Di Komxebata Egitim-Senê de nunerên saziyan di kursiya azad de nirxandin kirin û xwestin ku her pîşe li her derê bi kurdî biaxivin û kurdî bi pêş ve bibin.
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Komxebatê bi rûniştina şeşem bi nirxandinên saziyan û kursiya azad berdewam kir. Nunerên saziyan derketin dikê û nirxandin kirin. Li ser navê Komeleya Jinan a Rosayê Esra Çelik Ercan axivî û diyar kir ku mafê jinan ê sereke tê binpêkirin û wiha axivî: “Xizmên Fatma Altinmakasê dest dirêjî wê kirin. Fatmayê gilî kir lê ji ber ku Fatma Altinmakasê bi Tirkî nedizanî polîsan ew şand malê. Paşê Fatma kuştin. Mafê jinê yê sereke nayê parastin. Desthilatdar maf nade jinê. Dema ku şaredarî desteser kirin jinan nedikarî li şaredariyan gilî bikin. Ji ber ku qeyûm Kurdî qedexe kiribû. Jinan jî nikaribûn li şaredariyan bi zimanê xwe biaxivin. Cîhan diguhere Lê mafê jinan hej jî tê binpêkirin. Lê em ê ji bo mafê xwe li her derê bin.”
‘Problema sereke tunebûna mamosteyan e’
Li ser navê Weqfa Mezopotamyayê Cemîl Guneş axivî û xwest ku xebatên ji bo zimanê zikmakî bibin xebatên sereke û got: “Rizgariya ziman bi xwendina ziman pêkan e. Li Tirkiyeyê nezikatiya nû derketiye holê. Êdî ji zimanê Kurdî re dibêjin zimanê mîrasê. Divê em li dijî vê yekê xebatê xwe veguherin zimanê zikmakî û bibêjin em zimanê perwerdê dixwazin. Em bi hev re bibêjin bila kurdî bibe zimanê perwerdê.”
‘Divê em têkoşînê xurt bikin’
Li ser navê Nubiharê Nesîbe Kayagê jî diyar kir ku ev komxebat xebateke pîroz e û got: “Astengiya sereke ya li pêşiya ziman ew e ku zimanê me ne xwedî statû ye. Her diçe êdî Kurdî nayê axaftin. Zimanê Kurdî tenê li malê tê axaftin. Ev talûke ye. Divê em têkoşînê xurt bikin. Divê em bibin yek û zimanê xwe li kolanan belav bikin.”
‘Zimanê dayikê çerm û laşê me ye’
Paşê rêveberê Komeleya Rojanmegeran a Dîcle Firatê (DFG) Fahrettîn Kiliç axivî. Fahrettîn Kiliç qala armanca avakirina Ajansa Welat kir û xwest ji bo pêşî li bişaftin û xwepişaftinê bê girtin xwedî li zimanê kurdî û saziyên ji bo ziman dixebitin bê derketin û got: “Pirsgirêkên ku çapemeniya kurd li qadê pê re rû bi rû dimînin zêde ne. Divê sazî, dezgeh û partiyên siyasî û çapemeniya kurd bi berpirsyarî tev bigerin. Karê me gelek girîng e. Îro bi dehan hevalên me ji bo rastiyê derdixin holê di zindanan de ne. Hevalên me Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan bi êrişeke hewayî hatin kuştin. Lê em ê tu carî nehêlin rastî di tariyê de bimînin û em ê heqîqetê bi zimanê xwe yê dayikê ji raya giştî re ragihînin. Mîr Celadet Elî Bedirxan dibêje ‘Zimanên biyanî cil û kincên me bin, zimanê dayikê çerm û laşê me ye’. Ev nîşan dide ku zimanê dayikê çiqas girîng e.”
‘Divê em her roj xwedî li zimanê xwe derkevin’
Paşe li ser navê MED-DERê Mamoste Mûsa Şanak axavî. Mûsa Şanak diyar kir ku bi kedeke giran hatinê vê astê û got: “Yên ku em înkar kirine, mafê me binpêkirine li ser zimanê me jî polîtîkayên bişaftinê dimeşînin. MED-DER dixwaze hişmendiya kurdî ava bike. Li pêş me 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî heye. Lê divê ne tenê rojekê divê her roj em li zimanê xwe xwedî derkevin. Divê her sazî xwedî li Kurdî derkevê û Kurdî biaxive. Hewceye em hemû li êşa bîrkirina zimanê Kurdî bihesin. Divê em nexweşiya xwe bizanin û vê nexweşiyê çareserbikin. Desthilatdar dibejê nifşekî din jî bi zimanê xwe neaxive êdî her zeravayê Kurdî dê werê jibîrkirin. Li dijî wan divê em li her kolanan di nav têkoşînê de bin.”
‘Em Cejna Kurdî bi coş pîroz bikin’
Paşê Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan axivî û qala kar û xebatên PENa Kurd kir û xwest 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê UNESCOyê ve weke rojeke navnetewî bê qebûlkirin. Omer Fîdan da zanîn ku dê beriya 15ê Gulanê têkildarî vê mijarê konferansekê li dar bixin.”
Endamê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Yakûp Guneş ku bi zaravayê kirmanckî axivî, bal kişand ser pirsgirêkên ku zaravayê kirmanckî pê re rûbirû dimîne û got: “Hevalên me dibêjin kirmanckî bi tunebûnê re rûbirû ye lê li gorî wê tevnagerin.”
Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn jî bal kişand ser bandora çand û hunerê ya li ser ziman û xwest her kes zarokên xwe bişînin saziyên çand û hunerê.
Dû re gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî astengî, pirsgirêkên ku zimanê kurdî pê re rûbirû dimîne vegotin û ji bo ku ev astengî ji holê rabin pêşniyarên xwe pêşkeş kirin. Piştî axaftinan encamnameya komxebatê hate parvekirin.