Sempozyûma 2yemîn a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a Egîtîm Senê piştî rûniştina sêyemîn û çaremîn bi dawî bû. Di rûniştinan de bal kişandin ser berxwedana zimanê Kurdî û diyar kirin ku berxwedan hebe Kurdî jî dê hebe.
Sempozyûma 2yemîn a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê ku li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin, piştî du rojan bi dawî bû. Di eywana ku sempozyum lê hat kirin de pankartên “Her netew bi zimanê xwe heye, ziman hebûne” û “Perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafeke bingehîn û gerdûnî ye” daliqandin. Di saet navbera 10.00 û 12-30an de Dr. Kazhal Fedakar bi sernavê “Li Rojhilat û Sineyê bikaranîna ziman û rewşa Kurdî” Dr. Kazhal Fedakar bi sernavê “Li Rojhilat û Sineyê bikaranîna ziman û rewşa Kurdî” û Dr. Îsmet Xabur jî bi sernavê “Cihê Kurdî ya li Başûr di nava akademiyan de” pêşkeşiyek kir.
‘Parçebûna Kurdan, li pêşiya ziman dibe astengî’
Rûniştina ewil bi moderatoriya endamê Egîtîm Senê Nûrhat Hetav ve hat destpêkirin. Ewilî Dr. Xezal Fedakar axivî û ev tişt got: “Li Sineyê tevahiya gel bi Kurdî diaxive lê di fermiyetê de Kurdî tune ye. Li Îranê gelek milet û ziman hene. Ji wan yek jê ya herî girîng jî Kurdî ye. Kurdî, yek ji zimanên nû yên Îranê tê qebûlkirin. Li Îranê gelek berhemên girîng ên bi Kurdî hatine afirandin. Kêmbûna pirtûkên zanistî yên bi Kurdî û ji ber ku Kurdî zimanê perwerdeyê nîne, ev li pêşiya Kurdî dibin astengiyên mezin. Hema hema li her çar parçeyan Kurdî heman qederê dijî. Her wiha ji ber ku di navbera Kurdan de yekitiyeke ziman tune ye, ev yek li pêşiya pêşketina ziman dibe astengiyeke mezin.”
‘Kurdî têra her tiştî dike’
Piştre Dr. Îsmet Xabur ku li Zanîngeha Dûhokê akademîsyen e,diyar kir ku mêtingerî li pêşiya pêşketina zimanê Kurdî astengî ye û li dijî vê divê girîngî bi Kurdî were dayin. Xabur, wiha domand: “Girîng e ku em bi kronolojiya zimanê xwe bizanin. Ji ber ku divê em li gorî vê gavan biavêjin. Li Kurdistanê siyaseta ziman nayê kirin. Ne di akademiyan de ne jî di saziyên fermî de siyaseta vê nayê kirin. Li Kurdistanê 49 akademiyên me hene û ji van tenê 13 jê perwerdeya xwe bi Kurdî didin. Anku ji van akademiyan tenê di ji sedî 26an de Kurdî heye û ji sedî 73yan de jî perwerdeya Kurdî tune ye. Ev rewşekî gelek biêş e. Li Herêma Federe ya Kurdistanê zimanê fermî Kurdî ye lê belê qîmeta pêwîst nayê dayin. Ev rewş jî ziman marjînal dike. Bi taybet jî ji bo li zanîngehan zimanê Kurdî bê ferzkirin, divê biryarek were dayin. Divê zimanê Kurdî di dersên bîrkarî û hwd. de bibe zimanê perwerdeyê. Kurdî bi têrî vê dike û jê zêdeye jî. Ji bo vê jî divê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiyeke ziman çêbibe û di vê mijarê de karên girîng bên kirin.”
Piştî axaftinan beşdarvanan pirsên xwe li axiveran kirin û rûniştina ewil bi dawî bû.
Di rûniştina duyemîn de ku bi moderatoriya nivîskar Elîf Gemîcîoglû Yavîç dest pê kir, nivîskar û akademîsyen Dîlawer Zeraq mijara “Dorbendkirina Zimanê Kurdî ya bi Desthilata Zanînê û Sosyo-Polîtîka Berxwedana Kurdî” û Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli jî mijara “Ziman, Siyaset û Hiqûq” pêşkêş kirin.
Zextên netew dewletan
Ewilî parêzer Cemîle Tûrhalli axivî û bal kişand ser têkoşîna Egîtîm Senê ya zimanê dayikê. Cemîle Tûrhalli, da zanîn ku li çar milên Kurdistanê çîroka zimanê Kurdî heman e û got: “Zimanê me dewlemend e û 4 zaravayên bingehîn hene û diyalektîka vê zimanê Kurdî ye. Zimanê Kurdî jî siyasetê ve eleqedar e û siyaset bi xwe ye. Zimanê me li çar milên Kurdistanê tê înkarkirin, qedexekirin û bindest e. Netew dewlet gava xwe avakir, xwest civakê kontrol bike û ji bo vê polîtîkaya xwe ziman bikaranî. Ziman amûra wan ya sereke bû. Tirkan jî wiha kir û piştî Peymana Lozanê got ku hemû kesên li Tirkiyeyê dijî Tirk in û hemû kêmneteweyên din li ser ol pênase kir. Ji bo jiholêrabûna bişaftinê divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”
Bandora telefonê ya li ser civakê
Dû re Dr. Dîlawer Zeraq bal kişand ser homojeniya miletê Kurd û behsa berxwedana Kurdî ya li dijî bişaftinê kir. Dîlawer Zeraq, wiha got: “Sosyolojiya Kurdan, bendek danî li ber polîtîkayên komarê yên bişaftinê. Gava Kurdî hat qedexekirin, sermiyana çandî ya Kurdan jî hat dorbendkirin. Ji bo Tirkî qadek hat avakirin û gelek ziman û çandên li Tirkiyeyê hatin qedexekirin. Bişaftin ne ji holê rabûna zimanekê ye, xala yekemîn ya bişaftinê guherandina hiş e û ji navê rakirina sermiyana çandî ye. Piştî salên 1960an Dibistanên Şevênî (Yatili Okul) li bajarokan hatin damezrandin û Kurdên li çolê dijîn bi Tirkî re ketin têkiliyê. Vê yekê ev bişaftin li pêş xist, lê heta darbeya leşkerî ya 1980yan negiştibû armanca xwe. Lê makeqanûna piştî darbeyê de bi aşkere kurdî qedexe kir û polîtîkayên bişaftinê gelek berfirehî xistin meriyetê. Kurdan heta sala 1960an li dijî van polîtîkayan bi berxwedaneke nebinavkirî li ber xwe da. Di nava dorpêça bişaftinê de xwe parast û xwe geş hişt. Piştî sala 2010an civakbûna Kurdan diguhere û sedema vê yekê jî telefon in. Kurdan bi hev re televîzyon temaşe dikir, lê telefonê ferdîbûnek bi xwe re anî. Heke berxwedan hebe, zimanê Kurdî jî dê mayînde be.”
Piştî axaftinan plaket û pirtûk diyariyê beşdarvanan hat kirin û sempozyûma “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” bi dawî bû.