Amed – Îro salvegera 54emîn a darvekirina sê pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê Deniz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Inan e. Ev her sê ciwanên ku di 6ê Gulana 1972an de li Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê hatin darvekirin, ne tenê bûn sembolên têkoşîna li dijî emperyalîzmê di heman demê de bûn mîratgirekî mezin ê têkoşîna “xwişk û biratiya gelan” ku îro jî rêya têkoşîna hevpar a gelan ronî dike.
Piştî derbeya leşkerî ya 12ê Adara 1971an, zextên li ser tevgerên çep û şoreşger zêde bûn. Damezrînerên Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Inan, bi hinceta “hewldana guhertina pergala destûrî” hatin darizandin. Tevî hemû nerazîbûnên raya giştî, parlamentoya wê demê biryara darvekirinê pejirand. Di 6ê Gulana 1972an de, li Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê, her sê ciwan hatin darvekirin.
Jiyaneke ji bo şoreşê: Ji kampusan ber bi çayayan ve
Denîz Gezmîş û hevalên wî di salên 60î de, gava ku pêla şoreşgerî li cîhanê belav dibû, li Tirkiyeyê bûn dengê herî bilind ê ciwanan. Denîz, wekî damezrînerê Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO), di 1947an de li Enqereyê hatibû dinê. Jiyana wî ya kurt lê bi bandor, bi çalakiyên li dijî Filoya 6emîn a Amerîkayê û dagirkirina zanîngehan dest pê kir.
Yusuf Aslan 1947an de li Yozgatê ji dayik bû. Di dema xwendekariya xwe ya li ODTUyê de tevlî nava refên şoreşê bû. Huseyîn Inan jî di sala 1949an de li Gurlun a Sêwasê ji dayik bû. Wekî “teorîsyenê” komê dihat naskirin û bi kûrbûna xwe ya îdeolojîk di nava ciwanan de xwedî bandoreke mezin bû. Van her sê ciwanan ji bo parastina serxwebûna welat û mafên karkeran, sînorên pergala heyî parçe kirin.
Huseyin Înan ê ku di sala 1949an de li navçeya Gurun a Sêwasê ji dayik bûbû û yek ji damezrînerên THKOyê bû. Bi fikrên xwe yên li dijî mêtingeriyê û parastina “Şerê Gel” dihat nasîn. Ew bi kesayetiya xwe ya zana û bi biryar, ku wekî “Dede” dihat binavkirin, bû sembola têkoşîna azadî û xwişk-biratiya gelan.

Li sêdarê qêrîna xwişk-biratiyê
Dema ku di bin sêpêya darvekirinê de bûn, peyamên wan ên dawî bûn bingeha tifaqa gelan a sedsala nû. Denîz Gezmîş bi van gotinan xatir ji jiyanê xwest û got: “Bijî serxwebûna tam a Tirkiyeyê! Bijî marksîzm-lenînîzm! Bijî xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk! Bijî karker û gundî!”
Ew silava ku ji bo gelê Kurd hatibû şandin, di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de şikandineke mezin bû. Di demekê de ku nasnameya Kurd dihat înkarkirin, qêrîna Denîz a li ser sêpêyê, tova yekem a tifaqa şoreşgerî çand.
“Meşa me meşa tolhildana wan e”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek nirxandinên xwe de diyar kiriye ku derketina wî ya ser dikê siyasetê û avakirina PKKê, bersiveke li dijî darvekirina Denîz û hevalên wî ye û dibêje: “Darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî ji bo min biryara têkoşînê bû. Me felsefeya ‘Xwişk-Biratiya Gelan’ a ku Denîz li ser sêpêyê qêriya, kir bingeha şoreşa Kurdistanê. PKK, di heman demê de tolhildana mîrasa Denîz, Mahîr û Îbrahîman e.”
Neteweya Demokratîk
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev mîrasa şoreşgerî hilda asteke teorîk û modela “Neteweya Demokratîk” wekî çareserî pêşniyar kir. Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de balê dikişîne ser van xalanên Jiyana Hevpar, wekheviya hiqûqî û têkoşîna hevpar û dibêje: “Kurd û Tirk ne dijminên hev, lê du gelên bingehîn ên vê axê ne. Biratî bi tenê bi gotinê nabe; divê di destûra bingehîn de mafên çandî û siyasî yên Kurdan werin naskirin. Li dijî faşîzm û emperyalîzmê, eniyeke demokratîk a yekbûyî şert e.”
Li gorî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Denîz, Huseyîn, Yusuf ev sê şoreşger ne tenê lehengên Tirkyeyê ne, lê rûmeta hemû gelên Rojhilata Navîn in.
Mîrateya wan a îro: Raman nayên darvekirin
Îro piştî nîv sedsalî, navê Denîz, Yusuf û Huseyîn li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê di nava dirûşman de dijî. Ew îro ne tenê wêneyekî li ser dîwêr in; ew di nav têkoşîna jinan, ciwanan û kedkaran de vediguherin hêzeke pratîk. Girtîgeha Ulucanlar ku lê hatin darvekirin, îro veguheriye muzexaneyekê, lê ramanên wan ji dîwarên girtîgehan derbas bûne û li kolanan belav bûne. Di salvegera şehadeta wan de, peyama “têkoşîna ji bo azadiyê, bi qasî keda wan pîroz û bi qasî kenê wan herdemî ye tê dubarekirin.










