• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Goreke din a komî li Mûsilê dîtin

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

    Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KJKê banga têkoşîna ekolojîk kir

Navenda Nûçeyan / AW

17 TEBAX 2025 - 13:12
Kategorî: EKOLOJÎ, POLÎTÎKA
A A
Koordînasyona KJKê da zanîn ku şawatên daristanên li Kurdistanê encama polîtîkayên şerê taybet in û yên li rojavayê Tirkiyeyê jî encama rantê ne. KJKê banga mezinkirina têkoşîna ekolojîk kir.

Koordînasyona KJKê li ser malpera xwe bi daxuyaniyekê bal kişand ser qirkirina ekolojiyê û bandorên wê. KJKê, da zanîn ku şawatên daristanan ên li Kurdistanê encama polîtîkaya şer a taybet in û ên li rojavayê Tirkiyeyê jî encama rantê ne.

Daxuyaniya Koordînasyona KJKê bi vî rengî ye:

Em di pêvajoyeke welê re derbas dibin ku bandorên texrîbatên ekolojîk roj bi roj zêde dibin. Sedema vê yekê jî, mijarên jîngehê yên gerdûnî yên weke guhertina avhewayê, qirêjiya jîngehê û windakirina cihêrengiya biyolojîk e.

Gerstêrka ku em lê dijîn, bi destê desthilatdarî û kedxwarî ku ji aliyê mirovan ve hatine keşfkirin ve, ber bi hilweşînê ve tên birin. Ji ber polîtîkayên ku ekosîstemê li ber çavan nagirin, çavkaniyên me yên jiyanê yên bingehîn ên weke av, hewa û axê tên qirêjkirin û tinekirin. Helwestên xweperest, berjewendperest, hiyerarşîk û exlaqî yên îflaskirî, li dijî gerstêrka me û jiyanê bi xwe şerê tinekirinê dimeşîne. Endustriyalîzm ku stûna bingehîn a sîstema talanker a kapîtalîst a li ser esasê berhevkirina sermayeyê ye, ne tenê kedxwariya mirovan îstîsmar dike, di heman demê de xwezayê jî weke objeyek dibîne û xerckirina bêsînor a li ser wê weke maf dibîne. Çavkaniyên xwezayî bi awayekî hovane tên xerckirin û çopên pîşesaziyê yên di dema hilberînê de derdikevin holê, av, ax û hewaya me jehrî dike. Dewlet ne tenê zemînê ji bo vê sîstema îstismarkirinê ji bo şîrketan amade dikin, di heman demê de bi şer û çekên ku ew hilberînin, piştgiriyê didin û vê pêvajoyê hêsantir dikin.

Pirsgirêka mezin şewata daristana ye

Texrîbata îro ya li ser daristanan, yek ji mezintirîn pirsgirêkên jîngehê yên cîhanê ye. Her sal bi mîlyonan hektar daristan tên tinekirin, ku dibin sedema gelek pirsgirêkan, ji guherîna avhewayê, heta kêmbûna cihêrengiyê biyolojîk. Dar û daristan ji bo hevsengiya ekosîstemê pir girîng in. Ji ber vê yekê daristan wekî “pişikên gerstêrka me” têne binavkirin. Daristan hêmanên bingehîn in ku hevsengiya hewa, av û axê diparêzin. Birîna daristanan avhewayê diguherîne, cihêrengiya wê ya biyolojîk wêran dike û zirarê dide av û axê.

Proje li dijî jîngehê ne

Li Tirkiyeyê, wekî li deverên din ên cîhanê, santralên hîdroelektrîkê (HES), JES, GES, Rêya Kesk û projeyên madenê zirareke mezin dane jîngehê. Ziwabûna çavkaniyên avê, tinekirina qadên daristanan ji bo çêkirina rê, qirêjiya hewayê ku gihîştiye astên ku jiyanê tehdît dikin, berhemên ku ji ber bêqezenciyê di zeviyan de mane, zêdebûna hişkesaliyê û şorbûna axê nîşaneyên zelal ên hilweşîna ekolojîk in. Têkiliyên hilberînê yên pergala kapîtalîst hem sedem û hem jî encama vê hilweşînê ne. Ev pergala neheq û bêwijdan çavkaniya krîza ekolojîk e. Îro, gelek herêmên Tirkiyeyê, bi taybetî Kurdistan, hilweşînek xwezayî ya berfireh dijîn.Navê vê talan û komkujî ye. Zêdebûna rêjeya şewatên daristanan ji ber zêdebûna germbûna gerdûnî nîşan dide ku ew ji hêla hin koman ve têne destpêkirin.

