Hunermendên girêdayî TEV-ÇANDê bi sponsorîya Art Recordsê ji bo salvegera çalakiya mezin a Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê amadekariya berhema bi navê “Rojiya Jiyanê” dikin.
Hunermendên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) bi sponsorîya Art Recordsê ji bo salvegera çalakiya mezin a Rojiya Mirinêya 14ê Tîrmehê amadekariya klîbekê dikin.
Berhema ku helbesta wê ji aliyê Hekîm Sefkan ve hatiye nivîsîn ji aliyê Gulistan Çiya Îke, Hekîm Sefkan, Sînan Asya, Talat Ekîncî, Tarik Demîr û Firat Baran ve hatiye xwendin.
Helbesta ku cîh dide gotinên ji devê şehîdên Rojiya Mirinê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek rewşa zindana Amedê û helwesta berxwedêran radixe berçavan.
Dîmenên klîba vê xebata ku ji aliyê Art Records Produksiyonêve tê birêvebirin ji aliyê Komeleya Sînema ya Rojhilata Navîn ve bi derhêneriya Metîn Ewr li Platoya Zindana Amedê hatiye kişandin. Muzîka klîbê jî ji aliyê Mazlûm Rewşen ve hatiye amadekirin.
Helbestvan Hekîm Sefkan derbarê berhemê de ji bernameya Stêrnameyê ya Stêrk Tvyê re axivî û ev tişt anî ziman: “Her çiqas di lîteratura têkoşînê de ev çalakî weke Rojiya Mezin a Mirinê tê binavkirin jî ji ber ku wan di rêyajiyanek nû de ev çalakî kirine min navê vê helbestê ki ‘Rojiya Jiyanê.’ Min xwest bi vê helbestê gotin û têkoşîna wan pakrewanan careke din zindî bikim.”
Berhema ku niha di montajê de ye tê payin ku di 14 Tîrmehê di salvegera vê çalakiya dîrokî de li ser medya dîjîtal were parvekirin.













