Wan – Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku pêvajoya dawî ya qeyûman nirxwand, bal kişand ser texrîbatên qeyûman li dû xwe hiştî û got: “Em rojeva xwe li gorî qeyûman kifş nakin û xebatên me bi awayekî rêk û pêk didomin.”
Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di 31ê Adara 2024an de hilbijartinên herêmî pêk anîn û gel çû ser sindoqan. Di encama vê hilbijartinê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li 3 jê bajarên mezin bi giştî 10 bajar, 58 navçe û 8 bajarokan şaredarî bi dest xist. Lê desthilata ku di vê hilbijartinê de têk çû, ewilî di 3yê Hezîranê de qeyûm avêt ser şaredariya Colemêrgê. Dû re di 31ê Cotmehê de qeyûm tayînî ser Şaredariya Esenyûrt a Stenbolê kir ku şaredarî di destê Partiya Gel a Komarê (CHP) de bû. Herî dawî jî di 4ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, kirin. Piştre di 22yê Mijdarê de vîna gelê Dêrsimê hat binpêkirin û qeyûm tayînî li ser Şaredariya Dêrsim û navçeya wê Pulur (Ovacık) ku ew jî di destê CHPê de bû, kirin. Herî dawî jî di 29ê Mijdarê de qeyûm tayînî li ser şaredariya navçeya Mîksê ya Wanê kirin.
Di 4ê Kanûnê de 3yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind a Amedê derheqê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan de biryara “Mafên wî yên hatine qedexekirî bên îadekirin li gor pîvanên hiqûqê nîne” da. Ev yek jî ji hêla gelê Wanê ve weke nîşana qeyûm hat dîtin û rastî bertekan hat. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, polîtîkayên qeyûm ji Ajansa Welat re nirxand û behsa xebatên xwe yên heta îro kir.
‘Qeyûm gelê Wanê muxatab nedigirt’
Neslîhan Şedal, bal kişand ser texrîbata qeyûm a li dû xwe hiştî û diyar kir ku ji aliyê aborî, civakî, derûnî û bajarvaniyê ve texrîbatên mezin hebûn. Neslîhan Şedal, da zanîn ku pirsgirêka herî mezin temsîliyeta gelan ji holê rakiribûn, gel heta niha di saziyan de muxatabek nedîtiye û wiha got: “Ji ber wê yeke di nava du mehan de serdana şaredariya me gelek girseyî û xurt derbas bûn. Ji ber ku gel 8 salan muxatab û mekanîzmayeke çareserkirinê nedîtîbû. Piştî em hatin li ser şaredariyê, gelan temsîliyeta xwe li şaredariyê dît û pirsgirêkên xwe anîn ziman. Di nava Wanê de em dizanin ku pirsgirêkên xizantiyê, jinê, qirkirina xwezayê, koçberî û erdhejiyê heye. Di van mijaran de tu çareserî nehatî bû dîtin. Ji ber vê yekê jî di van qadan de yek bi yek taxrîbatên mezin hatibûn avakirin. Ev 8 salên ku qeyûm li şaredariyan bûn, qirkirina jinê, pirsgirêka xizantiyê, bêkarî, qirkirina xwezayê mezintir û kûrtir bûn.”
‘Li dijî Wanê polîtîkayek taybet meşandin’
Neslîhan Şedal, bi bîr xist ku çavkaniyên ku ji bo pirsgirêkên gel bên çareserkirin hatibûn veqetandin, hatibûn dizîn û taxribateke gelek mezin hatibû kirin. Neslîhan Şedal, diyar kir ku qeyûm 9 mîlyar (bi pereyê kevn 9 katrîlyon) deyn hiştiye û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê polîtîkayekî qirêj hatiye meşandin. Ji hêla aborî ve ew çavkaniyên ku divê ji bo xizmeta gel hatiba xerçkirin, hemû ji bo midûriyeta perverdehiyê, muftutiyê û midûriyeta çandê xerç kirin. Ji bo xizmeta gel tiştek nekirin. Qeyûm her tim ew çavkanî ji bo kesên ku nêzî xwe bi kar aniye. Li ser çanda gel û nenasîna çanda civakî, zimanê Kurdî û nirxên civakî polîtîkayek giran ê bişaftinê hatiye meşandin. Mînak ev 8 sal in bi zimanê Kurdî konserek, şahiyek dengbêjiyê nehatiye çêkirin. Wekî polîtîkayên bişaftinê yek bi yek xebitîne ku ev gel ji civaka xwe û hebûna xwe dûr bikeve. Ji ber wê yekê ji aliye civakî de jî, ji aliyê aborî ve jî texrîbateke gelek mezin hatibû avakirin.”
‘Qeyûm ne ji bo xizmetê ji bo talanê hatine’
Bi domdarî Neslîhan Şedal, diyar kir ku bajarê Wanê bajarekî gelekî qedîm û birûmet e û ji gelek şaristaniyan re jî mazûvanî kiriye. Neslîhan Şedal, bi lêv kir ku gelê Wanê li hemberî neheqiyê, bê edeletiyê û bê vîcdaniyê jî bertaka xwe ya herî mezîn jî nîşan dide û wiha pê de çû: “Xwestina di pêvajoya mazbatayê de şaredariya me xesp bikin, lê gelê Wanê mafê xwe yê demokratîk ê protestoyê bikaranî û bertekeke mezin nîşan da. Em her tim dibêjin ji bo vî gelî çi bêkirin jî dê kêm bimîne û em deyndarê vî gelî ne. Em jî ji bo layiqî vî gelî bin çi ji destê me tê dikin û bi şev û roj dixebitin. Em baş dizanin ku ev qeyûm ne ji bo xizmeta gel ji bo texrîbatê hatine. Ji ber vê yekê jî yek bi yek em çûn li tax û gundan geriyan, em bi gel re hatin cem hev û ji bo plansaziya û stratejiya bajêr a 5 salan xebitin.”
Qeyûm ewil saziyên jinan girtin
Neslîhan Şedal bal kişand ser xebatên ku wan di 8 mehan de kirin û got: “Em li gorî derfetan bi taybetî pirsgirêkên jin, ciwan û zarokan ve eleqedar bûn.” Neslîhan Şedal, anî ziman ku qeyûman ewilî saziyên jinan ku jin li dijî tundiyê xwe dispêrin wir, girtin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Me yek bi yek ev saziyên xwe vekirin. Di van saziyan de jin hînî xweparastina cewherî dibin û ev der ji bo jinan weke akademiyekê ne. Em bi hişmendiya şaredariyên civakî xebatên xwe dimeşînin. Me di vê çarçoveyê de ji bo kesên pêdiviyên wan hene qartên civakî û ji bo jinan jî jinqart derxist. Her wiha me xwaringehên gel avakirin û em niha jî ji bo xwendekaran piştgiriya perwerdehiyê didin. Ji bo çotkarî û sewalkariyê projeyên me hene û dema demsal hat em ê bixin meriyetê. Ji bo jiyaneke ekolojîk jî me plansaziyên îmarê daye destpêkirin û ji bo parastina xwezayê, gola Wanê, cihên dîrokî xebatên me berfirehî berdewam dikin.”
Ji bo perwerdehiya erdhejê navendek kordînasyonê ava dikin
Neslîhan Şedal, bal kişand ser erdhejê jî bibîr xist ku bajarê Wanê cihekî erdhejê ye. Neslîhan Şedal, destnîşan kir ku li herêmê wekî zanistî jî 30-35 salan carekê bi tundiyeke mezin erdhej çêdibe û wan li hemberî erdhejê ji bo bibe navenda kordînasyonê cihek ava kiriye. Neslîhan Şedal, da zanîn ku ev navend dê weke akademiyekê xebatan bimeşîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gelê Wanê dê derheqê erdhej û bûyerên bi vî rengî de yek bi yek bê perwerdekirin. Di nava wê xebatê de hem komên dildar hem jî xebatkarên şaredariyê dê cih bigrin. Em ê saziyên sivîl jî bi protokolan ve beşdarî wan xebatan bikin û tiştekî berfireh bimeşînin. Em dixwazin di buyereke weke erdhejê de mûdaxaleyeke mezin û demildest bê kirin. Ev navenda erdhejê wê ji bo tevahî heremê xizmetê bike. Heya mehekê ev navend dê bê vekirin. Her wiha qeyûm di nava 8 salan de 20 km rê çênekirin lê me di nava 5 mehan de nêzî 200 km rê çêkir. Pirsgirêkeke din jî bi salane ava Elbakê nehatibû çareser kirin. Niha me ev pirsgirêk çareser kiriye û avek e tendûrist diçe Elbakê. Ji xizmeta gel xebatên me berdewam dikin.”
‘Em rojeva xwe li gorî qeyûman kifş nakin’
Neslîhan Şedal li ser meseleya mazbatayê jî bi xîst ku xwestin mudexeleyê şaredariya Wanê bikin. Neslîhan Şedal, da zanîn ku piştî hilbijartinan xwestin li ser Wanê lîstikekî bilîzin û diyar kir ku di şexsê hevserokê me Abdullah Zeydan de vîna gelên Wanê tune bihesibînin. Neslîhan Şedal, bi lêv kir ku li hember van polîtîkayan gelê Wanê derketin kolanan û ev tişt got: “Hikûmet neçar ma ku gavê paş ve biavêje û mazbataya me dan. Bi genelgeya ‘tevdîrên tasarûfê’ xwestin xebatên şaredariyan bidin rawestandin. Her wiha deynên SGKê bi salan nehatin jê birin, lê dema ku em hatin ev deyn anîn rojevê. Ji ber vê yekê pereyek biçûk destê me de ma. Me bi vî pereyî tenê dikarî mûçeya xebatkarên şaredariyê bide. Her wiha dixwestin feraseta weke ku em nikarin şaredariyê birêve bibin derxin holê, lê me guh neda van gotinan û karê xwe domand. Em gelekî berxwedêr in û em rojeva xwe li gorî qeyûman kifş nakin.”
‘Qeyûm tayînî bajarên taybet dikin’
Neslîhan Şedal, di berdewamiya axaftina xwe de derheqê polîtîkayên qeyûman de axivî û diyar kir ku ew bajarên qeyûm tayînî ser şaredariyên wan hatine kirin, ji rêzê nehatine hilbijartin. Neslîhan Şedal, anî ziman ku li her bajarekî qeyûm hatiye tayînkirin gorî xwe taybetmendiyeke xwe heye û bi domdarî wiha got: “Bajarekî weke Êlihê potansiyela rêxistina jinê gelek mezin e. Ji ber vê yekê polîtîkayên şerên taybet, bi destên hîzbûlqontrayê ve bi hişmendiyeke feodal û zilamtiyê her tim li ser vê axê polîtîkayên qirêj hatine meşandin. Me herî dawî dît ku êrişekî mezin li pergala me ya hevserokatiyê hat kirin. Xwestin di şexsê xeta jinê ya azad de destkeftiyên jinan bin pê bikin, pergala me bidin niqaşkirin û li ser vê xetê paş ve gav bidin avêtin. Lê gelê Êlihê vîna xwe nîşan da û ji sedî 65 deng dan Gulîstan Sonuk. Ji ber vê yekê jî xwestin ewilî li Êlihê şaredariyê dagir bikin. Êlih, Mêrdîn, Xalfetî, Esenyûrt cihên kozmopolît in û hemû netewe, ol û bawerî bi hev re bi awayekî azad dijîn. Yanî netewa demokratîk li ser van axan bi salane tê jiyîn. Di van salên dawî de ev hişmendiya yekperestî naxwaze gel bi hevre azad bijî û bi pêşengiya jinan û ciwanan jiyaneke azad bê avakirin. Gelên Wanê jî gelek bi biryar e ku ax, çand û zimanê xwe xwedî derbikevin. Desthilatdarî naxwaze civakeke wisa hebe û dixwaze têk bibe. Ji ber wê jî dixwazin vîna gel xesp bikin û di nava civak û saziyên civakê de hişmendiya xwe ye yekperestiyê ava bikin.”
‘Bingeha neteweyekê ziman e’
Neslîhan Şedal, bal kişand ser sê mijaran û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sê mijar pir girîng in, ziman, jin û ciwan. Nirxên ku neteweyekê dike netewe ziman e. Heke neteweyek ji zimanê xwe bê dûrxistin ji holê radibe. Di nava dînamîkê civakê de jî kesên ku xwedî li van nirxan derdikevin û yên van nirxan pêş ve dibin jin û ciwan in. Afirandina çand, ziman bi pêşengtiya jinan ve hatiye avakirin û pêşvebirina van nirxan jî ji aliyê jin û ciwanan ve tê kirin. Desthilatdar jî dema ku tên ewilî êrişî ziman dikin. Êlihê dema ku qeyûm hat demildest tabelayê Kurdî û rûpela şaredariyê ya Kurdî rakir. Her wekî din saziyên jinan ên ku hişmendiya azad pêş ve dibin her tim dibin hedef û bi girtina van saziyan dixwazin hişmendiya xwe ava bikin. Êrişên saziyên ciwanan jî dikin ku ciwan apolîtîze bibin. Ciwanên ku apolîtîze dibin hînî hişbirê dibin û ji ziman û çanda xwe dûr dikevin. Qeyûm her tim van polîtîkayan dide meşandin. Em jî li hember wan polîtîkayan hem xebatên jinan hem jî xebatên ciwanan bi hev re dimeşînin. Danûstandina me û ciwanan jî pir xurt e. Ji bo parastina nirxên Kurd û Kurdevarî xebatên me yê bi avayekî xurt dê bên meşandin.”