• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKG: 5 rojnameger girtî ne

Navenda Nûçeyan /AW

2 TEBAX 2025 - 11:08
Kategorî: ROJANE
A A
MKGê di rapora Tîrmehê de destnîşan kir ku 24 rojnameger tên darizandin û 5 rojnameger jî girtî ne.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora Tîrmehê ya li ser binpêkirinên mafên rojnamegerên jin weşand. MKGê di raporê de destnîşan kir ku xebatkarên çapemeniya azad ku mafê raya giştî yê agahdarkirinê diparêzin, meha Tîrmehê careke din di korîdorên dadgehê de derbas kirine.

24 rojnameger têne darizandin

MKG di raporê de destnîşan dike ku hikûmeta AKPê, li aliyekî bahsa “demokratîkbûnê” dike û li aliyê din jî zextê li ser çapemeniyê berdewam dike û wiha cih dide raporê: “Di meha Tîrmehê de, rojnamegerek hate binçavkirin û ji bo îfadeyê jî gazî sê rajnamegeran kirin. Lêpirsîn derbarê du rojnamegeran de hate destpêkirin û 24 rojnameger hîn jî têne darizandin. Di meha Tîrmehê de astengiyên li pêşiya azadiya raman û îfadeyê berdewam kirin. Ji ber ku li ser têkiliyên di navbera şirketa madenê û çeteyan de nûçe çêkir daxwaza îfadedayînê li rojnameger Evrîm Denîzê kirin. Dozeke nû li Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê Pinar Gayipê, ji ber ragihandina wê ya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên girtiyan, îşkenceya di bin çavan de li jinan tê kirin û berxwedana karkeran a li ser medya dijîtal parvekir hat vekirin.”

Rojnamegeran meha Tîrmehê jî li korîdorên edliyeyê derbas kir

Berdewamiya rapora MKG’ê wiha ye: “Xebatkarên Çapemeniya Azad ên mafê raya giştî yê agahdarkirinê diparêzin, careke din meha tîrmehê di korîdorên dadgehê de derbas kirin.

Hikûmeta AKP’ê hem gotinên ‘demokratîkbûnê’ dike hem jî zextên li ser çapemeniyê didomîne. Bi rastî, lêpirsîn û doz li dijî rojnamegeran li ser bingeha bîranîn û civînên çapemeniyê yên ku ew beşdar dibin, hîn jî têne vekirin.

Di meha tîrmehê de, rojnamegerek hate binçavkirin û ji bo îfadeyê bang li 3 rojnamegerên dinê hat kirin. Lêpirsîn li ser du rojnamegeran hate destpêkirin. Bîst û çar rojnamevan hîn jî di bin darizandinê de ne.

Di meha tîrmehê de, astengiyên li pêşiya azadiya raman û derbirînê berdewam kirin. Rojnameger Evrîm Denîz ji ber ku nûçeyek li ser têkiliyên çeteyan ên bi şîrketeke madenê re çêkir, ji bo îfadeyê ew vexwendin. Ji ber nûçeyek li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyan, îşkenceya li jinên di bin çavan de û parvekirinên wê yên li ser medyaya dîjîtal ên li ser berxwedana karkeran, dozeke nû li edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê, Pinar Gayipê hat vekirin.

Lêpirsîn û dozvekirina li rojnamegeran tê wateya astengkirina çalakiyên rojnamegeriyê.

Hîn hesabê ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin nehatiye dayin. Rojnameger ji ber ku tevî merasîma ^bîranîna hempîşeyên xwe dibin mecbûrî îfadedayînê tên hiştin. Wek MKG em dixwazin dubare bikin: Ne ji kesên ku hempîşeyên xwe bi bîr tînin û ji bo komkujiyê dixwazin hesab bê pirsîn, ji kesên ku rojnameger kuştine, hesab bipirsin.

Doza KCKê

Doza ku wekî Doza Çapemeniya KCK tê zanîn, 13 sal in dewam dike. Bi vê re xebatkarên Ozgur Gundem û Azadiya Welat ên hatin girtin, xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Belavkariya Firatê hatin darizandin. 34emîn danaşîna dozê di 17ê Tîrmehê de hat pêkanîn. Doza Çapemeniyê ya KCKê ku 13 sal in rojnamegeran neçar dike ku di korîdorên dadgehan de herin û werin, dê wekî dozeke şermê ya ji bo Tirkiyeyê di dîrokê de were nivîsandin.

Sansurê di tîrmehê de jî berdewam kir. Di 10ê Tîrmeha 2025an de, hesabê Instagramê yê ajansa bi zimanê Kurdî, Ajansa Welat bi hinceta binpêkirina rêziknameyan hate girtin.

Wek jinên rojnamevan, em ê têkoşîna xwe li dijî êrişên li ser azadiya çapemeniyê, raman û derbirînê bidomînin. Em ê parastina rojnamegeran û rojnamegeriyê bidomînin. Tevî vê hemû tarîtiyê, rojnamevan dê di dema karê xwe de rastiyê binivîsin. Em dubare dikin: Rojnamegerî nayê darizandin.”

Binpêkirinên mafê jiyan û ewlehiya rojnamegeran

*Rojnamegerên hatine binçavkirin: 1

*Rojnamegerên ku ji bo îfadeyê hatine gazîkirin: 3

*Rojnamegerên ku rastî muameleya xirab hatine: 1

*Rojnamegerên ku ji ragihandinê hatine astengkirin: 1

*Binpêkirinên li dijî rojnamegerên di girtîgehan de: 4

Binpêkirinên azadiya raman û îfadeyê ya rojnamegeran

*Rojnamegerên ku di bin lêpirsînê de ne: 2

*Rojnamegerên ku bi dozên dadgehê re rû bi rû ne: 1

*Rojnamegerên ku niha tên darizandin: 6

*Rojnamegerên ji 4’ê çileya -2023’yan de girtî ne: 5

Astengkirina gihîştina înternetê û kanalên medyaya dîjîtal

*Hesabên medyaya dîjîtal ên girtî: 2

Lîsteya rojnamegerên girtî

*Elîf Ersoy – Gerînendeya Weşana Kovara Yuruyuşê

*Hatîce Duman – Xwedî û Berpirsiyarê Rojnameya Atilimê

*Ozden Kinik – Xebatkara berê ya TRTê

*Perihan Erkilinç – Nûçegihana Ozgur Gelecekê

*Songul Yucel – Gerînendeya Weşana Kovara Onsozê

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1 TÎRMEH 2026
Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

1 TÎRMEH 2026
ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

1 TÎRMEH 2026
Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

30 HEZÎRAN 2026
Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

30 HEZÎRAN 2026
PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

30 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (3)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne