• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    QSD: Komkujiya Dêr Hafirê Hikûmeta Şamê kir

    QSD: Komkujiya Dêr Hafirê Hikûmeta Şamê kir

    Amerîkayê gef li Efganistanê xwar

    Amerîkayê gef li Efganistanê xwar

    Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

    Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    ROJEVA 21Ê ÎLONA 2025AN

    Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

    Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

    Abdullah Ocalan: Endamên çapemeniyê di dayîn kedê de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

    Abdullah Ocalan: Endamên çapemeniyê di dayîn kedê de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    QSD: Komkujiya Dêr Hafirê Hikûmeta Şamê kir

    QSD: Komkujiya Dêr Hafirê Hikûmeta Şamê kir

    Amerîkayê gef li Efganistanê xwar

    Amerîkayê gef li Efganistanê xwar

    Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

    Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

    ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

    ROJEVA 21Ê ÎLONA 2025AN

    Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

    Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn

    Abdullah Ocalan: Endamên çapemeniyê di dayîn kedê de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

    Abdullah Ocalan: Endamên çapemeniyê di dayîn kedê de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFG: Bila rojnameger bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin

Navenda Nûçeyan / AW

4 TEBAX 2025 - 12:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

DFGê, di rapora xwe ya meha Tîrmehê de daneyên binpêkirina mafên rojnamegeran parve kir û xwest astangiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Abdullah Ocalan re werin rakirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Tîrmeha 2025’an aşkera kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hêviya demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê dîsa zindî bûne.

DFGê di rapora xwe de wiha got: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û geşedanên pê re rû dane, hêviya demokratîkbûnê li Tirkiyeyê ji nû ve şîn kir. Azadiya çapemeniyê di welatekî de ji bo rewşa demokrasiyê diyar bike, ji mijarên herî girîng yek e. Lê belê li Tirkiyeya ku demokratîkbûn tê axaftin, êrişên li dijî çapemeniyê kêm nebûne, berovajî, bi zêdebûnê berdewam kirine.

Rojnameger hatin binçavkirin

Di meha Tîrmehê de jî rojnameger ji ber rojnamegerî kirin, hatin binçavkirin. Ji ber birîna daran, dizî kirin nûçe û ji ber hempîşeyên xwe bi bîr anîn, der barê rojnemegeran de lêpirsîn hatin destpêkirin. Di meha Tîrmehê de 8 rojnameger hatin binçavkirin, 5 rojnameger hatin girtin. Fûrkan Karabay bêyî ku îdanameya wî bê amadekirin, bi awayekî der hiqûqî hêj jî di girtîgehê de tê ragirtin. Ercument Akdenîz ê ji meha Sibatê ve girtî ye, tevî ku di danişîna ewil de diyar bû ku tu delîl nîn in, ji ber ‘şahid’ nehatin guhdarkirin, nehate berdan. Di roja dawî ya meha Hezîranê de desthilatê piştgirî da êrişên li dijî Kovara Lemanê û pênc xebatkarên Lemanê dan girtin. Derbarê kovarê de, biryara komkirinê da û lêpirsîna aborî da destpêkirin.

Doza çapemeniyê ya KCKê

Di meh a Tîrmehê de ji 30 dosyeyan, darizandina 84 rojnamegeran hatiye berdewamkirin. Yek ji van dozan jî doza 34 rojnamegerên jê tên darizandin û ev 13 sal in berdewam dike ya bi navê Doza Çapemeniyê ya KCKê ye. Ev doz ev 13 sal in di nîşaneya azadiya dîroka çapemeniyê de, weke nîgareke reş, disekine. Der barê 6 rojnemegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, lêpirsînek veguhezî dozê. Der barê 8 rojnamegeran de 8 sal û 4 meh û 25 roj ceza û 40.500 lîre cezayê îdarî yê pere hate birîn.

RTUK bûye amûrekê gefxwarinê

Di meha Tîrmehê de jî sansurê berdewam kir, biryarên RTUKê yên nedemokratîk, bûn amûreke gefxwarinê. RTUKê der barê kanalekê de 10, der barê kanalekê de 5 rojan biryara reşkirina ekranê da, der barê 2 kanalan de jî cezayê pere birî. Di meha Tîrmehê de 45 malperên înternetê hatin girtin, der barê 10 nûçeyan û der barê 63 naverokên medyayê de jî biryara astengkirinê hate dayîn.

Divê astengiyên li pêşiya çapemeniya azad werin rakirin

Agahiyên ku me li jorê parvekirine, ji daneyan bêhtir nîşaneya demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û ji bo hêviyên aştiyê bigihin serkeftinê, divê hemû astengiyên li pêşiya çapemeniya azad demildest werin rakirin. Qanûnên sansurê yên li pêşiya çapemeniya azad, Qanûna Sîxûrtiya Bandorê divê were rakirin. Divê hemû rojnamevanên ji ber çêkirina nûçeyan hatine girtin werin berdan. Divê RTUK û BTKa bûne amûreke cezakirinê yên AKPê, veguhezin avabûnên demokratîk. Bi qasî ku ev daxwazên me hatin bersivandin hem dê di hêla azadiya çapemeniyê bi pêş bikev hem jî dê ev yek hêz bide demokratîkbûna Tirkiyeyê.

Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin

Em piştgiriyê didin pêvajoya bi banga Devlet Bahçelî daye destpêkirin û bi gavên şênber ên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêş dikeve. Ji bo ev pêvajo bi serkeftinê encam bibe, divê hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamevan a bi Abdullah Ocalan re, divê demildest werin rakirin. Rojnamevan neynika civakê ne û ji bo ev pêvajo bi gel re were ba hev, rola rojnamegeran di girîngiya jiyanî de ye. Li ser vê esasê, êm ê di parastina rojnamegeriyê û avakirina civaka demokratîk de rola pêşengtiyê bidomînin.”

DFGê di rapora xwe de diyar kir ku di vê mehê de 8 rojnameger hatine binçavkirin, 5 rojnameger hatine girtin, li rojnamegerekî îşkence û miameleya nebaş hate kirin, gef li rojnamegerekî hate xwarin, 2 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin astengkirin, li girtîgehan mafên 6 rojnamegeran hatine binpêkirin, der heqê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, li rojnamegerekî doz hatiye vekirin, li 7 rojnamegeran bi giştî 8 sal û 4 meh û 25 roj cezayê hepsê û 40 hezar û 500 TL cezayê pereyan hatiye birîn, 84 rojnameger di 30 danişînan de hatin darizandin. DFGê da zanîn ku niha 34 rojnameger (Ji 3yê Tîrmehê heta niha) girtî ne.

 

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

QSD: Komkujiya Dêr Hafirê Hikûmeta Şamê kir

QSD: Komkujiya Dêr Hafirê Hikûmeta Şamê kir

21 ÎLON 2025
Jin bi qursa aşpêjiyê dibin xwedî pîşe

Jin bi qursa aşpêjiyê dibin xwedî pîşe

21 ÎLON 2025
Li Enqereyê Navenda Çanda Anatoliyayê vêdibe

Li Enqereyê Navenda Çanda Anatoliyayê vêdibe

21 ÎLON 2025
Amerîkayê gef li Efganistanê xwar

Amerîkayê gef li Efganistanê xwar

21 ÎLON 2025
Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

Her hefteyê li ser mijarekê xwe perwerde dikin

21 ÎLON 2025
ROJEVA 20Ê ÎLONA 2025AN

ROJEVA 21Ê ÎLONA 2025AN

21 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (340)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne