Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye bi dirûşma “Em di aştiyê de israr dikin” li gelek navendan daxuyanî da.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi gavavêtinên yekalî heya îro hat û bi gavneavêtina desthilatê û dewletê hatiye asta xitimandinê. Gelek beşên civakê, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî, akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar, parastvanên mafan daxwaza pêkanîna aştiyeke birûmet dikin.
Îro bi heman daxwazê “Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye” li gelek navendan daxuyanî da. Înîsiyatîfê bal kişand ser girîngiya civakîkirina aştiyê û xwest ji bo aştiyê gavên demokratîk û qanûnî bêne avêtin. Herwiha jin xwestin li dijî polîtîkayên şer, mîlîtarîzm, serdestiya mêr aştiya demokratîk pêk were, polîtîkayên cihêkariyê û sepanên derveyî demokrasiyê bi dawî bibin.
Amed

Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye bi dirûşma “Em di aştiyê de israr dikin” li parka Sumerê daxuyaniya da. Li ser maseya daxuyanî lê hat xwedin pankarta “Em Ji Bo Aştiyê İsrar Dikin” hat vekirin. Meclîsa Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, endam û nûnerê Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, hevşaredara navçeya Surê Fatma Gulan Onkol, endam û nunerên saziyên jinan û gelek jin tevlî daxuyaniyê bun. Kurmanciya daxuyaniyê Seroka Komeleya Jinan a Rosa yê Zeynep Şîpçîk, Tirkiya wê jî aktîvîsta TJAyê Nur Aytemur ê xwend.
Stenbol

Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye bi dirûşma “Em di aştiyê de israr dikin” li avahiya Karşi Sanatê ya navçeya Beyogluyê daxuyanî da. Gelek aktîvîstên TJAyê, nûçerên saziyên sivîl ên demokratîk, heyetên xwebixwe û jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê Rêvebera Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî xwend.
Enqere
Înîsiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ya Jinan bi dirûşma “Em di aştiyê de israr dikin” ji bo daxwazên xwe yên têkildarê Pêvajoya Aştî û Cîvaka Demokratîk bînin ziman li avahiya Yekitiya Mulkiyeyan a navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên rêxistînên jinan û saziyên demokratîk û jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em di aştiyê de israr dikin” hat vekirin. Kurdiya daxuyaniyê Endama Înîsiyatîfê Zuhal Artan xwend.
Daxuyaniya hevpar a Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye wiha ye:
“Îro em wek Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye hatine gel hev da ku em dîsa bibêjin em di aştiyê de biisrar in û em daxwazên xwe bi bîr bixin.
Em dizanin ku civakîkirina aştiyê pêdiviyeke lezgîn e ji bo têkoşîna me ya li dijî serdestiya mêran, têkoşîna me ya li dijî şer, mîlîtarîzm û tundiya dewleta mêrperest û her wiha, ew gaveke pêşîn a têkoşîna me ya azadiyê ye û li ser vê bingehê em ji bo aştiyê israr dikin. Em alîgirê aştiyê ne û em berpirsyariya xwe ya di vî warî de jî dizanin.
Em dizanin ku piştî şer û pevçûnên hema hema pêncî salî li erdnîgariya me dom kirî, eger biryara çekberdanê hatibe girtin û bi vê re jî kuştin hatibin rawestandin, ev yek destkeftiyeke pir giring e. Ev pêvajo divê bi aştiyeke demokratîk, dadmend û birûmet bê temamkirin.
Me jî xwest em di Komîsyonê de cih bigirin û me pênc daxwazên xwe yên lezgîn ji wan re ragihandin ji ber ku em vê Komîsyonê ji bo avakirin û civakîkirina aştiyê, gaveke giring dihesibînin. Heta îro me têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna daxwazên xwe berdewam kiriye. Lê belê di rapora Komîsyonê de cih nedabûn daxwazên jinan. Ziman û naveroka raporê ji bendewariya jinan a aştiyê û bersivandina vê bendewariyê gelekî dûr bû. Dîsa jî giring e ku TBMM bi xwe berpirsyariya siyasî ya pêvajoya aştiyê bigire ser milê xwe û her wiha em ji bo danîna nexşerêya aştiyê jî cextê li ser giringiya encamên raporê dikin. Lê belê tevî ku ji amadekirina raporê (18 Sibat 2026) vir ve ji sê mehan zêdetir dem buhuriye, ne guhartin/birêkûpêkkirinên qanûnî ne jî ji bo bi awayekî çalak bicihkirina qanûn û çarçoveya hiqûqî ya heyî gav hatine avêtin.
Îro jî bi hevalên xwe yên ji tevgera jinan û tevgera femînîst re û bi hemû wan jinan re, yên ku dixwazin piştgiriyê bidin aştiyê, em jin hatine ba hev û me xwest em gotinên xwe yên li ser aştiyê zêdetir û xurttir bikin. Em careke din dixwazin ku daxwazên xwe ji TBMMyê û hemû saziyên din re bi berfirehî rave bikin, sernavên ku me li rapora ji bo Komîsyona Meclîsê pêşkêş kiribûn em wan bi bîr bixin û em bi nimûneyên şênber ên herî dawî dubare bibêjin ka em çima li ser aştiyê israr dikin.
Divê hemû girtiyên siyasî berdin
1) Bila siyaset êdî nebe sûc. Qanûna Dijeterorê û yên wekî wê divê bên rakirin; hemû girtiyên siyasî bi taybetî û serê pêşîn jî girtiyên nexweş divê bên berdan.
Me berî niha jî anîbû ziman ku divê siyaset êdî nebe sûc û hemû guhartinên qanûnî û birêkûpêkkirinên ku rê dane bisînorkirina azadiya derbirînê û xwerêxistinkirinê, di serî de jî Qanûna Dijeterorê, divê ew hemû bên rakirin û her wiha me gotibû divê hemû girtiyên siyasî, di serî de jî girtiyên nexweş, bên berdan. Lê belê hem di pêvajoyê de gavên pêwîst ên demokratîk nehatine avêtin hem jî hejmara binçavkirin, girtin û cezakirinan zêdetir bûye û berdewam kiriye. Bi tawanên wekî “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya terorê”, “handan û provokekirina gel ji bo ajotina kîn û dijminatiyê” û “berbelavkirina agahiyên nerast”, armanc ew bû ku gel, çapemenî û alî û derdorên mixalif bên bêdengkirin.
Li Şirnexê kedkarên sendîkayê ku daxwaza xwe ya ji bo aştiyê anîbûn ziman, rastî lêpirsîn û dûrxistina ji peywirê hatin. Karker, jin û hemû jinên ku têkoşîna ax, zeytûn, hewa û ava xwe didin û kesên LGBTI+, zext li wan hat kirin û ew hatin binçavkirin. Di dozên li dijî tevgera jinan de cezayên giran hatin birîn, xebatên jineolojiyê û rêxistinên jinan bûn mijarên sûcdarkirinê, meşên şevê yên femînîst dîsa hatin astengkirin. Rojnameger, parêzer û parêzvanên mafên mirovan bi zextên darazî re rû bi rû hatin hîştin.
Di xwepêşandanên demokratîk de gelek binçavkirin, miameleyên xirab û lêpirsîn çêbûn. Hewldaneke rayedaran hebû ku çalakiyên Newrozê û yên bi daxwaza aştiyê pêk hatî jî bên astengkirin.
Yek ji daxwazên me yên herî lezgîn jî berdana girtiyên nexweş bû, di vî warî de hê jî tu gav nehatine avêtin. Berdana girtiyên bi nexweşiyên giran hîna jî tê astengkirin, li girtîgehan binpêkirinên mafê tenduristiyê berdewam in û agahiyên mirinê hê jî tên. Wekî ku me di rewşa Pinar Tîkîtê de jî dît, berdana girtiyên nexweş ên bi pirsgirêkên tenduristiyê yên giran bi awayekî nehiqûqî tê astengkirin. Li hêla din, herî dawî Nedîme Yaklav ku ev 34 sal in di girtîgehê de ye, berdana wê bi biryara desteya çavdêriyê salekê hat bipaşxistin.
Di vê pêvajoyê de jin li dijî tundî, qetilkirin û polîtîkayên bêcezatiyê bê parastin hatin hîştin. Desthilat û darazê li şûna ku piştgiriyê bidin jinan û kesên ku azadî û aştiyê dixwazin, berevajiyê vê, polîtîkayên çawisandin û zextê berdewam kirin.
Divê sepanên qeyim bi dawî bibin
2) Bila hemû qayûm bên rakirin û Biryarnameya Serokkomariyê, ya ku zemînekê çêdike ji bo danîna qayûman û bi hinceta OHALê ketibû meriyetê, divê ev biryarname bê betalkirin.
Di rapora me ya TBMMyê de me bi berfirehî behsa tayînkirina qayûman kiribû; ev mesele îro jî berdewam e û ev jî yek ji gavên şênber ên pêvajoyê ye ku nehatiye avêtin. Şaredariyên Partiya DEMê yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî, Sêrt, Dêrsim, Miks, Akdenîz, Wan û Qaxizmanê hê jî bi destê qayûman tên birêvebirin. Hevşaredar hem li erka xwe nehatin vegerandin hem jî neçar man ku li hemberî dozên nehiqûqî li ber xwe bidin. Her wekî qayûmên serdema 2016an, di vê pêvajoyê de jî karekî pêşîn ê şaredariyên di bin rêveberiya qayûman de ew bû ku destkeftiyên jinan tune bihesibînin. Di wan şaredariyan de ku qayûm lê hatibûn danîn, navendên şêwirmendiyê û malên jiyanê ku xizmet didan jinan, ew yan hatin girtin yan jî hatin bêkêrkirin. Bo nimûne, li Êlihê kreşa pirziman dewrî muftîtiyê kirin û piştre jî veguherandin qursa Qur’anê û 34 xebatkarên wê yên jin ji kar hatin derxistin. Rojên betlaneyê yên ji bo rojên wekî 8ê Adarê, 25ê Mijdarê û derziya HPVyê û destûra neçûna kar ji ber zarokanînê ku hemû jî maf in û di encama têkoşînê de hatine bidestxistin, ev hemû maf hatin betalkirin.
Operasyonên li ser şaredariyên CHPyê berdewam in, şaredar û rêveberên CHPyî yên hilbijartî tên girtin, ji peywirê tên dûrxistin û bi vî awayî dest datînin ser vîna gel. Em di serdemeke wisa re dibuhurin ku hê jî vîna gel tune tê hesibandin û yên ku di hilbijartinan de hatine hilbijartin tên girtin. Di pêvajoyekê de ku em behsa aştiyê dikin, em tu sepandin û pratîkên wisa qebûl nakin ku vîna gel ji destê gel bistîne û em daxwaza xwe dubare dikin ku ev kes li erkên xwe bên vegerandin.
Divê mafên bingehîn bên naskirin
3) Di dema avakirina binesaziya pêvajoyê de divê wekhevî û tevgirî ji bo hemû nasname û aîdiyetan bê esasgirtin. Di vî warî astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê û xwegihandina xizmetan bi zimanê dayikê divê bên rakirin.
Mafê perwerde û tenduristiyê mafekî mirovan ê herî bingehîn e û bi taybetî ji ber newekheviya şênber a li bajarên kurdan gelek binpêkirinên mafan pêk tên, mirov ji mafên xwe bêpar dimînin. Bo nimûne, li gelek bajarên kurdan jin ji miayeneya jinekolojîk heta zarokanînê nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê yên herî bingehîn. Astengiya ziman ne tenê di warê tenduristiyê de, her wisa di hemû qadên giştî de nahêle ku jin bikarin xwe bigihînin mafên xwe. Di mînaka Şaredariya Êlihê de xebatên pirziman ji aliyê qayûm ve tune hatin hesibandin û astengkirin. Nabe ku xebatên pirziman û tevgir tune bên hesibandin. Bi heman awayî, sîstema ragihandinê ya KADESê ku ji bo ku jinan ji tundiyê biparêze hatiye danîn, tê de vebijêrka zimanê kurdî tune ye û ev jî, hê astengiyeke mezin e ku nahêle jin ji tundiya mêran bên parastin.
Di warê perwerdeyê de encamên vê yekê hê zêdetir giran û neyînî ne. Ji ber vê yekê, em dîsa bi bîr dixin ku ji bo mafê perwerdeyê divê birêkûpêkirin û verastkirinên pêwîst bi lezgînî bên kirin.
Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
4) Divê pêşiya wê yekê bê vekirin ku jin, endamên komîsyonê û saziyên civaka sîvîl bikarin Abdullah Ocalan jî tê de bi hemû aliyên pêvajoyê re hevdîtinan bikin.
Di van mehên dawîn de piştî êrîşa rejîma HTŞyê ya cîhadîst li Sûriyeyê, di pey re jî dema ku êrîşên emperyalîst ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê li ser Îranê dest pê kirin, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatin sekinandin û hetta gotara aştiyê jî hat rawestandin û ev jî xetereya wê yekê nîşanî me dide ku eger birêkûpêkkirin û verastkirinên pêwîst ên qanûnî û siyasî neyên kirin, pêvajoya aştiyê ji bo bidestxistina berjewendiyên teng ên siyasî çawa bi hêsanî dikare bê berhewakirin. Ji ber vê çendê, ji bo ku aştî bikare bi awayekî rasteqîn bê avakirin, ferz e ku zemîneke siyasî hebe ku tê de aliyên pevçûnê hevdu tune nehesibînin û civak li derveyê pêvajoyê neyê hîştin. Ji vê hêlê ve, em daxwaz dikin ku mizakere di mercên wekhev de bên birêvebirin. Divê birêkûpêkkirin û verastkirinên pêwîst ên qanûnî bên kirin da ku Abdullah Ocalan wek mizakerevanekî wekhev bê naskirin.
