Wan – Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Arsîsayê ku li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatan dimeşîne, wê bi xebat û şahiyên çandî û perwerdehiya Kurdî dê hewl bide hişmendiya Kurdewariyê belav bike. Arsîsa têkildarî Komkujiya Geliyê Zîlan jî belgefîlmek amade kiriye û dê di demeke nêz de biweşîne.
Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Arsîsayê ku li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatan dimeşîne, ji bo xebatên xwe berfirehtir bike dest bi çalakiyan dike. Arsîsa, li navçeyê û derdorên wê bi xebat û şahiyên çandî û perwerdehiya Kurdî dê hewl bide hişmendiya Kurdewariyê belav bike. Di çarçoveya xebatên xwe de dê li tax û gundan serdana gel bikin, şahiyan li dar bixin û bi çalakiyên hevpar ên bi partiyên siyasî û saziyên demokratîk re balê bikşînin li ser giringiya çand û zimanê Kurdî.
Arsîsa, navê keça Qralê Ûrartûyan e û ji ber ku Erdîş jî wargeheke Ûrartûyan bûye, wan ev nav li komeleya xwe kiriye. Arsîsa di sala 2020an de ne tenê ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî, ji bo perwerdehiya çand û hunerê jî hat vekirin. Tevî Zimanê Kurdî, li ser muzîk, erbane, gîtar, tembûr hwd. perwerdehî tê dayîn. Beriya Arsîsayê, KURDÎ-DER hebû, lê di sala 2016an de ji aliyê dewletê ve hat girtin. Ji aliyê xebatên çand û zimanî de li herêmê heta avabûna Arsîsayê xebatên gelek lawaz hatin meşandin. Piştî Arsîsayê hemû xebat bi rêk û pêk dimeşin û guhertineke ber bi çav heye.
Ji bo Geliyê Zîlan belgefîlmek amade kirin e
Endamê Lijneya Giştî ya Zimanê Kurdî û rêveberê Arsîsayê Cevdet Zîlanli anî ziman ku wan li dijî polîtîkayên bişaftinê yên dijwar avakirina Arsîsayê pêwîst dîtine. Cevdet Zîlanli da zanîn ku wan heta niha di pêşengtiya Arsîsayê de gelek xebat meşandine û ya herî dawî jî meşa ji bo zimanê Kurdî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê hatiye lidarxistin. Cevdet Zîlanli diyar kir ku xebatên wan tenê bi Erdîşê re sînordar nîn in û got: “Me weke komele li ser Komkujiya Geliyê Zîlan belgefîlmek jî kişandiye û niha kûrgû û montaja wê tê kirin. Kişandina vê belgefîlmê 2 salan berdewam kir û hemû hûrgiliyên Komkujiya Geliyê Zîlan tê de cih digirin. Wê ev belgefîlm di demeke nêz de were weşandin û em bi hêvî ne ku dê layiqî şehîdên Geliyê Zîlan be.”
Nêzî 25 şagirtên wan hene
Cevdet Zîlanli, behsa xebatên perwerdehiyê jî kir û ev yek anîn ziman: “Me poleke mamosteyan vekiriye û bi çavkaniyan ji bo gihandina mamosteyên Kurdî xebat tê meşandin. Ji bilî vê yekê poleke erbaneyê û yeke tembûrê jî hatiye vekirin û li gorî serlêdanan wê perwerde bê dayîn. Di asta yekemîn û duyemîn de jî polên me hene û nêzî 25 kesan niha perwerdehiya zimanê Kurdî dibînin. Ji niha û pê ve jî li gorî pêvajoyê û xebatên Civaka Demokratîk ne tenê li Bakur, li her milên Kurdistanê em ê xebatên xwe yên çand, huner û ziman bimeşînin. Em li benda qanûnekê yan jî zagonekê namînin, ji bo zimanê me, li dijî bişaftinê çi hewce be em ê wê bikin. Divê dewlet jî ji pêşdibistanan heta zanîngehê mafê perwerdehiya Kurdî bi qanûnan mîsoger bike. Em jî weke dildarên zimanê Kurdî em ê textê xwe yê reş bidin pişta xwe û gund bi gung, kolan bi kolan bigerin û xebatên xwe bimeşînin.”
Ew bi Erdîşê ve sînordar namînin
Mamosteyê zimanê Kurdî û rêveberê Arsîsayê Mûhtûllah Dag jî têkildarî xebatên Arsîsayê û giringiya zimanê dayikê axivî. Mûhtûllah Dag di KURDÎ-DERê de mamoste bû û ji ber xebatên xwe yên çand û ziman demekê jî di girtîgehê de maye. Mûhtûllah Dag anî ziman ku li Erdîşê niha 8 mamosteyên zimanê Kurdî hene û ev yek ji bo wan serbilindiyek e. Mûhtûllah Dag destnîşan kir ku ew xebatên komeleyê bi Erdîşê ve sînordar nahêlin û got: “Bişaftin bi du cureyan pêk tê. Cureyek zimanê erkdar û desthilat e. Ew li gorî berjewendiyên xwe karê xwe dimeşînin û li her derê cihanê bandorê li ser zimanên bindest dikin. Cureya din jî bişaftina navxweyî (otoasîmîlasyon) e. Zimanzan dibêjin ku ziman di sê xalan de ji bişaftinê xelas dibin. Yek divê ziman bibe zimanê danûstandinê, du divê ziman bibe zimanê aboriyê û ya sêyan jî divê ziman bibe zimanê perwerdehiyê. Em jî niha li ser vê esasê xebatên xwe dimeşînin.”
‘Divê em pêşî li bişaftina navxweyî bigirin’
Mûhtûllah Dag da zanîn ku ew bi derfetên xwe dixwazin perwerdehiyê bidin malbat, zarok û gelê xwe. Mûhtûllah Dag bi lêv kir ku di pêşerojê de xetereyeke mezin li ser Kurdî heye û wiha pê de çû: “Ji bo me niha tişta herî xeter bişaftina navxweyî ye. Divê em derfetan biafirînin û pêşî li bişaftina navxweyî bigirin. Niha pêvajoyek tê meşandin û daxwazên me yên ji vê pêvajoyê jî daxwazên gel bi xwe ne. Zimanê me yê qedîm di Rojhilata Navîn de yek ji zimanên sereke ye û ji bo hemû cîhanê birûmet e. Ji zimanên Hînt-Ewropî tê û zimanzan li ser lêkolînan dikin. Lewma divê dewletên Rojhilata Navîn pêşiya Kurdî negirin, ev ziman ji destpêka şaristaniyê heta niha heye û ji bo Rojhilata Navîn nirxekî giranbûha ye. Bingeha ked û bedela heta niha hatiye dayîn zimanê dayikê ye û Serok jî dibêje ‘Ziman beden e, divê mirov xwedî li bedena xwe derbikeve’. Destpêkê em ê lê xwedî derbikevin, dû re divê di zagonên dewletê de bê cihkirin. Divê em jî têbikoşin û bi xebatên xwe zimanê dayika xwe bikin zimanê fermî.”
‘Desthilatdariyên kapîtalîzm tiştekî nade bindestan’
Mûhtûllah Dag di warê bidestxistina mafên zimanê Kurdî da zanîn ku desthilatdariyên kapîtalîzmê ankû netew dewlet heta niha tiştek nedaye gelên bindest û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta niha nedane, ji niha pê ve jî nadin. Heke derfetê bibînin wê hemû nirxên gelên bindest ji wan bistînin. Lê em ê bi çalakî, xebat, bîr û bawerî û rê û rêbazên xwe vê statuya kapîtalîzmê bihejînin û zimanê xwe di zagonan de bidin bicihkirin. Heke mafên zimanê dayikê nedin ez bawer nakim ku ev pêvajo serbikeve. Bingeha hertiştî ziman e, lewma divê xwedî lê bê derkeftin.”