Amed – Yek ji şeniyê gundê Serdeniyê Mehmet Yilmaz diyar kir ku kanên madenê yên Çemê Sarûmê daristan û avên herêmê ziwa kiriye û xwest ku divê her kes bibe dengê wan. Mehmet Yilmaz wiha got: “Bila şîrket û dewlet destê xwe ji axa me vekişînin.”
Li Kurdistanê talankirina xwezayê bênavber didome. Li Amedê her çiya, zozan û çem bi destê lêgerîna madenê tê talankirin. Dar û daristan tên tunekirin ajalên herêmê kêm dibin. Yêk ji van herêman Çemê Sarûmê ye. Çemê Sarûmê bi destê sondaj û kanên madenê tê talankirin. Çemê Sarûmê di navbêra Pasûr û Licê de ye. Şeniyên Herêmê ji bo talankirina xwezayê komele avakirine û ax û ava xwe diparêzin. Yek ji şêniyê gundê Serdeniyê Mehmet Yilmaz têkildarî xwezaya Çemê Sarûmê û talankirina herêmê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Sibe dê ji her tiştî re bibe dereng’
Mehmet Yilmaz diyar kir ku ew ji gundê Serdeniyê ye û wiha axivî: “Gundê me li ber Çemê Sarûmê ye bi destê kanên madenê tê xwestin axa me talan bikin. Em jî bertek nîşan didin ku dibêjin em sondaj û maden naxwazin. Bila xwezaya me çawa ku ji bav û kalên me bi me re ma ye bila wisa bimîne. Li aliyekê talankirina xwezayê li aliyekî din bêdengiya gel heye ev jî me gelek xemgîn dike. Sibe ji her tiştî re dê dereng bibe. Em ji gelê xwe dixwazin li dar û daristanên xwe xwedî derkeve. Em li axa xwe xwedî dernekevin tu kes li axa me xwedî dernakeve. Ev 3 sal in li herêma Çemê Sarûmê lêgerîna kanên madenê dest pê kiriye. Aveke zelal ji Çemê Sarûmê diherike, çend masî di bin avê de hebin dixuyin. Lê ev maden neyê sekinandin ev av dê êdî naherikê.”
‘Em li vir parastina xweza û mirovahiyê dikin’
Mehmet Yilmaz destnîşan kir ku çem û daristan ne tenê yên wan e û ev tişt anî ziman: “Eger îro ez axa Licê diparêzim ev dê bandorê li tevahiya axa Kurdistan û Tirkiyeyê bike. Fêkî û firingî li vir belavî tevahiya bajaran dibe. Em li vir parastina xweza û mirovahiyê dikin. Îro ava herêmê ziwa bûye. Ez 66 salî me min tişteke wîsa nedîtî ye. Ev 3 sal in li vir dest bi lêgerîna kanên madenê hat kirin û avên me yên bi hezaran salan in diherikin ziwa bûne. Li vir gelek dar û daristan hebûn lê ev daristan hemû hişk bûn. Sedemê van hemû tiştan sondaj û kanên madenê ne.”
‘Ajalên ku li vir heye tu cihe tune ye’
Mehmet Yilmaz anî ziman ku ew dixwazin dewlet baş bifikire û bibêjê ‘Divê ez van axan nedim dewletên biyanî û wiha bi lev kir: “Şîrketên biyanî îro li vir xwezayê talan dikin. Em dixwazin ev kar bên sekinandin. Em dixwazin gelê me werê li vir deng bidê denge me. Sondaj bi qasî 700 metre binê erd dikolê. Bi vê sondaje jî gaz derdikeve û zirarê dide xwezayê. Cihek nîne ku ajalên li vir biçinê. Çilpê heye li vir ev çilpê li tu welatî tune ye. Siberojê dê ev ajal tune bin. Darkobikê 3 heb li vir dijîn. Yek jê rengê vê axa sor, yek reş û spî yek jî rengê xweliyê agir e. Hewceye ku em li van ajalan xwedî derkevin. Hewceye em bi hev re rabin û bibêjin ‘êdî bes e, hûn çi ji axa me dixwazin.’ Li cihê ku av tune be jiyan jî tune ye. Gelek gundî bi avê debara xwe pêk tînin. Heke îro ew av biçe dê kî zirara wan gundiyan bide? Xirakirin gelek rihet e. Bila şîrket û dewlet destê xwe ji axa me vekişînin. Em tenê dikarin li axa xwe xwedî derkevin.”