Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji konferansa Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê re peyam şand û got: “Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin, veguheriye amûra meşrûbûna dewletê, pê re rehên demokratîk azadîxwaz ên îslamê hatine qelskirin.”
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşmeya “Demokratîk Îslam: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansa xwe ya mezin a sêyemîn lidar dixe. Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin. Kurmanciya Peyamê Emîn Ay Tirkiya wê jî Hatîce Şekerê xwend.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
“Beşdarên hêja, bawermendên bi nirx ên konferansa Îslama demokratîk…
Îslam di cewherê xwe de tevgereke civakî ya heqîqetê ye, li ser nirxên azadî, edalet û wekheviyê yên civaka exlaqî û polîtîk hatiye avakirin. Civaka yekem a Îslamê ku di pêşengiya Hz. Muhemmed de çêbûye, li dijî tehekuma çînîtî, mêtinkarî û eşîrtiyê, bûye pêngaveke mezin a civaka demokratîk û bi pêş ketiye.
Cewherê azadîxwaz a civaka Îslamê ji aliyê desthilatên dewletparêz ve hatiye dorpêçkirin
Lê her ku dem derbas bûye, vê cewhera azadîxwaz û civakî ya Îslamê, ji aliyê desthiatdariyên dewletparêz ve hatiye dorpêçkirin. Di pêvajoya ku bi Emewiyan dest pê kiriye de, ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin, veguheriye amûra meşrûbûna dewletê, pê re rehên demokratîk azadîxwaz ên îslamê hatine qelskirin. Di roja me de hem bi îslama fermî ya dewletê, hem jî aliyên mezhebperest ên ku armanca wan desthilatdarî ye; vê jirêderketina dîrokî bi awayên cuda tê domandin.
Wesîqeya Medîneyê peymaneke civakî ya demokratîk e
Wate û feraseta Îslama demokratîk; tê wateya vegera li nirxên exlaqî, wijdanî û azadîxwaz ên ku jixwe di cewherê îslamê de hene. Yek ji referansên herî girîng ên dîrokî yên vê yekê Wesîqeya Medîneyê ye. Wesîqeya Medîneyê, peymaneke civakî ya demokratîk e, cewherê baweriyên cuda, nasname, çand û civakên cuda parastiye, wan bi rêgezên jiyana hevpar anîne ba hev. Bi vê aliyê xwe, yek ji modelên yekem ên cudaparêz, yekîtiya demokratîk û dîroka mirovahiyê ye.
Têkoşîna herî mezin ew e ku mirov ji bo xwe dike û xwe diguherîne ye
Cîhada rastîn têkoşîna mirov a li dijî nefsa xwe ye. Têkoşîna domdar a li dijî meylên desthilatdariyê, ezezîtî, daxwaza tehekumê û hemû awayên zulmê ye. Têkoşîna herî mezin, têkoşîna ku mirov bi xwe re dike, xwe diguherîne û digihîje heqîqetê ye. Heta ku çanda xwerexnekirinê tunebe; ne azadiya şexsî ne jî ya civakî dikare çêbibe.
Divê ol nebe amûra desthilatê bibe wijdana civakê
Rêgeza şûra ya di Îslamê de, yek ji nirxên bingehîn ên civaka demokratîk e. Şûra tê wateya hebûna exlaqê hevpar ê civakê, bi hev re girtina biryaran. Tê wateya ku civak dikare rêveberiyê kontrol bike. Kokên dîrokî yên siyaseta demokratîk, demokrasiya cihî û jiyana komunal di nava vê ferasetê de hene. Tişta pêwîst e were kirin ew e ku destûr neyê dayîn Îslam bikeve xizmeta dewlet, desthilatdarî û hêzên sermayedar. Divê ku ji nû ve bi vegera li cewherê wê, bikeve xizmeta civaka exlaqî, siyaseta demokratîk û jiyana azad. Ol bibe wijdanê civakê, ya ne desthilatdariyê. Heqîqet tenê bi rêxistinbûna azad a civakê dikare were bidestxistin.
Îslama Demokratîk jiyana exlaqî esas digire
Feraseta ku pêşî li azadiya jinan digre, xwezayê weke objeya tehekuma bêsînor dibîne û di navbera gelan de dijminahiyê çêdike, tu carî cehwerê îslamê temsîl nake. Îslama demokratîk; perspektîfa jiyana exlaqî ye, azadiya jinan, jiyana ekolojîk, hevgirtina civakî û xwişk-biratiya gelan esas digre. Bi vê aliyê xwe ne tenê ji bo civakên misilman, ji bo hemû mirovahiyê yek ji çavkaniyên herî girîng ên şaristaniya demokratîk e. Li dijî krîzên ku li Rojhilata Navîn kûr dibin, şerên mezheban, pevçûnên netewperest û têkoşîna di navbera desthilatdariyan de çareserî; ne bihêzkirina hêzên dewletparêz û hegemon e, pêşxistina civaka demokratîk e.
Perspektîfa Îslama Demokratîk dikare pêşî veke ku gel bi baweriya xwe bi hev re bi awayekî azad bijîn
Perspektîfa Îslama demokratîk, dikare pêşî veke ku gel bi nasnameyên xwe, bi baweriyên xwe û îradeya xwe ya azad bikaribin bi hev re bijîn. Ez bawer dikim ku nîqaşên hûn li ser vê esasê bikin û encamên ku hûn jê derbixin; dê ji bo avakirina civaka demokratîk, jiyana hevpar a gelan û ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a me destpê kiriye bibe piştgirî, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.”













