Mûş – Barîna berf û barana zêde rêya Mûş û Gimgimê herîfand û ev nêzî 4 meh in rê nehatiye çêkirin. Îhmalkirina cokên ava tehliyeyê û nebûna diwarên piştgiriyê sedemên ewil yên herifînê ne.
Li Mûşê barîna berf û baranê rêya Mûş û Gimgimê herifand û tevî gelek serlêdanan jî ev 4 meh in rê nehatiye çêkirin. Bûyerên xwezayî yên wekî baran û berfê, her çend wekî sedemên herifîna rêya Mûş û Gimgimê werin nîşandan jî, bingeha pirsgirêkê ne tenê şert û mercên xwezayê ne. Ev herifîna li ber qeraxa Bendava Alparslan 2yê, careke din nîşan da ku binesaziya lawaz rîskên mezin ên ewlehiyê derdixe holê û jiyana welatiyan dixe xetereyê. Çareserkirin û pêşîlêgirtina van pirsgirêkan, berî her tiştî di bin berpirsyariya saziyên dewletê û Midûriyeta Rêyên Bejayî de ye. Tevî ku li bajarên mezin şaredarî berpirsiyar bin jî, li ser rêyên navçeyan û xetên stratejîk, berpirsiyarî dikeve ser milê saziyên giştî. Îhmalkirina rêya ku mehek e herifî ye, ne tenê encama bobelatên xwezayê ye, lê belê encama nebicîhanîna berpirsyariyê ye ku zirarên madî û manewî dide gelê herêmê.

4 meh in rê nayê çêkirin
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ev nêzî 4 meh in rê di vê rewşê de ye. Ji ber şert û mercên giran ên zivistanê, beşek ji rêya asfaltê bi temamî herifî ye û xetereyeke mezin ji bo wesayîtên ku di vê xetê re derbas dibin ava dike. Heta niha tu tedbîrên ewlehiyê jî nehatine girtin.
Sedemên herifînê: ‘Kêmasiyên teknîkî û îhmalkarî’
Welatiyên herêmê û şofêr balê dikişînin ser kêmasiyên teknîkî û diyar dikin ku ev hilweşîn encama îhmalkariyê ye. Bi taybetî tê destnîşankirin ku di dema çêkirina rê de dîwarên piştgiriyê nehatine avakirin û kanalên avê yên li kêleka asfaltê hatine îhmalkirin. Ev yek bûye sedem ku ava baranê û berfê di bin asfaltê re biçe û bibe sedema herifîneke mezin.
Rêya herifî bi şevê nayê ferqkirin
Şofêrên ku vê xetê bikar tînin, hişyariyê didin ku ev herifîn bi şev nayê dîtin û her kêlî dikare bibe sedema qezayên kujer. Ji ber vê yekê, welatî bang li Midûriyeta Rêyên Bejayî dikin ku berî xirabûnekê mezin û qezayên giran rû bidin, teqez dest bi xebatên çêkirin û sererastkirina rê bikin.
Konseya Bajêr saziyên berpirsiyar parast
Li ser mijarê me xwe gihand endamekî Konseya Bajêr û me rewşa rê ji wan pirsî. Lê endamê konseyê ewilî herifîna rê red kir û got ku tiştek wisa nîn e. Li ser dîmen û wêneyên ku me kişandine herifîna rê qebûl kir, lê dîsa jî îhmalkariya saziyên berpirsiyar venegot. Endamê konseyê destnîşan kir ku rê ji ber barîna berf û baranê herifî ye û qet behsa cokên tehliyeya avê û diwarên piştgiriyê nekir.

