Ji bo ku pêvajoyên çareserkirina pêvçûn û mizakereyan bi pêş bikevin, divê bê misogerkirin ku jin, temsîlkarên saziyên civaka sîvîl û heyetên serbixwe bi hemû aliyên pêvajoyê re rasterast peywendiyê dayînin. Li hêla din, Komîsyona li TBMMyê divê hem rapora xwe hem jî nêrîn û boçûnên jin, rêxistinên civaka sîvîl, akademîsyen û rojnamegerên guhdar kirî bide ber çavan.
Divê Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê bê avakirin
5) Hemû jêrkomîsyonên ku ev pêvajo dixwaze û ferz dike, divê ew komîsyon bên rojevê. Divê Komîsyoneke Heqîqet û Hevrûbûnê bê avakirin û sûcên şer bên lêkolînkirin: Bi vê xalê re têkildar jî, mêrên biunîforme ku faîlên tundiya zayendî ne û sazûmanî û hêmanên ku van kesan diparêzin, divê ew hemû bên darizandin. Hemû gundên ku bi darê zorê hatine valakirin, wek herêmên ewlehiyê hatine ragihandin, divê ew gund li xwediyên xwe bên vegerandin û zirarên wan kesan bên qerebûkirin (tazmînkirin).
Em wek jinên ku bi salan e ji bo mafên jinan û pêkhatina aştiyê tê dikoşin, di vê pêvajoyê de bi wekhevî nayên temsîlkirin. Berevajî vê yekê, eger vî şerî rasterast bandor li jinan kiriye û van jinan xizim û malbatên xwe ji dest dane, bi zorê hatine koçberkirin, di dema binçavkirinan de ji hêla zayendî ve hatine acizkirin û destdirêjî li wan hatiye kirin, nexwe hey ku tevgera jinan bi xwe di nava vê têkoşînê de ye, wê demê divê pêkhateyên wê jî wek pêkhateyeke çalak/karîger a pêvajoya civakîkirin û avakirina aştiyê bên pejirandin. Daxwazeke me ya pêşîn û sereke ew e ku bi hemû encamên pêvajoya şer re hevrûbûnek pêk were û ji bo ku sûcên ku li dijî jinan hatine kirin, bên ronîkirin, tundiya bi destê kesên biunîforme jî tê de kiryar û pratîkên zayendperest ên hemû personelên giştî/cemawerî û yên polîs û cendirmeyan, bên eşkerekirin û cezakirin, divê komîsyonên heqîqetê yên jinan bên damezirandin û xwedî rayeyeke tam û tekûz bin. Tiştên ku hatine serê Îpek Er, Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz û Rojîn Kabaîşê û gelek bûyerên din ên ku hê jî nehatine ronîkirin, ew hemû nîşanî me didin ku di êrîşên li dijî jinên kurd de polîtîkayên dewleta mêrperest bi taybetî û bi awayekî sîstematîk tên şuxulandin. Wexta ku rastiyeke wisa heye ku di erdnîgariyên cuda de ji ber polîtîkayên cuda cuda êrîşên li dijî jinan di pêvajoyên darizandinê yên dûredirêj de bi bêcezahîştinê li dijî jinan tên biencamkirin, em dibînin ku aştî bi israr di asta armanckirî de nayê meşandin.
Her wiha, jinên ku dest ji çekên xwe berdidin, divê ji bo wan bi hedefa wekheviya zayendî mekanîzmayên hêzdarker bên avakirin da ku ew bikarin beşdarî jiyana civakî bibin û di têkoşîna siyasî de cihê xwe bigirin, ev yek divê esas bê girtin û ji bo bicihanîna vê, sepandin, birêkûpêkkirinên û verastkirinên pêwîst divê li ser bingeha cudakariya pozîtîf bên sepandin. Piştî ku pêvajoya çekberdanê bi daxuyaniya Besê Hozatê di 11ê Tîrmeha 2025an de dest pê kiribû, li miqabilî vê, heta niha tu gav nehatine avêtin û ev yek jî acîliyeta vê daxwaza me nîşan dide.”











