Civîna ku ji bo komîsyona ku tê plankirin li Meclisê bê avakirin, hate lidarxistin bi dawî bû.
Serokê Meclîsê Numan Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî ji bo komîsyona ku tê plankirin di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a derbarê pirsgirêka Kurd de bê avakirin, li hev civiyan.
Civîn bi qasî du saet û nîvan dewam kir. Gelek mijar hatin nîqaşkirin. Li ser avakirin û xebatên komîsyonê guftûgo hatin kirin.
Cîgira Serokê Koma Parlamentoyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Koma CHPê Murat Emîr, Cîgirê Serokê Koma Partiya ÎYÎ Murat Kavuncu, Endamê Koma Partiya Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen, Cîgirê Serokê Koma MHPê Erkan Akçay û Cîgirê Serokên Koma AKPê beşdarî civînê bûn.