Piştî ku Elî Zeydî ji aliyê Çarçoveya Hemahengî ve weke namzetê serokwezîrtiyê hate nîşandan û şûnde, Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî wî ji bo avakirina hikûmeta nû erkdar kir.
Îşev Çarçoveya Hemahengî li hev kom bû û Elî Zeydî weke namzetê xwe pêşkêşî Serokkomariyê kir. Piştre Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî Elî Zeyîd ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê erkdar kir.
Li gorî madeya 76an a Destûra Iraqê divê Elî Zeydî di nava 30 rojan de ji bo avakirina hikûmeta nû kabîneya xwe ava bike û pêşkêşî Parlamentoyê bike.
Li gorî madeya 3 û 5 eger di dema hatî diyarkirin de Elî Zeydî nekarî hikûmetê ava bike, Serokkomarê Iraqê dikare yeke din ji bo erka avakirina hikûmetê destnîşan bike.












