• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo Roboskiyê banga têkoşînê kir

    Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo Roboskiyê banga têkoşînê kir

    Li Elkê wesayîtek firiya çem: 3 kes birîndar bûn

    Li Elkê wesayîtek firiya çem: 3 kes birîndar bûn

    Di kongreya DMSê de banga mîtînga 4ê çile kirin

    Di kongreya DMSê de banga mîtînga 4ê çile kirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze

    Platforma Ked û Demokrasiyê ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze

    Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

    Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Roboskî nayê ji bîrkirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Roboskî nayê ji bîrkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo Roboskiyê banga têkoşînê kir

    Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo Roboskiyê banga têkoşînê kir

    Li Elkê wesayîtek firiya çem: 3 kes birîndar bûn

    Li Elkê wesayîtek firiya çem: 3 kes birîndar bûn

    Di kongreya DMSê de banga mîtînga 4ê çile kirin

    Di kongreya DMSê de banga mîtînga 4ê çile kirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze

    Platforma Ked û Demokrasiyê ji dewletê xwest ku lêborînê bixwaze

    Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

    Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Roboskî nayê ji bîrkirin

    Platforma Ked û Demokrasiyê: Roboskî nayê ji bîrkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurd li Stenbolê jî çand û zimanê xwe diparêzin

Mahmût Altintaş / AW

16 NÎSAN 2025 - 09:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Kurdên ku di salên 90an de gundê wan hatine şewitandin û ji neçarî koçî metropolan bûnê ziman û çanda xwe diparêzin. Welatiyên koçî Stenbolê kirine destnîşan kirin ku ew li metropolên Tirkiyeyê jî ziman û çanda xwe diparêzin.

Gelek gundên bajarên Bakurê Kurdistanê di salên 90an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şewitandin. Di encama şewitandina gundan de gelek Kurd ji cih û warên xwe ji neçarî koçberî metropolên Tirkiyeyê bûn. Her wiha xizanî, birçîbûn û bêkarî jî ji bo Kurdan bû sedema koçberiyê. Kurdên ku ji bajarên Kurdistanê koçberî metropolan bûn piraniya wan li bajarê Stenbolê bi cih bûn. Ji ber koçberiya bi milyonan Kurd, bajarê Stenbolê bû yek ji bajarê Kurdan. Kurdên ku ji ber zext, zilm û zordariya dewletê û aboriyê li Stenbolê kom bûnê bi karkerî, dikandarî û hwd. debara xwe dikin. Li Stenbolê yek ji taxên ku herî zêde Kurd lê kom bûnê û weke taxa Kurdan jî tê zanîn taxa Haci Ahmet a navçeya Beyoglû ya Stenbolê ye.

Taxa Haci Ahmedê weke navçeyeke bajarên Kurdistanê xuya dike

Kurdên ku piraniya wan ji bajarên Mêrdîn û Amedê li taxa Haci Ahmedê bi cih bûnê û li wir jiyana xwe didomînin. Piraniya Kurdên ku li taxa Haci Ahmedê bi cih bûne jî di salên 90an de gundên wan hatine şewitandin. Kurdên ku ji ber gundên wan hatinê şewitandin û bi zehmetî koçberî Stenbolê bûnê û li wir jî taxa Haci Ahmedê bi cih bûnê tevî ku li dûrî Kurdistanê ne jî ziman û çanda xwe parastine. Kurdên li taxa Haci Ahmedê rûdinên hevdû nasdikin û bi hevdû re bi Kurdî diaxivin. Taxa Haci Ahmedê ji ber vê yekê weke navçeyeke bajarên Kurdistanê xuya dike. Em bi Kurdên li taxa Haci Ahmedê re axivîn û diyar kirin ku tevî zor û zahmetiyan jî wan ziman û çanda xwe parastine.

‘Li vir jî ziman û çanda xwe diparêzin’

Welatiya bi navê Kadriye Daglar ku li gundê Dirêja ya navçeya Kerboran a Mêrdînê koçber bûyê 27 sal in li Stenbolê dijî. Kadriye Daglar ku gundê wan jî di salên 90an de hatiyê şewitandin bi lêv kir ku wê pir beriya welatê xwe kiriyê û ev tişt got: “27 sal in em hatine Stenbolê. Gundê me Dirêja li navçeya Kerboran a Mêrdînê ye. Gundê me şewitandin, xirab kirin. Em jî neçar man ku bên Stenbolê bi cih bibin. Piştî em hatin li vê taxê bi cih bûn û li vir dijîn. Zarokên me jî di atolyeyan de dixebitin û debara xwe dikin. Em mecbûrî hatin, bi keyfî nehatin. Me beriya welatê xwe kiriyê. Welat şêrîn e. Em piştî ku hatin vir jî me ziman û çanda xwe parast. Em biçin ku derê em Kurdî diaxivin. Em bi zarok û neviyên xwe re jî bi Kurdî diaxivin. Divê meriv zimanê xwe biaxive û biparêze. Em li gund çawa dijîn li vir jî wisa dijîn. Li vir jî ziman û çanda xwe diparêzin.”

‘Li taxê hemû kes bi Kurdî diaxive’

Xizanî û birçîbûna ku dewletên serdest li ser Kurdan ferz kiriyê bûye sedema koçberiyê. Gelek Kurd ji bo kar li bajarên Kurdistanê koçberî metropolên Tirkiyeyê bûne. Davut Buyuk jî yek ji wan e. Davut Buyuk ku ji ber kar 15 sal berê ji Mêrdînê koçberî Stenbolê bûye ji bo zimanê xwe li welatê xerîbiyê biparêze bi zarokên xwe re Kurdî diaxive. Davut Buyuk destnîşan kir ku ew li taxê bi hev dû re Kurdî diaxivin û ev tişt anîn ziman: “Li bajarê me kar tunebû me jî li vir kar dît û ji ber wê jî neçar man koçberî metropolan bibin. Ew 15 sal in jî li vir dijîm. Em li vir jî ziman û çanda xwe diparêzin. Di vê taxê de em hemû jî Kurd in. Em bi hev re Kurdî diaxivin. Zarokên me jî Kurdî dizanin. Em bi wan re Kurdî diaxivin. Em ziman û çanda xwe diparêzin. Divê meriv zimanê xwe winda neke. Dema em Kurdekî dibînin û Kurdî diaxivin kêfxweş dibin.”

‘Em dev jî zimanê xwe bernadin’

Welatiya bi navê Hamdiye Ay jî 35 sal berê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê koçberî Stenbolê bûye. Ew jî yek ji wan kesan e ku ji ber xizanî û bêkariyê neçarî koçber bûye. Hamdiyeyê anî ziman ku ew di mala xwe de bi taybetî Kurdî diaxivin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê koçberî Stenbolê bûn. 35 sal in em li Stenbolê dijîn. Em dev ji zimanê xwe bernadin. Em bi zimanê xwe diaxivin. Heta em sax bin jî em ê bi zimanê xwe biaxivin. Em doza mafê zimanê xwe dikin. Em bi zarok û neviyên xwe re Kurdî diaxivin. Di nav malê de em qet Tirkî naaxivin. Em ji bo ku zarokên me jî fêrî zimznê xwe bibin di nav malê de Kurdî diaxivin. Neviyê min hê pir biçûk e jî Kurdiyeke pir xweş diaxive. Yên ku xwe bizanibin wê bi zimanê xwe biaxivin. Em ji bo vî zimanî hatin vî halî û ji ber wê jî em ê heta dawiyê zimznê xwe biparêzin.”

Etîket: çandKurdziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen vekir

Şaredariya Bismilê Navenda Çand û Hunerê ya Arjen vekir

27 KANÛN 2025
Roja duyemîn ya Mîhrîcana Muzîkê: Ji bo aştiyê erka xwe pêk bînin

Roja duyemîn ya Mîhrîcana Muzîkê: Ji bo aştiyê erka xwe pêk bînin

11 KANÛN 2025
Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

Panela ‘Kurd, di xebatên derûnnasiyê de’ hat lidarxistin 

6 KANÛN 2025
‘Divê em jin bi têkoşînê xwe azad bikin’

Dijminantiya CHPê ya li dijî Kurdan

22 MIJDAR 2025
Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

Leşkerên Îranê 2 Kurd kuştin

16 MIJDAR 2025
Îranê di cotmehê de 241 kes darve kirin

Îranê di cotmehê de 241 kes darve kirin

2 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (568)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne