Amed – Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHDê Ferat Koçeroglû têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û mafê hêviyê axivî û got: “Divê Wezareta Dadê li ser mafê hêviyê xebatan bide destpêkirin.”
Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHDê Ferat Koçeroglû têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û mafê hêviyê ji ajansa me re axivî.
Ferat Koçeroglû, da zanîn ku weke Komîsyona Girtîgehan a OHDê xebatên xwe didomînin û wiha got: “Em serdana Girtîgehên li Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê dikin. Li van girtîgehan nexweşên giran hene. Hinek ji wan nexweşên penceşêrê yên giran in. Hatine asta dawiyê. Hatine wê astê ku heke neye dermankirin mafê wî yê tenduristiyê neye dayîn dê jiyana xwe ji dest bide. Tişta em li van girtîgehan dibînin tiştek ji bo girtiyên nexweş nayê kirin. Em diçin li van girtîgehan serlêdanan dikin lê serlêdan bi neyînî encam digirin. Di demekî nêz de li Girtîgeha Amedê girtiyê nexweşê giran ê penceşêrê Botan Karsû hebû. Nexweşiya wî di asta dawî de bû. Niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê dihate dermankirin piştî ku taloqkirina înfaza wî betalkirin ew şandin Wanê, niha nikare ji bo kontrolê biçe nexweşxaneyê. Hewce bû du hefteyan carekê biçe nexweşxaneyê û tedawiya kemoterapiyê bibe. Ji bo ku înfaza wî bê taloqkirin me serlêdan kir. Nexweşxaneyê rapora ku ‘nikare bi tena sere xwe jiyana xwe li girtîgehê berdewam bike’ da. Ji mehekê zêdetir e ji bo ku infaza wî were taloqkirin em serlêdan dikin. Lê tu bersiv nayên dayîn.”
‘Girtîgehên Tîpên R ne ji bo tedawiyê ji bo tecrîdê hatine avakirin’
Ferat Koçeroglû da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê jî girtiyên nexweş hene û wiha berdewam kir: “Digotin ku dê van Tîpên Ryan ji bo nexweşan ava bikin. Lê tişta em dibînin ew cih ji bo girtiyên nexweş girantir e. An ku ji bo tecrîd û îzolasyonê ye. Li wir 2-3 girtiyên nexweş hene. Yek ji van Nûrettîn Başaran e. Girtiyekî nexweş û giran e. Nikare bi tena serê xwarin jî bixwe û serê xwe jî bişo. Ev girtî di odeyekê de bi kesekî re tê ragirtin. Hevalê wî jî weke wî nexweş e. Ji milê xwe felc bûye û ew jî nikare bi tena sere xwe jiyana xwe bidomîne. Lê dema me û parêzerê vî girtiyê nexweş ji bo taloqkirina înfazê serlêdan dikin midûriyeta polîsan dibêje ‘ev kes ji derve re tehdît e, bernedin’. Dadgeh jî vê yeke pêk tîne. Ev girtî ji navtanga xwe û jêr felc bûye, nikare bi tena sere xwe rabe ser piyan jî. Bêyî kursiya biteker nikare hereket jî bike.”
Girtiyên nexweş nagihêjin mafên xwe yên tenduristiyê
Ferat Koçeroglû destnîşan kir ku girtiyên nexweş nikarin mafê xwe yê tenduristiyê jî bikarbînin û wiha pê de çû: “Di şertên normal de hewce ye ku hemşîre biçe ba wan ji aliyê tenduristiyê ve çi hewce bibe alîkariya wan bike. Lê ew jî nayê kirin. Û girtiyên edlî tên serê wan dişon. Bi vî awayî di wî cihî de tên girtin. Em serlêdana dikin lê bersivan nagirin. Hewce ku em û saziyên din ên hiqûqê bi hev re kar bikin. Her wiha dema girtiyan dibin nexweşxaneyê lêgerîna nava dev li wan tê ferzkirin û bi vî awayî îşkenceyeke psîkolojîk li wan tê kirin. Ji ber girtî vê îşkenceyê qebûl nakin, pirî caran nikarin biçin nexweşxaneyê jî. Ji ber vê yekê tedawiya wan kêm dimîne, nikarin dermanên xwe bistînin.”
