Balafirên şer ên dewleta Tirk avahiya Rêveberiya Xweser a li navenda bajarê Minbicê bombebaran kir.
Balafirên şer ên dewleta Tirk avahiya Rêveberiya Xweser a li navenda bajarê Minbicê bombebaran kir. Pevçûnên dijwar ên di navbera dagirker û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de dewam dikin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji herêmê dane, piştî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa çeteyan şikand û hejmarek ji çeteyan kuşt, balafirên şer ên artêşa Tirk li navenda bajarê Minbicê avahiya desteyeke Rêveberiya Xweser a kantona Minbicê bombebaran kir.