28 sal berê îro Dengbêj Eyşe Şan di 18ê kanûna 1996an de li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe.
Kurd di aliyê çand, hunerê de pir dewlemend e. Ji ber dewlemendiya çandê dengbêjî jî pir pêş ketiye. Çand û hunera kurdî di qonaxên girîng de derbas bûye û ji aliyê gelek kesayetên bi nirx hatiye parastin û bi pêşxistin. Hinek kesayetên xwedî rist her tim hewl dane ku bi awayekî afirîner çanda kurdî biparêzin. Bi ked û hunera xwe mîrateyek giranbûha ji gelê kurd re hiştine. Bi taybetî jî hunermend û dengbêjên kurd di vî warî der risteke girîng lîstine. Yek ji van kesayetan a xwedî risteke bibandor nemir Eyşe Şan e. Dengbêj Eyşe Şan di sala 1938an de li Amedê ji dayik dibe û di 18ê kanûna 1996an de li Îzmîrê diçe ser dilovaniya xwe.
Dengbêj Eyşe Şan, bi navên Eyşêxan, Eyşana Elî jî tê naskirin. Hinek hunermend, stranbêj û dengbêjên kurd vê çandê û mîrateyê ji ferdên malbatên xwe digirin û berdewam dikin. Eyşe Şan jî yek ji wan e. Ji ber ku bavê wê dengbêj e her tim bi meraqa dengbêjiyê mezin dibe. Lê ji ber şert û mercên civakê wiha bi hêsanî nikare wê çanda dengbêjiyê bi pêş bixe.
Eyşe Şan ku hêj zarok e bavê wê diçe ser dilovaniya xwe. Her tim xwestiye stranan bistrê. Lê ji ber ku di civakê de dengbêjiya jinê zêde nedihat pejirandin û hişmendiyeke faodal serwer bû nikare bi hêsanî dengbêjiyê bike. Hêj di temenekî ciwan de bi darê zorê tê zewicandin. Lê nikare vê jiyanê bijî û di jiyana xwe de hinek biryarên radîqal ên ku civak jî napejirîne dide. Dawî li vê jiyanê tîne û berê xwe dide bajarê Dîlokê. Li vê derê di radyoya heremî û li ser hinek dikên wekî gazinoyan stranbêjiyê dike. Di nav şert û mercên giran de dest bi jiyaneke nû dike. Lê bi israr û bi biryar tev digere û dibe dengbêjeke gewre. Her kurda/ê Eyşe Şan guhdar kiriye li bin bandora awaz û stranên wê maye.
Tê gotin ku di salên 1963yan de ji ber şert û mercên aborî ji Dîlokê koçî Stenbolê dike. Li Stenbolê jî kar û barê muzîkê berdewam dike. Lê piştî demekê neçar dimîne ku berê xwe bide Almanyayê. Têkoşîna jiyana Eyşêşanê li Almanyayê jî bi ser nakeve. Di sala 1979an de diçe Bexdayê. Li vê derê diçe Radyoya Dengê Bexdayê û bi navê Eyşana Elî dest bi stranbêjiyê dike. Ji ber serdema ku radyo zêde tê guherakirin dengê wê digihije girseyên mezin. Herwiha li Bexda, Mûsil, Hewlêr û Duhokê konseran dide. Eyşêşan di jiyana xwe ya hunermendî û dengêjiyê de di radyoyan de dixebite, stranên tirkî û kurdî distrê, konseran dide û kasetan tomar dike.
Piştî demekê vê carê diçe li Îzmîrê dijî. Lê belê her tim bi hesreta welêt dijî. Ji ber neqebûlkirina jiyana ku malbatê lê ferz kiriye û ew biryara wê ya derketin û destpêkirina dengbêjiyê nekariya vegere welêt. Ev yek jî dibe hesret û kulek di dilê wê de. Ji derveyî diya wê di malbatê de her kes li dijî dengbêjiya wê ye.
Dengbêj Eyşêşan, di 18ê kanûna 1996an de li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşêrê diçe ser dilovaniya xwe. Beriya ku koç bike wesiyet dike ku li bajarê lê ji dayik bûye bê defnkirin, lê ev daxwaza wê pêk nayê.
Belê, dema ku em li jiyan û serpêhatiyên Eyşêşanê dinihêrin dibînin ku gelek zehmetî kişandine. Ya rast bi dehan dengbêj û hunermendên kurd hene ku di jiyana xwe de xweşîtî, qedr û qîmet ji wan re nehatiye dayîn, rêz û hurmet nedîtine. Divê civak hêj bi saxî hurmetê bide hunermend û dengêjên xwe ku bikaribin xebatên serketîtir bikin; huner û berhemên hêja li mîrateya çand û hunera kurdî bar bikin. Bi boneya salvegera mirina Eyşêşanê em careke din em wê bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin.