• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

    Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    ROJEVA 21Ê ÎLONA 2025AN

    Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

    Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

    Abdullah Ocalan: Endamên çapemeniyê di dayîn kedê de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

    Abdullah Ocalan: Endamên çapemeniyê di dayîn kedê de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

    Apê Mûsa li ser gora xwe hate bîranîn

    Apê Mûsa li ser gora xwe hate bîranîn

    Panela ‘Serpêhatiyên Rojava û îhtîmala Sûriyeya Demokratîk’ hat lidarxistin

    Panela ‘Serpêhatiyên Rojava û îhtîmala Sûriyeya Demokratîk’ hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

‘Mohrkirina saziya ziman êrişa li dijî zimanê milyonan kesan e’

Navenda Nûçeyan /AW

2 TEBAX 2025 - 12:38
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bertek nîşanî mohrkirina deriyê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Avestayê dan û gotin: “Em bang li hemû parêzvanên mafên mirovan dikin ku li dijî van pratîkên ku aştiyê tehdît dikin, hevgirtinê xurt bikin.”

Bi fermana Wezareta Perwerdehiyê û Walîtiya Îzmîrê, polîsan bi ser komeleyê de girtibû û bi hinceta ku ruhsata komeleyê tune ye, gefa girtin û mohrkirinê li rêveberên komeleyê xwaribûn. Bi fermana walîtiyê 2 zabitayên Şaredariya Konakê çûn deriyê komeleyê mohr kirin. Ajansa Welat ev mijar anîbû rojevê. Piştî nûçeya Ajansa Welat (AW) Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya DEMê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî vê nêzikatiya Şaredariya Konakê û Walîtiya Îzmîrê da.

Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya DEMê bi îmzeya Cemîle Turhalli û Heval Dilbihar daxuyanî dan û gotin: “Walîtiya Îzmîrê ji bo mohrkirina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê ferman da Şaredariya Konakê û Şaredariya Konakê deriyê komeleyê mohr kirin. Ev derbeyeke eşkere ye li ser aştiya civakî û pirrengiya zimanî. Ev komele ji sala 2018an vir ve çalakiyên perwerdehî û çandî bi zimanê Kurdî û zimanên din dimeşîne. Girtina vê komeleyê ne li gor prensîbên hiqûqê ye. Ev kiryara ku ji hêla şaredariyê ve hatiye kirin, mînaka herî dawî ya zexta pergalî ya li ser zimanê Kurdî û mafên çandî yên gelê Kurd e.”

Hevberdevkên Komîsyonê dan zanîn ku girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê ji rawestandina çalakiyên saziyekê bêtir e û gotin: “Ew êrişeke li ser zimanê dayikê, nasname û çanda bi milyonan kesan e. Ev biryara neheq a Walîtiya Îzmîrê bi astengkirina fêrbûn û pêşvebirina Kurdî û zimanên din, xizmet li wêrankirina vê dewlemendiyê dike. Mafê her welatiyekî ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayikê li her deverê heye û ev maf ne hewce ye ku bi qanûn an peymanên navneteweyî were parastin jî.”

Hevberdevkên Komisyonê bang li Walîtiya Îzmîrê kirin û gotin: “Em bang dikin ku demildest vê biryara neheq û cudakar betal bike û rê bide Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Avestayê ku çalakiyên xwe bidomîne. Aştiya civakî bi azadkirina mafên zimanî û çandî mumkun e. Em bang li hemû rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û raya giştî dikin ku li dijî van pratîkên ku aştiya zimanî tehdît dikin, hevgirtinê xurt bikin. Fêrbûn û pêşvebirina Kurdî û zimanên din ji bo yekîtî û dewlemendiya vî welatî gelekî giring e. Ji qedexeyên zimanî re na, ji aştiya zimanî re erê!”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

21 ÎLON 2025
ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

ROJEVA 21Ê ÎLONA 2025AN

21 ÎLON 2025
Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

20 ÎLON 2025
Abdullah Ocalan: Endamên çapemeniyê di dayîn kedê de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

Abdullah Ocalan: Endamên çapemeniyê di dayîn kedê de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

20 ÎLON 2025
Apê Mûsa li ser gora xwe hate bîranîn

Apê Mûsa li ser gora xwe hate bîranîn

20 ÎLON 2025
Panela ‘Serpêhatiyên Rojava û îhtîmala Sûriyeya Demokratîk’ hat lidarxistin

Panela ‘Serpêhatiyên Rojava û îhtîmala Sûriyeya Demokratîk’ hat lidarxistin

20 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (336)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne