Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de, di roja 2an de berdewam dike. Roja 2an a konferansê bi 3 rûniştinan pêk tê û di rûniştinê de kesên ji mijarê re eleqadar dê gotûbêj bikin.
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê Konferansa ‘Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de’ di roja 2an de berdewam dike. Di roja 2an a konferansê de siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen û kesên navdar dê li ser mijarên pê re eleqadar in gotûbêj bikin û nirxandinan bikin. Li cihê konferans tê lidarxistin, bi gelek zimanan pankartên li ser navê konferansê dinivisî hatin daliqandin.
Bernameya roja 2an a konferansê wiha ye:
Rûniştina 4an
Derfetên Demokratîkbûyînê ji Civakê ber bi Dewletê
Moderator: Akin Bîrdal
*Şukru Aslan (Tevna Civakî ya Pirreng ku bi Siyaseta Yekreng a Komarê Hate Tengkirin)
*Ruşen Seydaoglu (Di Avakirina Demokrasiya, Aştiyê û Azadiyan de Rola Damezirîner a Jinan)
*Mehmet Bekaroglu (Neteweperwerî, Welatparêzî yan Hemwelatî?)
*Ozgur Erol (Komar, Kurd û Derfeta Veguherîna Demokratîk a Hiqûqî)
Rûniştina 5an
Civakîbûna Demokrasiya û Aştiyê
Moderator: Şebnem Korur Fîncanci
*Ahmet Faruk Unsal (Di Avakirina Aştiya Civakî de Tecrubeyên 2013-2015 û 2024)
*Yuksel Genç (Bingeha Civakî ya Aştiyê: Derbasbûna ji Polîtîkayên Nebaweriyê û Avakirina Demokrasiya bi Hev re)
*Cemal Salman(Di Sedsala Duyemîn a Komarê de Ji Îdealê heta Rastiyê: Elewî)
*Vahap Coşkun (Demokratîkbûn û Lihevkirina Civakî)
Rûniştina 6an
Binê Asmanekê Hevpar: Hevgirtin, Rêxistinbûn û Demokrasiya Beşdar
Moderator: Çilem Kuçukkeleş
*Ahmet Turk (Siyaseta Demokratîk û Hêza Civakê: Ji Herêmê ber bi Komara Demokratîk)
*Arîf Alî Cangi (Bi Xwezayê re jî Aştî: Komara Demokratîk a Ekolojîk)
*Zülfiye Yılmaz (Derfet û Sînorên Hiqûqî yên Beşdariya Demokratîk ji Herêmê ber bi Navendê)
*Bahadir Ozgur (Karkerî û Ekolojî: Ber bi Rêxistinbûneke Nû ve…)
*Cuma Çîçek (Ji bo Pêşerojeke Hevpar: Eko-Herêm, Ne-Merkezîbûn û Siyaseta Têkildar)
Panel-Forum II
Komara Kîjan Kesî ye, Pêşerojeke Çawa?
Moderator: Kuban Kural
*Neslîhan Acar (Karker Çawa ji Hemwelatiyê Hatin Derxistin?)
*Yildiz Tar (Tenêtiya Sed Salan: Komar û Rastiya LGBTÎ+ û Lêgerîna Çareseriyê di Sedsala Nû de)
*Dîba Keskîn (Di Pêşerojeke Çawa de Komara Demokratîk ji Jina Dîndar re Çi Pêşkêş Dike?)
*Ayşe Gul Altinay (Bi Hevgirtina Cîhanî Aştiyê Tevnandin)
*Mehmet Ugur Korkmaz (Ma Komara Gel Pêşerojê ji Ciwanan re Dihêle?)
Girtin
Parvekirina Metna Banga Demokratîk ji bo Sedsala Nû.










