Farsî û Ingilîzî de tiştên cuda gotin. Di daxuyaniya Farsî de dewlementkirina uranyûmê wekî şertek nivîsan lê di daxuyaniya Ingilîzî de cih neda vê yekê. Ev yek jî wekî propagandayê hate nirxandin.
Helwest û daxuyaniya ’em bi serketin’ çiqa rast e?
Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku ew bi serketine. Lê xal wisa nabêjin. Li gorî xalên hatine pêşniyarkirin û Trump jî ew xalan ji bo berdewama hevdîtinên agirbestê wek hêmayên bingehî pênase kir. Di van xalan de daxwaza dewlemendkirina uranyûmê heye, rawestandina êrişan ya mayînde heye, rakirina qedexeya ambargoya Amerîka û saziya Atomê heye, tazmîna xisarê heye. Piştî van xalan gotina Trump a wekî “Em bi sedî sed biser ketine” bû mijara rexneyan.
Navbeynkariya Amerîka û Îranê ya ji bo danustandinan Pakistanê kir. Ji bo vê herkes dibêje ku aliyê serkeftiyê vê mijarê Pakistane. Lê gelek pispor destnîşan dikin ku ev daxwazên aliyan e lê hêj dê mizakere bên meşandin û li gorî vê yekê dê çarenûsa agirbestê diyar bibe.













