Bahattîn Cesur ku piştî 30 salan ji girtîgehê hat tehliyekirin, li warê xwe Mûşê bi coş û kulîlkan hat pêşwazîkirin. Cesur bi gotina, “Heta Rêberê me û hevalên me azad bibin, wê têkoşîna me bidome” peyama têkoşînê da.
Bahattîn Cesur ku di 22yê Nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê hat tehliyekirin, li warê xwe Mûşê bi coş û kulîlkan hat pêşwazîkirin. Cesur ku piştî 30 salan gihîşt azadiya xwe, li balafirgehê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê û xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin.
‘Me xeta Rêber Apo esas girt’
Cesur di merasîma pêşwazîkirinê de axivî û diyar kir ku di têkoşîna azadiyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, lê belê dev ji têkoşîna jiyaneke bi rûmet qet nehatiye berdan. Cesur, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me xeta Rêber Apo û şoreşgerên Kurdistanê esas girt. Heta ku Rêberê me û hevalên me azad bibin û gelê me mafên xwe bi dest bixe, wê têkoşîna me bidome.”













