• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA: Jinên êzidî hemû civak parastin

Amed / AW

3 TEBAX 2025 - 20:48
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
TJAyê bi boneya salvegera komkujiya Şengala ya 3ê Tebaxa 2014an a bi destê DAIŞê pêk hat, li Parka Koşuyolu daxuyanî da. Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakût daxuyanî xwend û got: “Jinên êzidî hem jiyana xwe û hem hebûna vîna civaka êzidî parast.”

11 sal berê DAIŞê li dijî Şengalê komkujî pêk anî. Di ser komkujiya Şengalê re 11 sal borîn. Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya komkujiyê şermezar bike û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bibîr bîne, li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên DBP, DEM Partî, TJA, Dayîkên Aştiyê, MED-DER û gelek saziyên civaka sivîl di çalakiyê de amade bûn. Jinan li vir diruşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana Şengalê” berz kirin. Jinan pankarta mazin a li ser “Komkujiya Jinên Êzidî, komkujiya Mirovahiyê ye, em ji bîr nakin” nivîsandibûn vekirin. Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakût daxuyanî xwend.

Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakut, diyar kir ku di 3ê Tebaxa 2014an de, ji aliyê çeteyên DAIŞê ve li Şengalê li dijî civaka Êzidî rê li qirkirinek giştî û tunekirina jinê hat vekirin û wiha got: “Ev êrîş li pêş çavê hemû cîhanê pêk hat. Ji ber bêdengiya cîhanê bi hezaran mirov hatin kuştin. Ji 6 hezaran zêdetîr jin û zarok hatin revandin. Jin li bazarên koleyan hatin firotin. Bi darê zorê neçar kirin ku olê biguherînîn. Bi îşkenceyên bi rêkûpêk û bi tundiya zayendî re rûbirû hatin hiştin. Bi tevî ku 11 sal derbas bû ye hê jî aqubeta bi hezaran jin û zarokan nayê zanîn. Erîşa li dijî Şengalê tenê ji bo baweriya gelê êzidî û nasnameya wan nîne. Beşek ji plana Rojhilata Navîn a li dijî xeta azadiya jinan a pêşdikeve û pêşeroja azadî û wekheviya gelan bû. Ev tunekirina ku li ser laşê jinê dihat birêvebirin, bi armanca bîra civakî û tekoşîna azadiyê bê fetisandin dihat pêkanîn.”

‘Pêvajoya ji nû ve avakirinê tê astengkirin’

Rûçem Elyakut, destnîşan kir ku jinên êzidî çong nedan erdê û wiha pêde çû: “Lê jin li dijî êrîşên giran ku jiyabûn bê deng neman. Serîhildana xwe veguherandin berxwedana rêxistinî. Bi avakirina hêzên parastina rewa re parastina Şengalê bi rêberiya jinê avakirin. Şopa wendahiya ajotin. Dev ji tekoşîna edaletê bernedan û Şengalê bi perspektifa azadiya jinê ji nû ve avakirin. Bi alikariya navnetewî ya ku bi tevgera jinên Kurd re hatibû danîn, bi hezaran jin ji esaretê hatin xelas kirin. Îro hê jî ev tekoşîn bi biryar didome. Jinên êzidî ne tenê jiyana xwe, hebûna gelan û vîna civakî jî parastin. Berxwedana ku li Şengalê hat dayîn tekoşîna ji bo parastina rûmeta mirovahiyê bû. Tevî ku 11 sal di ser de derbas bûye jî, sazî û dewletên navneteweyî, tewanbara dadbar nekirin gorên komî venekirin û wendahiya dernexistin holê. Êrîşên li hember Şengalê hê jî berdewamdikin. Statuya Gelê Êzidî nayê naskirin û pêvajoya ji nû ve avakirinê tê astengkirin.”

‘Banga xwe nû dikin’

Rûçem Elyakut, herî dawî da zanîn ku têkoşîna li dijî qirkirinê berpirsiyariya hemû mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: “Wek TJA em carek din banga xwe nû dikin:
• Roja 3ê Tebaxê, Roja Çalakiyê ya navneteweyî ya li dijî tunekirin û qirkirina jinê were qebul kirin.
• Qirkirina Şengalê, wek qirkirina êzidiyan û tunekirina jinê were pênasekirin, berpirsiyar li dijî mekanîzmayên navneteweyî bêne darizandin.
• Ji bo jin û zarokên êzidî yên wendayî divê demildest mekanîzmayên serbixwe yê lekolînê yên navneteweyî yên ji bo rizgarkirinê bêne avakirin.

Berxwedana li hember tunekirina jinê ya bi destê DAIŞê ya li Şengalê tê kirin de, bi yekbûna tekoşîna azadiya jina Kurd re, îro ew veguheriye liberrabûnek heremî û navneteweyî. Jinên Êzîdî bi civîna li ser vê xetê xweparastinên xwe yên rêxistinî avakirin e û vîna xwe ya hesab pirsînê mezinkirin e. Ev tekoşîn ne tenê hesab pirsîna paşerojê ye. Ew angaşt a pêşerojê ya li ser bingeha azadiyê ye. Ji bo berfirehkirina tekoşîna rêxistinî ya li dijî tunekirina jinê em ê hesap pirsina ji sucdar û hevkarên wan bidomînin.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Mêrdîn
Di salvegera 11emîn a komkujiya ku DAÎŞê di 3ê Tebaxa 2014an de li hemberî civaka Êzidî kir, li navçeya Mîdyat a Mêrdînê bi banga Tevgera Jinên Azad (TJA) meşek hat lidarxistin. Bi sedan kesên li qada Newrozê kom bûn, bi pêşengiya jinan pankarta bi nivîsa “Qetilkirina jinên Êzidî sûcê li dijî mirovahiyê ye” meşiyan. Di meşê de pankratên ku komkujiyê şermezar dikin hatin hilgirtin û wêneyên cangoriyan hatin hilgirtin û dirûşmên weke “Jin jiyan azadî”, “Şengal rûmeta me ye” û “Jinên Êzidî rûmeta me ne” hatin berzkirin.
Bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Piştî meşê li ser navê TJA’yê Hatîce Encu daxuyaniya çapemeniyê xwend. Hatîce Encu diyar kir ku sûcên li ser civaka Êzidî tên kirin sûcên li dijî mirovahiyê ne û destnîşan kir ku hê jî di salvegera komkujiyê de jin û zarokên winda hene û wiha got ji bo winda bên dîtin soza xwe ya têkoşînê diyar kir û xwest bûyerên li Şengalê qewimîn weke jenosîd bên naskirin û statuya Şengalê bê naskirin
Dêrsim
Li Dêrsimê li avahiya DEM Partiyê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Gelek endamên DEM Partî DBP, TJA’yê û welatî beşdarî bîranînê bûn û pankarta ‘Em komkujiya Êzidiyan û qirkirina jinan ji bîr nakin’ hat vekirin. Di bîranînê de endama TJA’yê Menal Temel axivî diyar kir ku di 3ê Tebaxa 2014an trajediyeke mezin hat jiyîn.
Menal Temel bang kir ku 3yê Tebaxê weke ”Roja Çalakiya Navnetewî ya li Dijî Kuştina Jinan û Qirkirinê” were ragihandin. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ji wezîfeyê hat dûrxistin diyar kir ku komkujî û qirkirina li hemberî jinê hînê dewam dike û got Bîranîn piştî pêşandana vîdeoyê bi dawî bû.
Edene
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê têkildarî komkujiya Êzidiyan li Parka Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiya ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr amade bûn de, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya ve hat xwendin. Hêlîn Kaya bal kişand ku yek ji trajediyên herî mezin a sedsala 21an pêk tê û diyar kir ku jin rastî şîdeta zayendî, kolekirin û êrîşên sîstematîk tên. Hêlîn Kaya ev komkujî weke ‘kuştina herî mezin a sedsala 21an’ bi nav kir. Hêlîn Kaya bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide vîna xweparastinê ya gel û berxwedana wan demokratîk a ji Şengalê û Efrînê.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

MYKa DEM Partiyê têkildarî pêvajoyê civiya

1 TÎRMEH 2026
Li Bexdayê dronek hat xistin

Li Bexdayê dronek hat xistin

1 TÎRMEH 2026
1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1 TÎRMEH 2026
Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

1 TÎRMEH 2026
ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

1 TÎRMEH 2026
Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

30 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (5)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne