Dozgerê komarê îdianameya der barê rojnameger Reyhan Hacioglu de amade kir. Dozger di îdianameyê de hemû xebatên rojnamegeriyê wek sûc dît.
Di çarçoveya lêpirsîneke ku navenda wê Stenbol bû, polîsan di 17ê çileyê de di serdagirtina malan de rojnameger Reyhan Hacioglu binçav kirin. Di 20ê çileyê de jî bi îdiaya endamên rêxistinê ye girtin. Rojnameger Reyhan Hacioglu li Wanê hatibû binçavkirin û pişter şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê û îdianameya derbarê Hacioglu de hat amadekirirn.
Di îdianameya ku ji 46 rûpelan pêk tê de dîrok û rêxistinbuna PKK û KCKê tê vegotin. Li gorî îdianameyê bernameya ‘Haftanin Polîtîgî’ ku Hacioglu pêşkeş dike wek sûc hatiye desnîşankirin. Mijarên bernameyê yên wekî; binpêkirinê mafan ên li girtîgehan, zextên li dijî jinan, tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, binçavkirin û girtina rojnamegeran sûc hatine hesibandin. Di îdianameyê de axaftinên mêvanên bernameyê û kovara Modernîteya Demokratîk jî wekî sûc cih digirin.