Navenda Nûçeyan – Zaroka bi navê Rosêl Mihemed Xelef a 24ê Cotmehê di êrişa Tirkiyeyê ya li Şehbayê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Di 24ê Mijdarê de Tirkiye û hêzên paramîlîter ên bi ser Tirkiyeyê ve gundê Helîsa yê bajarokê Fafînê yê Şehbayê topbaran kiribûn.
Di encama êrişê de welatiyê bi navê Mihemed Arêf Hecî (40) yê ji koçberên Efrînê jiyana xwe ji dest dabû û Hisên Mihemed Hesen Xelef (9), Mihemed Hec Mihemed (14 ) û Rosêl Mihemed Xelef (13) jî birîndar bûbûn.
Rosêl Mihemed Xelef ku li nexweşxaneyek Helebê dihat tedawîkirin îro jiyana xwe ji dest da.