‘Li girtîgehan îzolasyon heye’
Ferat Koçeroglû bi lêv kir ku girtî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û wiha domand: “Li hinek girtîgehan kesek, hinekan sê kes lê tên ragirtin. Hinekan jî cih hebe jî wan ji hev vediqetînin. Mînak li Girtîgeha Amedê kesekî cezayê ‘propagandaya rêxistinê’ lê hatibe birîn tevî siyasiye jî nabin cem girtiyên siyasî. Ji girtiyên din dûr dixe û wan ji hev vediqetînin. Ev yek îzolasyon e. Ji ber vê yekê pirsgirêk pir in. Dema girtiyên siyasî serî li qursên ziman an tembûr didin, ji bo ku wan tev li nekin hincetên weke hêj dest pê nekiriye, hejmar kêm e an jî zêde ye nişan didin û bi vî awayî nahêlin mafên xwe jî bikarbînin.”
‘Girtîgehên nû ji bo tecrîdê hatine avakirin’
Ferat Koçeroglû da zanîn ku girtiyên nexweş li Girtîgeha Amedê, Xarpêtê, Erzîncan û Erziromê jî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hejmara girtiyên nexweş zêde ye. Û rewşa wan nebaş e. Hewce ye heta dawiyê bikarin mafê xwe yê tenduristiyê bikarbînin. Girtiyên nexweş ji ber astengiyên rêveberiyên girtîgehan nikarin biçin nexweşxaneyê. Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê ji bo girtiyên nexweş hatiye avakirin. Lê şertên li vê girtîgehê ji şertên girtîgehên din girantir e. Her wiha girtîgehên weke Tîpên S, Y, Ewlehiya Bilind hene. Piraniya van girtîgehan nû hatine avakirin. Wezareta Dadê dibêje ku ji bo şertên girtiyan baş bikin ava kirine. Lê dema ku em lê dinerin. Ji van girtîgehên tîpên S re dibêjin girtîgehên mîna bîrê, girtî ronahiyê jî nabînin. Hem biçûk in hem ronahiyê nabînin zûbizû, cihê wan teng e, nikarin bi girtiyên din re bikevin têkiliyê. Dema ku ji bo hewagirtinê wan derdixînin jî saeteke wan ji ya girtîgehên din kêmtir e. Ev girtîgehên nû ji bo tecrîd û îzolasyonê hatine avakirin. Şertên girtiyan zêdetir xerab kirin.”
Berdana girtiyên 30 sal in tên ragirtin bêyî sedem tên taloqkirin
Ferat Koçeroglû bal kişand ser girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin û ev tişt gotin: “Girtiyên 30 sal in tên ragirtin hene. Li gorî şertên înfazê piştî ku 30 sal qedandin divê bi şertê kontrola edlî bên berdan. Lê berdana van girtiyên 30 sal in tên ragirtin bi hinceta ku têkiliya wan bi rêxistinê re heye tê taloqkirin. Bi hinek girtiyên siyasî re nexweşiyên giran hene. Lê tevî vê yekê jî nayên berdan. Carna jî bêyî sedem berdanan taloq dikin.”
‘Divê mafên girtiyan ê hêviyê hebe’
Ferat Koçeroglû têkildarî mafê hêviyê jî wiha got: “Mafê hêviyê yek ji prensîbên bingehîn ên pergala dadweriya cezayê ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dibêje ku kesê cezayê muebeda giran lê hatiye birîn nikare heta ku bimire di girtîgehê de bê hiştin. Dibêje hewce ye mafê van kesan ê hêviyê jî hebe. Bizanibe ku dê rojekê derkeve. Lê dema em lê dinerin weke ku cezayê darvekirinê berdewam dike ye. Dibêje ‘ez te darve nakim lê heta tu jiyana xwe ji dest bidî ez ê tê li girtîgehê bidim sekinandin’. Daxwaza me ew e ku girtiyên 30 sal in tên ragirtin li gorî qanûnê bên berdan. Wezareta Dadê li ser vê yekê xebatan bide destpêkirin. Girtiyên 30 sal in tên ragirtin û girtiyên nexweş bên berdan.”