Şerê taybet, xemsarî û rant

Her çiqas şewatên daristanan li rojavayê Tirkiyeyê ji ber xemsarî û rantê rû didin jî, em dizanin ku şewat û birîna daristanan li bajarên Kurdistanê wekî polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin. Ev pêvajo, ku di salên 1990î de bi valakirina gundan dest pê kir, îro jî bi polîtîkayên birîna daristanan berdewam dike. Tiştê ku li vir diqewime ne şewateke sade ye, kiryareke eşkere ya birîna daristanan û talankirinê ye. Ev pêkanîn guhertoyek modernîzekirî ya polîtîkayên şer ên faşîst û cudakar in û sûc in ku li dijî wijdanê mirovan derdikevin. Hem polîtîkayên bidestxistina qezencê û hem jî polîtîkayên şerê taybet di wêrankirina xwezayê de li Kurdistanê rol dilîzin. Ev polîtîka ne tenê çanda me, di heman demê de erd, ekosîstem, hewa û ava me jî hedef digirin. Ji ber ku her dareke şewitî ne tenê nebatek e; ew di heman demê de hêlîna bi hezaran çûk û kêzikan e û stargehek ji bo heywanên kovî ye.

Şewat wêrankirina jîngehê ye

Her çiqas daristaneke wêrankirî ji bo vegera rewşa xwe ya ewil hewcehî bi dehsalan dibîne, mixabin hin ekosîstem bi awayekî mayînde zirarê dibînin. Şewat dibe sedema wêrankirina jîngehên jiyanê û windakirina debara mirovên ku xwe dispêrin çandinî û xwedîkirina heywanan. Ne tenê gundek dişewite; bîranîn, kevneşopî û girêdanên civakî yên bi zehmetî hatine bidestxistin jî di agir de dişewitin. Navê vê qirkirina jiyanê ye. Dewleta Tirk Kurdistan wekî herêmeke ewlehiyê ya taybet îlan kiriye, talankirina daristan û xwezayê wekî mafek rewa dibîne. Îro, wêrankirina xwezayê li Kurdistanê di bin çavdêriya dewletê de berdewam dike. Ev talankirin, ku ji hêla dewletê ve tê teşwîqkirin û heta rasterast tê kirin, bi tevahî nayê qebûlkirin.

Şewat bi sîstemekê tê pêxistin

Em diyar dikin ku şewatên ku hema hema rojane li welatê me derdikevin, bi bêhişmendî an jî bi hewaya germ nikare bê ravekirin. Ev agir bi awayekî sîstematîk tên pêxistin. Ji ber vê yekê, divê em têkoşîna rêxistinkirî li dijî berpirsiyarên van karesatan berfirehtir bikin. Divê em polîtîkayên wan ên hovane yên rantê û pêkanînên mêtinger deşîfer bikin û ji wan hesab bipirsin. Divê em hevgirtin û têkoşîna kolektîf li seranserê Tirkiye û Kurdistanê xurt bikin. Divê em daristan, çavkaniyên avê, kanan, ax û baxên zeytûnên xwe bi hev re biparêzin. Em tenê dikarin van hilweşînan bi têkoşîna kolektîf a bi hemû beşên civakê re, rawestînin. Ji ber ku heke em daristan, ax, hewa, av û enerjiya xwe neparêzin, jiyana me jî dê ligel xwezayê wêran bibe. Li dijî desthilatdariya zalim ku roj bi roj mîrateya me tine dike, divê em xwedî li daristan, ax, hewa, av û enerjiya xwe derkevin. Eger têkoşîn neyê meşandin, bi tinekirina xwezayê re wê jiyana me jî tine bibe. Li dijî talan û tinekirina bedewbûn û bereketa ku xweza diyarî me kiriye, divê bêyî rawestandin têkoşîna xwe ya ekolojîk berfireh bikin. Îro, em şahidê têkoşînên hêja yên komên dilxwaz, rêxistinên civaka sivîl, gelê herêmî û jinan li gelek deveran in. Helwesta biryardar a jineke 80 salî ku vê dawiyê ji gundekî Muglayê ber bi Enqerê ve çû da ku li dijî qanûna madenê ya ku li Meclîsa Tirkiyeyê tê nîqaşkirin derkeve û her wiha qîrîna kesên ku li ber Meclîsê şaxek zeytûnê girtin û gotin, “Ger ev biqede, jiyan jî diqede,” mînakên girîng ên vê têkoşînê ne.

Şewat û talan bû mayînde

Şewat û talankirina daristanan veguheriye pirsgirêkeke civakî ya mayinde. Ji ber van hemû sedeman em vê yekê dibêjin; şewat ne tenê afeteke xwezayî ye, encamek ji xemsarî û polîtîkayên kar-qezencê ye. Êdî roj hatiye ku mirov li ber zilma van kiryarên zalim ên şîrket û dewletan rabin ku bi tinehesibandina jiyana mirovan, heywanan û daran tenê ji bo qezenca xwe tevdigerin û talan dikin. Roj ne ew roj e ku em hêrsa xwe veşêrin. Tenê di nava pênc salên dawî de qadeke daristanî ya bi qasî 55 hezar qadên futbolê şewitî, hate şewitandin. Eger li hemberî vê yekê têkoşîn neyê weşandin, ku navê xwe felaket e, wê kengî û ji bo çi têkoşîn bê meşandin? Dem hatiye ku li hemberî van êrîşên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jiyan û paşeroja me têne kirin, dem hatiye ku em rê, gotin, hêrs, nerazîbûn, serhildan û çalakiya xwe bikin yek.

Divê têkoşîna ekolojîk were mezinkirin

Divê em ji bîr nekin, sebra ‘Dayika me-xweza’yê heta cihekî ye. Û ew ti carî ya ku lê hatiye kirin ji bîr nake. Beriya her tiştî divê em jin li ber vê talankirina xwezayê rabin. Em bang li rêxistinên jinan û hemû beşên civakê dikin ku parastina xwezayê weke pîvaneke parastina jiyan û paşerojê bibînin û li hemberî van derdorên zalim, mêtinger û rantxur têkoşînê bilind  bikin. Li hemberî kiryarên mêtinger ên ku welatê me Kurdistanê bê daristan dihêlin û pêşkêşî rantxuran dike, em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna ekolojîk li her qadê bi rengekî rewa, bi bandor û girseyî bilind bikin. ”

 

 

Etîket: DaristandaxuyanîKJKşewatTêkoşînXweza
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Feylesof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin

Feylesof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin

17 TEBAX 2025
Li Licê agir bi daristanê ket

Li Licê agir bi daristanê ket

15 TEBAX 2025
KESKa Amedê hikûmetê hişyar kir: Ger daxwazên me pêk neyên em ê biçin grevê

KESKa Amedê hikûmetê hişyar kir: Ger daxwazên me pêk neyên em ê biçin grevê

15 TEBAX 2025
Şaxa KESKê ya Şirnex nerazîbûn nîşanî TÎSê da

Şaxa KESKê ya Şirnex nerazîbûn nîşanî TÎSê da

13 TEBAX 2025
Sercerdevanê ku daristanên li Bestayê dibire gef li gundiyan xwar!

Sercerdevanê ku daristanên li Bestayê dibire gef li gundiyan xwar!

12 TEBAX 2025
‘Jinên tên qetilkirin sedema raperîna me ne’

‘Jinên tên qetilkirin sedema raperîna me ne’

12 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (252)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne