Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên siyasî yên Kurd, Naser Bekirzade û Mehrab Ebdullahzade yên ku li Girtîgeha Urmiyeyê hatin darvekirin, radestî malbatên wan nake. Her wiha rejîmê destûr neda ku malbat li navenda Urmiyeyê şînê danên.
Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ciwanên Kurd ên bi navên Naser Bekirzade û Mehrab Ebdullahzade yên ku li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dihatin ragirtin, darve kirin. Hat zanîn ku tevî daxwaza malbatan, cenazeyên her du ciwanên Kurd hêj jî radestî malbatên wan nehatine kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, der barê mijarê de agahî parve kirin û da zanîn ku Naser Bekirzade di 2yê Gulanê de û Mehrab Ebdullahzade jî di 3yê Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin û cenazeyên wan hatine desteserkirin.
Daxwaza wergirtina cenazeyan hat redkirin
Li gorî rapora Hengawê, hemû serlêdanên malbatan ên ji bo wergirtina cenazeyan hatine redkirin. Hengawê ev agahî dan: “Rayedarên Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê radestkirina cenazeyan red kir û ji xizmên wan re got ‘dê cenaze qet neyên radestkirin.’ Her wiha rayedaran nehişt ku malbat li malên xwe bicivin û li Urmiyeyê merasîma şînê li dar bixin. Hêzên rejîmê xizmên girtiyan neçar kirin ku tenê li gundê xwe merasîma şîngirtinê deynin.”













