awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Taşkesenê gotibû ‘Vira Kurdistan e’ tahliye bû

Sêrt / AW

10 NÎSAN 2026 - 14:12
Kategorî: CIVAK, ROJANE
A A
Welatiyê bi navê Cemîl Taşkesenê ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser hesabê medyaya dîjîtal bi îdiaya “gef li ser Serokkomar xwariye” cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hate tehliyekirin.

Welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen bi boneya li ser hesabên xwe yên medaya dijîtal “gef li Serokkomar xwariye” hatibû girtin, tahliye bû. Taşkese di sala 2014an de dema goristana endamên PKKê ya li Herêma Herekolê bi kemçeyan hatibû rûxandin, bi komekê re çûbû ser goristanê. Taşkesen rûxandina li goristanê kişandibû û li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal parve kiribû. Ji ber vê parvekirinê, derheqê Taşkesen de bi îdiaya “Gef li Serokkomar xwariye” doz hate vekirin. Doz, li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hate dîtin. Dadgehê di sala 2023yan de ango 9 sal piştre 4 sal û 2 meh cezayê hepsê li Taşkesen birî.

Taşkesen azad bû

Taşkesen li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê da. 9emîn Daîreya Cezayan Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê jî bi îdiaya “sûc neguher e” ev serlêdan red kir. Li ser vê yekê cezayê Taşkesen hate erêkirin.

Taşkesenê ku demek bû girtî bû, duh ji girtîgeha ku lê dihate ragirtin serbest hate berdan.

‘Ev der Kurdistan e’

Seroka Giştî ya Partiya Îyiyê ya berê Meral Akşener di 29ê Cotmeha 2021an de çû navçeya Misircê ya Sêrtê. Di dema serdana dikandaran de Cemîl Taşkesen nerazîbûn nîşanî Akşener dabû û gotibû, “Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin” û bi vê gotina xwe bûbû rojev.

 

Etîket: Cemîl TaşkesengirtiMeral Akşenerserbest berdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêya Miks û Wanê hê jî girtî ye

Rêya Miks û Wanê hê jî girtî ye

24 GULAN 2026
Bahattîn Cesur piştî 30 salan li Mûşê hat pêşwazîkirin

Bahattîn Cesur piştî 30 salan li Mûşê hat pêşwazîkirin

19 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

19 GULAN 2026
Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

Li Wanê girtî hat derbkirin û muayeneya bikelepçe hat ferzkirin

18 GULAN 2026
Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne