KCKê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi hurmet bi bîr anî û got: “Yek ji armancên têkoşîna me ew e ku li ser bingeha afirandina Tirkiyeya demokratîk ku hesreta van şoreşgerên mezin bû, çareserkirina pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd e.” Her wiha KCKê 4 şoreşgerên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê û Hozan Mizgîn jî bi bîr anî.
Hevserokatiya Konseya Rêvebera KCKê bi wesileya salvegera darvekirina sê pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan û darvekirina şoreşgerên PJAKî Şîrîn Elemhûlî, Alî Hayderyan, Ferzad Kemanger û Ferhad Wekîlî û salvegera şehadeta Hozan Mizgîn daxuyaniyek nivîskî belav kir.
KCKê di daxuyaniya xwe de got: “Di ser darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan re 54 sal derbas bûn. Em van sê şoreşgerên mezin bi minet û hurmet bi bîr tînin ku nirxên mezin tevlî têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê kirin.”
KCKê diyar kir ku van 3 şoreşgerên mezin ki sêdarê jî gotin ‘bijî xwişk û biratiya gelan’ û di têkoşîna demokrasiyê ya şoreşger a Tirkiyeyê de serdemeke nû dan destpêkirin. Daxuyaniya KCKê bi vî rengî dewam kir: “Di pêşketina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de para van şoreşgeran girîng e. Van şoreşgeran ku hebûna pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd qebûl kirin, kirin ku pirsgirêka Kurd bikeve rojeva hêzên demokrasiyê û hêzên çep ên li Tirkiyeyê.
Rêber Apo hem ji ber sekna têkoşeriya şoreşgerî ya van şoreşgeran hem jî ji ber nêzîkatiya wan a li pirsgirêka Kurd, ji van şoreşgeran bi bandor bû. Dema ku Denîz, Huseyîn û Yûsûf birin sêdarê, Rêber Apo li Girtîgeha Mamakê girtî bû ku li beşeke nêzî wan bû. Dema ku her sê şoreşger hatin darvekirin, Rêber Apo soz da û got, ‘Divê em têkoşîneke welê bimeşînin ku daîmî be û qet qut nebe’.
Darvekirina van sê şoreşgeran bandoreke giran li ciwanên Kurd jî kir, hestên şoreşgerî da ciwanên Kurd. Ev yek bû sedem ku ciwanên Kurd berê xwe bidin nava refên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Koma Apoyî û PKKê ev ciwan ber bi têkoşîna azadiyê ya Kurd ve kişandin. Di nava atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê de ku bi darvekirina sê şoreşgeran guherî, Tevgera me ya Azadiyê jî xurt bû û têkoşîn bi pêş ve bir.
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd yek ji armancên me yên têkoşînê jî ew e ku li ser bingeha afirandina Tirkiyeya demokratîk a ku hesreta van şoreşgerên mezin bû, pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd çareser bike. Em di wê baweriyê de ne ku ev hesreta wan wê li Tirkiyeyê tekez pêk were û em careke din soz didin ku di nava têkoşîna xwe de em ê xwedî li wan derkevin.”
Elemhûlî, Heyderyan, Kemenger û Wekîlî hatin bibîranîn
KCKê bal kişand ser darvekirinên rejîma Îranê û got: “Di 9ê Gulana 2010an de şoreşgerên PJAKî Şîrîn Elemhûlî, Alî Hayderyan, Ferzad Kemanger û Ferhad Wekîlî ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin. Bi van darvekirinan re hate xwestin ku li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bê tepisandin. Lê belê dewleta Îranê nekarî xwe bigihîne vê armanca xwe, berevajî vê yekê gelê Kurd li ser bingeha dilsoziya bi van şoreşgeran re dilxwazî û têkoşîna xwe ya azadiyê hîn bi pêş ve bir. Eger îro li Rojhilatê Kurdistanê daxwaza têkoşîn û dilxwaziya azadiyê ya gelê Kurd bilind bû be, di vir de bandora van şehîdên mezin heye.
Rejîma Îranê dema ku li hemberî daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelan polîtîkaya tepisandina bi zextê û darvekirinan dimeşîne, polîtîkayeke rast neafirîne û pirsgirêkan girantir dike. Eger Îran îro ketibe nava rewşeke gelekî mezin a xitimînê, ev yek ji ber polîtîkaya xwe ye ku bi darvekirinan hewl dide sîstema heyî ya siyasî li ser piyan bihêle.
Ne darvekirina 4 şoreşgerên Kurd ne jî darvekirinên ji niha û pê ve wê Îranê ji rewşa krîzê ya heyî rizgar neke. Yekane rêya rizgariyê gavên ji bo demokratîkbûnê ye ku bi piştgiriya gel rewatiya xwe xurt bike. Îran tenê bi vî rengî dikare pêşî li destwerdana hêzên derve bigire. Gelê Kurd wê darvekirina 4 şoreşgeran ti carî ji bîr neke û li Kurdistan a azad û Îran a demokratîk wan bi bîr bîne.”

‘Di pêşketina hunera Kurdî de keda Hozan Mîzgîn gelek mezin e’
KCK di dawiya daxuyaniya xwe de hunermend Hozan Mizgîn jî bi bîr anî û ev yek anî ziman: “Şehîd Hozan Mizgîn 11ê Gulanê di şerê li hemberî artêşa Tirk de şehîd bû. Eger îro di nava çand û hunera Kurd de pêşketin hebe, keda Hozan Mizgîn gelekî mezin e. Hozan Mizgîn baweriya xwe bi wê yekê anî bû ku tenê bi têkoşînê çand û hunera Kurd dikare rabe ser piyan û ruhê azadiyê yê gelê Kurd dikare bê afirandin. Bi vê baweriyê weke Hozan Sefkan beşdarî nava refên gerîla bû û şehîd bû. Piştre jî weke Hozan Hogir, Hozan Sîpan, Hozan Serhed gelek hevalên me yên ji karê çand û hunerê beşdarî nava refên gerîla bûn û şehîd bûn. Hozan Mizgîn bi vî rengî kevneşopiya çand û hunera şoreşgerî afirand. Em Hozan Mizgîn bi minet û hurmet bi bîr tînin û soz didin ku dilxwaziya azadiyê û welatparêziya kûr a di kesaiyeta wê ya hunerê de hebû di nava têkoşîna xwe de dewam bikin; hebûna gelê Kurd mayînde bikin û jiyana azad tekez pêk bînin.”














