Fermandarê Pêşmergeyên Xwebexş Xazî Feysel diyar kir ku di navbera gundên Gelozî û Qerebeg ên bajarokê Pirdê de, endamên DAIŞê cotkarek revand.
Fermandarê Pêşmergeyên Xwebexş yê Mexmûrê Xazî Feysel ragihand ku endamên DAIŞê cotkarekî Kurd li sînorê bajarokê Pirdê revand. Xazî Feysel diyar kir ku duh danê êvarê di navbera gundên Gelozî û Qerebeg ên ser bi bajarokê Pirdê, sê çekdarên ku tê gumankirin endamên DAIŞê ne, cotkar Arî Remezan Osman revand. Hate diyarkirin ku wesayîta cotkar di navbera gundên Bîbanî û Kelhur de hatiye hiştin û cotkar winda ye. Xazî Feysel da zanîn ku hêzên pêşmerge û hêzên ewlekariya sînorê Pirdê dest bi lêgerîna welatiyê hatî revandin kirine.