• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Leşkeran ji bo şîrketa madenê avêt ser gund: Em ê rê nedin talanê

Amed / AW

25 MIJDAR 2025 - 13:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şîrketa madenê bi leşkeran ve avêt ser ser gundê Husika ya navçeya Çinarê. Şeniyên gund li dijî şîrketê rabûn û ji bo parastina axa xwe dest bi çalakiya nobetê kirin û gotin dê rê nedin talankirina axa gundê xwe.

Yek ji cihên ku xwezayê wê tê talankirin jî bajarê Amedê ye. Li gundên navçeyên Amedê bi destê şîrketên nêzî desthilatê her derê kirine cihê talankirinê. Yek ji cihên ku şîrketa madenê çavê xwe berdayê jî gundê Husika ya ser bi navçeya Çinara Amedê ve ye.

Bi salane tevî ku xelkê gundê Husika xwedî li axa xwe xwedî derdikevin û li ber xwe didin jî lê şîrketa madenê bi desteka leşkeran axa gundiyan talan dike. Vê sibehê şîrket bi leşkeran ve dîsa bi ser gund de girt. Xelkê gund li ber vê rabûn û li dijî şîrketê û leşkeran dest bi çalakiyê kirin.

Leşkeran ketin û derketina ji gund qedexe kir

Leşkeran ketina gund dorpêç kir û nehişt kes bikeve gund û derkeve. Rêveberên rêxistinên DEM Partî û DBPê yên navçeya Çinarê, Hevşaredarên Çinarê, Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê û gelek kes li dijî talanê û dorpêçê xwestin biçin gund lê leşkeran rê neda.

Girseyê li dijî qedexeya ketina gund dest bi nobetê kir. Piştî çalakiyê leşker ji gund vekişiyan. Di qedexekirina ketin û derketina ji gund welatiyên gund nikaribûn binçin nexwşxaneyê û zarok nekaribûn biçin dibistanê.

‘Em ê rê nedin şîrketa madenê’

Piştî leşker ji gund vekişiyan girseyê daxuyanî da. Ewilî ji şeniyên gund Şaban Turgay axivî. Şaban Turgay diyar kir ku bi hezaran leşkeran vê sibehê avêtiye li ser gundê wan û got: “Îro tiştên ku li vir pêk hatin hemû ji bo berjewendiyên şexsekî ye. Bi hezaran leşker ji bo şîrketa madenê hatin bi ser gund de girtin. Nehiştin gundî ji gund derkevin. Çi bikin bila bikin em rê nadin madenê. Leşker tên gefan li gundiyan dixwin. Dibêjin ‘Em ê we bixin binçavan’. Lê çi dikin bila bikin em ji wan natirsin.”

‘Dixwazin gundiyan koçber bikin’

Paşê Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz axivî û destnîşan kir ku heke şîrketa madenê li vir bicih bibe û her deverê talan bike dê şêniyên gund ji neçarî ji gund koç bikin û got: “Gel debara xwe bi sewalan dike, sewal jî bi giyayên dar û deveran têr dibin. Dema ku xwezaya li vir were talankirin tu wateya jiyana gundiyan jî namîne. Em ê li dijî talanê li gel xelkê xwe bin.”

Etîket: Çinargundê Husikatalankirina xwezayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kanîreşê li dijî talana xwezayê meş û mitîng hate lidarxistin

Li Kanîreşê li dijî talana xwezayê meş û mitîng hate lidarxistin

25 NÎSAN 2026
Li Gimgim û Kanîreşê têkoşîna man û nemanê: Jeotermal an jiyan?

Li Gimgim û Kanîreşê têkoşîna man û nemanê: Jeotermal an jiyan?

25 NÎSAN 2026
Keskîn Bayindir: Divê em berpirsyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin

Keskîn Bayindir: Divê em berpirsyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin

22 NÎSAN 2026
Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

28 ADAR 2026
Sê baskên civakê: Ekolojî, azadiya jinan û demokrasî

Sê baskên civakê: Ekolojî, azadiya jinan û demokrasî

6 ÇILE 2026
Li Bismil û Çinarê çatiyên 14 fabrîqeyan hilweşiya

Li Bismil û Çinarê çatiyên 14 fabrîqeyan hilweşiya

3 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erka Tom Barrack bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (764)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne