Li Êlihê bi deh hezaran alîgirên Petrolsporê daketin kolanan û serketina Batman Petrolsporê ya ber bi şampiyoniyê ve bi coş pîroz kir.
Batman Petrolspor û Ankaraspor a girêdayê Şaredariya Sîncanê ya Enqereyê ku duh bi hev re lîstin Batman Petrolspor wê 3-2 têk bir. Bi vê serkeftinê re Batman Petrolspor şampiyoniya xwe teqez kir. Li Êlihê bi deh hezaran alîgirên Petrolsporê daketin kolanan û serkeftina tîma xwe bi coşeke mezin pîroz kir.
Lîstikvanê Petrolsporê duh êvarê gihîştin Êlihê. Ji balafirgeha Êlihê heta navenda bajêr bi deh hezaran alîgir lîstikvanan pêşwazî kir û şampiyoniya ber bi Lîga 1emîn ve pîroz pîroz kir. Pîrozbahî heta derengiya şevê berdewam kir.














