Êlih – Berdevka TJAyê ya Êlihê Havva Can diyar kir ku ew ê li dijî kiryarên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê pêk hatibûn têkoşîna xwe bidomînin û got: “Weke TJAyê me biryarek da encam çi dibe bila bibe em ê li ser vê bûyerê bisekinin. Heta ku ev bûyer tam zelal bibe û kesên ku rastî êrişan hatine bigihêjin mafê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Beriya niha demekê li Navenda Rêhabîlîtasyona Taybet a Şîfayê Êlihê li dijî kesên astengdar, extiyar û zarokan gelek bûyerên qirêj ên weke tacîz, tecawiz û îşkenceyên giran pêk hatibûn. Piştî ev bûyer pêk hat û şûnde, Walîtiya Êlihê û dozgerî li şûna berprsiyaran derxe holê, kete nava hewldana veşartin û nixumandina bûyerê. Beriya vê bûyerê Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlihê li ser bûyereke bi rengî ya li navçeya Hezoyê ya Êlihê qewimîbû lêkolînan dikirin û rastî vê bûyerê jî hatin. TJA ji bo ronkirina bûyerê û hesab ji berpirsyaran were pirsîn dest bi çalakiyên weke meş, daxuyanî û rûniştandinê kirin. Piştî çalakiyên TJAyê çend malbatên mexdûrên bûyerê ji bo gilî serlêdana Şaxa ÎHDa Êlihê kirin û li mafê xwe geriyan. Piştî ku ev bûyer zelal bû hat diyarkirin ku 4 kesan bi îşkeceyên giran jiyana xwe ji dest dane, 16 kes jî hatine girtin û gelek ji wan jî doz li wan hatiye vekirin. Derket holê ku li rehabîlîtasyonê îşkence û pêkanîn dermirovî yên mîna cixare li ser laşê wan hatiye vemirandin û tecawiz hatiye kirin.
Berdevka TJAyê ya Êlihê Havva Can derbarê bûyerê de ji Ajansa Welat re axivî. Havva Can diyar kir ku dema ku ew rastî vê bûyerê hatine, wan li navçeya Hezoyê ya Êlihê li ser bûyereke tecawizê lêkolîn dikir û got: “Dema ku em bi vê bûyerê hesiyan dozgeriyê sansur danîbû bûyerê. Da ku tu kes xwe negihêje naveroka bûyerê. Weke TJAyê me biryarek da encam çi dibe bila bibe em ê li ser vê bûyerê bisekinin. Û em ê şopdarên vê bûyerê bin. Niha bi tenê em weke TJAyê li ser vê bûyerê sekinîn. Me li ber deriyê Edliyeya Êlihê meş û nobeta rûniştandinê li dar xist, lê mixabin gelê Êlihê di vê de kêm man û tev li nebûn. Çi dibe bila bibe divê mirov bi wêrekî gavan biavêje. Ji ber ku ev bûyer li dijî kesên ku nikarin xwe biparêzin û civaka Kurd tên kirin. Di vir de wijdan û exlaq li ku dimîne? Diviyabû ku ji bo vê mijarê hemû civaka Tirkiyeyê rabibûna ser piyan. Mixabin bûyerên vî rengî li gelek deveran hene û ser wan tê girtin. Di vir de pirsa herî girîng ev e, kî ser van bûyeran digirin? Ev kesan kesên astengdar, jin û zarokên astengdar ji xwe re kirine weke pêkenokan û dîmenên wan kişandine. Di destê me dîmenên ku li ser laşê wan cixare hatine temirandin hene. Çi tiştên ku li dijî mirovahiyê hebin li wir hatine kirin.”
‘Em ê bibin şopdarên vê bûyerê’
Havva Can di berdewamê bi bîr xist ku di cotmeha 2025an de derbarê vê navendê de gilî hatiye kirin, lê bi tu awayî li ser wê nehatiye sekinandin û wiha domand: “Li wir tu mekanîzmayên kontrolkirinê tune bûne. Tiştên ku di salên 80î de li zindana Amedê qewimîn, li vir jî hatine kirin. Aqlê mêrane ku çawa di wê zindanê de xwe ferz kiribe heman aqil li vê navendê jî xwe ferz kiriye. Waliyê Êlihê û dozgerî hemû jî vê bûyerê dizanibûn, gelo ji bo çi sekinîbûn? Ev bi tena serê xwe cihê pirsê ye. Em ê her tim li ser vê bûyerê bisekinin û ji dozgerî û Waliyê Êlihê bipirsin û bibêjin; ‘Dem ku ev bûyer qewimî hûn li ku derê bûn?’ Ev bûyera ku qewimiye ne bi tenê karê partiya siyasî ye. Hewceye ku hemû pêkhateyên Êlihê û partiyên siyasî xwe di nava vê pirsgirêkê de bibînin. Ev pirsgirêk sibe roj xwe dubare zindî bike. Ev jî nîşan dide ku kesên ev bûyer kirine têkiliyên wan û kesên qirêj bi hev re hene. Weke TJAyê em ê di demên pêş de jî tax bi tax bigerin, da ku şêniyên bajêr ji ber tiştên ku qewimîne agahdar bikin. Em ê bi hevalên xwe yên parêzer re bibin şopdarên vê bûyerê. Dema ku em xwe bigihînin bingeha bûyerê em ê dozê radestî hevalên xwe yên parêzer bikin.”
‘Li ser malbatan tundî û gef jî hene’
Havva Can diyar kir ku piştî ku wan dest bi çalakiya rûniştandinê kiriye, hin malbatên mexdûrên bûyerê çûne serî li Şaxa ÎHDê ya Êlihê dane û wiha derbirî: “Lê bi vê yekê re li ser malbatan tundî û gef jî hene. Hin ji wan bi wêrekî gavan navêjin. Em vê ya tim şênber dibêjin, bila malbatên me berê xwe bidin qada rêxistinê. Qada ku rêxistin têde hebe li wir parastin jî heye. Helwesta ku niha li dijî van bûyerên tên qewimandin û li serê nayê vekirin, tenê aqlê dewletê yê mêrane derdikeve pêşiya me. Dewlet li dijî welatiyên xwe şerê taybet dide meşandin. Dewleta ku bûyera Narîn Guran zelal nekiribe, ew ê li ser van bûyeran jî zêde nesekine. Dema ku Gulistan Dokû hate windakirin me weke TJAyê her roj dengê xwe bilind dikir û digot; Gulistan Dokû li ku derê ye? Kujerên Gulistan Dokû jî di nava dewletê de ne. Ev gotin ne tiştekî biçûk bû.”
‘Divê em van qirêjiyan ji nava xwe derxin’
Di dawiya axaftina xwe de Havva Can ev tişt anî ziman: “Piştî salan pirsên ku me dikir bi zelalî derketin pêşiya me. Gelek ji wan jî zilamên dewletê bûn. Heta ku dewlet van bûyeran tam zelal neke ew ê her tim sûcdar bê dîtin. Ji ber ku vekirina ser wan bûyeran ji bo dewletê tiştekî ne zehmet e. Ger ku dewlet bixwaze dikare wan kesan hemû jî derbixe pêşberî dadgehê û wan darizîne. Niha di vir de Kurd ji xwe berpirsyar in, exlaqek û çandeke civaka Kurd heye, xwedî li hev derdikevin. Hewceye her kolan, tax û gund xwe û derdorên xwe biparêzin. Divê em van qirêjiyan ji nava xwe derxin. Em li benda kesên li derve nemînin. Ji ber ku kes me xelas nake.”













