*Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku di navenda netew dewletan de maye, bi pergala Neteweya Demokratîk tê rêveberin. Li dijî rêveberina totalîter rêvebirina gel esas tê girtin. Hevserokê Meclîsa Firatê Mehmet Şahîn anî ziman ku gel ji pergela Neteweya Demokratîk kêfxweş in.
*Şîrketa Kana Qûmê ya Erdem ku li ser çemê Dîcleyê qûmê derdixe, ji bo welatiyên li taxa Çemkûrk a 200 metroyan dûrî çem e, xetereyên jiyanî derdixîne. Ji ber xebatên şîrketê hûndirê çem kûr bû ye û xetereyan ava dike. Toz û dûmana li kanê belav dibe jî ji bo welatiyan xetereya nexweşiyan derdixînê.
*Esnaf û mamosteyê zimanê Kurdî Mahmûd Pala ku li navçeya Erdîş a Wanê dijî, bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî ya li herêmê tê axaftin û da zanîn ku Kurdiya resen ber bi windabûnê ve diçe.
* Seroka KASEDê Salîha Ayata ku derbarê xebatên komeleya xwe de ji ajansa me re axivî, da zanîn ku her sal nêzî hezar kesan jin û zarok serî li komeleya wan didin û got: “Em hewl didin piştigiriyê bidin hemû berhemên jinan. Ji ber ku du mesele ji bo me girîng in yek jin dikarin çawa xwe bigihînin xebatên çandî ya duyemîn jî xebata li ser tundiya çandê ye.”
*Polîtîkaya înkar, redkirin û qedexeya li ser ziman û çanda kurdî didome. Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar diyar kir ku divê kurd guh nedin desthilatdariyê û di navbera xwe de zimanê kurdî fermî bikin û got ku qeyûm jî ji bo tunekirina zimanê kurdî tên tayînkirin.
* Li Tirkiyeyê piştî desthilatiya AKPê hejmara girtîgehan qat bi qat zêde bûn. Her wiha hejmara girtiyên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan jî zêde bûn. Di 5 salên dawî de 2 hezar û 258 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.
Şaredariya Peyasê dê li Taxa Firatê li diijî tundiyê Navenda Jinan veke. (13.00)