• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

    MÎA-FED: Ji bo avakirina civakeke azad konferansê li dar dixin

    Otomatik taslak

    Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

    MÎA-FED konferansa xwe ya sêyemîn li dar dixe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

    MÎA-FED: Ji bo avakirina civakeke azad konferansê li dar dixin

    Otomatik taslak

    Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

    MÎA-FED konferansa xwe ya sêyemîn li dar dixe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

Şirnex / AW

20 HEZÎRAN 2026 - 14:29
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevberkevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç di Komxebata Herêma Botanê de got ku gel ji bo avakirina yekitiyê amade ye û divê sazî û dezgehên Kurdan jî li gorî vê yekê gavan biavêjin.

Komxebata Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk a Aştiya Navxweyî bi tevlîbûna Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, endamên sekreteryaya însiyatîfê, partiyên siyasî, saziyên civakî û bi dehan rûspiyên Herêma Botanê li Eywana Civînê ya Şaredariya Cizîrê hat lidarxistin. Beriya ku komxebat destpê bike ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Hevberdevkê Însiyatîfê Mehmet Kamaç di vekirina komxebatê de bal kişand ser nêzîkatiya gelê Kurd ya li ser yekitiya û got ku gelê Kurd di nav xwe de yekitiyê ava kiriye û divê sazî û dezgehên Kurdan jî yekitiya xwe ava bikin.

Sekreteryayê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Ahmet Ertak di axaftina de diyar kir ku wan ji bo şêwiriya pirsgirêkên di nava civakê de ev komxebat pêk aniye û ew dê li gelek deverên bakurê Kurdistanê komxebatan pêk bînin.

Hêzên desthilatdarên Kurdistanê naxwazin yekitiya Kurdan pêk were

Piştî axaftina Ahmet Ertak, Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç got ku çi dibe bila bibe ew ê heya dawiyê ji bo avakirina tifaqa Kurdan xebatên xwe pêk bînin û wiha axivî: “Dema me nava civaka xwe de nîqaşên yekitiyê kir, hewcedarî derket holê ku em Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ava bikin. Heya îro li ser tekitiya Kurdan gelek xebat hatine kirine lê mixabin heya îro me Kurdan nekariya yekitiya xwe ava bikin. Ji ber ku di sedsala dawîn de Kurdan tifaqa xwe pêk neaniye Kurdistan bûye çar parçe. Helbet ev yek nayê wê wateya ku em dev ji xebatên yekitiyê berdin. Li cîhanê yekitiya navdewletî li hember yekitiya Kurdan de hatiye avakirin û destûr nadin ku em weke gelê Kurd yekitiya xwe ava bikin. Li ser van hemû pêkanîna em dev ji armanca xwe ya yekitiyê bernadin. Dewletan nava xwe de em kirin çar parçe lê em di nav xwe de bûne hezar parçe. Dewletên dagirker em Kurd bi nasnameyên cuda cuda pênasekirine û her ku êrîşî me kirine bi ser navekî ji derveyî Kurdbûnê em pênase kirin. Bi ser kîjan navî em pênase kirinbin û êrîş kiribin jî ew pênase hemû em in.”

‘Em ji bo yekitiya Kurdan di serdemek zêrîn re derbas dibin’

Mehmet Kamaç destnîşan kir ku ew di serdemek zêrîn re derbas dibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro em di xaleke zêrîn re derbas dibin. Di vê xala zêrîn de ji bo Kurdan xala herî girîng yekitî ye. Birdoziyên navxweyî piştî yekitiyê tê. Ji ber vê yekê destpêkê tekitî piştre partî û birdozî. Di êrîşên li ser Rojava de gelê Kurd bû yek, li hember van êrîşan yekitiya xwe nîşan da. Tişta me ji vê bertekê fam kiriye, gel dibêje me yekitiya xwe ava bikin. Ji ber ku yekitî ji bo me ji av, nan û hewa muhimtir e. Gelê me hemû dilsozê yekitiyê ye, partiyên me, baweriyên me çi bibe bila ew be lê em dizanin ku beşdarên vir hemû dilsozên yekitiyê ne. Demên dawî qala entegrasyonê tê kirin. Ev yek niha li Rojava pêk tê. Beriya entegrasyona bi dewletên dagirker re hewceyiya me entegrasyona navxweyî heye.”

‘Divê her kes ji bo yekitiyê destê xwe têxe bin kevir’

Mehmet Kamaç diyar kir ku divê ji bo pirsgirêkên navxweyî her kes destê xwe têxe binê kevir û axaftina xwe wiha domand: “Em hêvî û tika ji gelê xwe dikin ku ji bo pirsgirêkên navxweyê destê xwe danin bin kevir de. Rast e civaka me ji malbat, qebîle û eşîran pêk tê. Ev ji bo me nirxin lê dema eşîrek an jî malbatek hêze xwe li ser hin kesên din bikar bîne ev yek nayê qebûlkirin. Divê eşîrên me aliyên xwe yên pîroz li nav civakê bidin jiyandin.”

Mehmet Kamaç herî dawî da zanîn ku beriya niha ew tev li Konferansa Yekitiya Rojava bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ehmedê Xanê di Destana Mem û Zîn de qala 3 şexsiyetan dike, Zîn, Mem û Beko. Di vir de Zîn Kurdistanê temsîl dike, Mem Kurdan temsîl dike û Beko jî nakokiyên dewlet têxe nava me temsîl dike. Dewletên derdora me naxwazin Zîn û Mem bigihijin hev. Ango naxwazin Zîn û Mem bigihijin hev. Li vê derê pêtir dixwazin hûn biaxivin. Ji ber ku em bizanin civak çi dixwaze û çi ji me re dibêje. Em beriya niha tev li Konferansa Yekitiya Rojava bûn û li wê derê me dît ka çawa hemû rengên Rojava tên gel hev. Em hêvî dikin di demek kurt de li Bakur jî em bi vî awayî konferansa yekitiyê lidar bixin. Her wiha em vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê pêk bînin û yekitiya xwe ya çar parçeyên Kurdistanê ava bikin.”

Piştî axaftina Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, dîwan hatin hilbijartin û li ser navê dîwanê Fadîl Bedirhanoglû diyar kir ku ji dîroka kevnar a Kurdan heya îro her kesî yekitiya gelê Kurd xwestiye û wiha axivî: “Ji dîroka kevnar a gelê Kurd heya îro, him oldarên me, him zanyarên me, him jî pêşkêşên me ji bo me gelek qala yekitiyê kirine. Em jî îro li ser şopa wan dimeşin û divê teqez em yekitiya gelê xwe ava bikin.”

‘Heya êrîş û tundiya li ser jinê xelas nebe yekitiya navxweyî pêk nayê’

Piştî Bedîrhanoglû, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zozan Ahmetoglû bi lêv kir ku pêşniyara avakirina Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin û ev tişt anîn ziman: “Em di wê baweriyê de ne ku ev komxebat dê bi vê hişmendiyê were birêvebirin. Ji destpêka dîrokî dema ku rêvebirina civakê di destê jinê de bû ev gengeşiyên îro tên jiyan nebûn. Dema jin pêşeng be, şerên navxweyî û navdewletê pêk nayên. Devera ku jin rêve dibe aramî heye. Îro li ser gelê me şerek taybet heye. Dewletên desthilatdar bi êrîşa li ser jinê dixwaze civakê bêxe bin kontrola xwe. Nebesiyên me yên nava civak û malbatê de gelekî zêde ne. Heya îro jî civaka me jinê weke kole dibîne û bi vî awayî êrîşên ser jinê berdewam dikin. Heya ku êrîş û tundiya li ser jinê di nava civaka me de xelas nebin em ê nekarin yekitiya xwe jî ava bikin. Civaka ehlaqî û polîtîk encax bi avakirinek pêşerojê ya bi jinê em dikarin ava bikin.”

Piştî axaftina Zozan Ahmetoglû Komxebata Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk a Aştiya Navxweyî bi nirxandinên beşdaran berdewam kir. Beşdarvanên ku nêrînên xwe anîn ziman xwestin ku demildest konferansa neteweyî ya gelê Kurd pêk were û yekitiya gelê Kurd were avakirin.

Komxebata Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk a Aştiya Navxweyî piştre ji çapemeniyê girtî dom kir û bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Ahmet ErtakHevberdevkê Yekitiya Înîsiyatîfa DemokratîkMehmet KamaçZozan Ahmetoglû
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Yekîtî êdî ne tercîh, mecbûriyet e

26 NÎSAN 2026
Bi hezaran ji bo aştî û azadiyê herikîn qada mîtîngê

Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

26 NÎSAN 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

27 ADAR 2026
‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

‘Operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî’

27 ADAR 2026
Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

12 ADAR 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

4 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mîrateyek ji bîra aborî û çandî ya Amedê hildiweşe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‎Murad Demîr li Enqereyê derket li ser dikê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (571)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne