Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê bi armanca jinan bi sporê re bîne ba hev, Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn li dar dixe. Tûrnûva di roja 3yemîn de berdewam kir.
Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ji bo jinan bi sporê re bîne ba hev, hêza yekîtiyê ya sporê û hevgirtina jinan derxe pêş, di 7ê nîsanê de Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn da destpêkirin. Tûrnûvaya ku bi giştî 21 tîm ku tevlî bûn di roja 3yemîn de berdewam kir. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên meclîsa şaredariyê, alîkarên hevşaredaran, siyasetmedar û gelek kes maçên tûrnûêvayê temaşe kirin. Maça jinan bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ destpê kir û bi piştriyê berdewam kir.
Di roja 3yemîn ya tûrnûvayê de tîma TJA (Wejîn) 2- DÎKASUM 0, Buyukşehîr 2 – Egîtîm-Sen 0, Kayapinar 2 – Rosa 1 têk bir.
Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn dê sibê berdewam bike.














