awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zanîngeha yekemîn: Dêra Mor Yakûp

Omer Demîr / AW

23 TEBAX 2025 - 08:13
Kategorî: ÇAND, CIVAK, MANŞET
A A
Mêrdîn  – Li Nisêbînê îro tenê Suryaniyekî bi navê Danîel Çepe dijî. Danîel Çepe xebatkarê Dêra Mor Yakup e û têkildarî dîroka dêrê diyar kir ku di cihanê de zanîngeha yekemîn li vir hatiye avakirin. Danîel Çepe dixwaze her kes li vê dîrokê xwedî derkeve.

Erdnigariya Kurdistanê di nava xwe de di aliyê çand ziman, netewan de dewlemendiyeke zêde xedixwîne. Yek ji wan gelê Suryan e ku xwedî dîrokeke kevnar e. Ev gelê qedîm di sala 1924an de bi  komkujiya Sefo re rû bi rû ma û bi  darê zorê ji gundên xwe hatin koçberkirin. Bondara wê sala reş hêj jî didome.

Li Kurdistanê Suryanên dijîn sal bi sal  ji ber ku koçî Ewropa dikin kêm dibin. Lê belê li pişta xwe dîrokek kevnar hiştine. Dema ku em berê xwe didin avahiyên ku li pey xwe hiştine em vê dîroka wan a qedîm dibînin. Yek ji wan avahî û berhemên ku li pey xwe hiştine jî Dêra Mor Yakup a li Navçeya Nisêbînê ye. Bi sedan şagirtên demê li dêrê ji Mor Yakup ders girtine û vê jî taybetmendiye “zanîngeha yekemîn” derxistiye holê.

Nisêbîn ji bo gelê Suryanî gelek girîng e. Bi sed salan e li vir jiyane.  Lê îro li navçeya Nisêbînê tenê kesekî Suryanî dijî. Danîel Çepe xebatkarê Dêra Mor Yakup e. Danîel Çepe dîroka derê ji Ajansa Welat (AW) re vegot.

‘Dêr di 297an de hatiye avakirin’

Danîel Çepe diyar kir ku îro tenê ew wekî suryanî li Nisêbînê dijî û wiha axivî: “ Dera Mor Yakup di cîhanê de zanîngeha yekemîn e. Dêra Mor Yakup gelek dîrokiye. Mor Yakup bi salan li vir jiyan kiriye û perwerde daye şagirtên xwe. Te gotin erdhej vê herêmê çêbûye û ev dêr hilweşiyaye lê dîsa hatiye avakirin. Li vir gelek ders dihatin dîtin. Dema ku şagirt dihatin li vir ewilî dersê Suryanî û paşê felsefe, goemetrî, astronomî, bijîşkî û hiqûqî hebû. Ev dêr beriya 1700 sal hatiye çêkirin. Piştî mîladê di sala 297an de der hatiye avakirin. Mor Yakup piştî mîladê di sala 338an de jiyana xwe dest daye.”

Zanîngeha yekemîn e…

Danîel Çepe da zanîn ku piştî Mor Yakup jiyana xwe dest da Mor Efraîm bû mamoste û ev tişt anî ziman: “Mor Efraîm li vir 28 sal, li Rihayê jî 10 sal mamosteyekî kir. Mor Efraîm ji li vir şagirtê Mor Yakup bû. Mor Efraîm di cîhanê de profesor û helvestvanê yekemîn e. Piştî lêkolîna bexçeya dêrê çêkirin ev agahî derketin holê. Li ser kevirekî hatibû nivîsandin heta ku di sala 1300an de ders li vir berdewam kiriye. Berî ku lêkolîna li vir dihata gotin ku zanîngeha yekemîn li Rihayê ye. Lê piştî lêkolînê derket holê ku zanîngeha yekemîn li vir e. Di cihanê de danîna mafê jinan a yekemîn li vir pêk hatiye. Jin li vir tev li merasîm û koroyan bûne. Piştî sala 2014an şunde dêr di lîsteya mîratê ya UNESCOyê ye. Gorê Mor Yakûp li bin di dêrê de ye. Ne tenê gelê Suryanî divê tevahî gel xwedî li vê dîrokê derkevê.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

24 xebatkarên CHPê ji kar hatin derxistin

25 GULAN 2026
Amedspor derket Super Lîgê

Kampa Dareşekran a li Hewlêrê hat bombebarankirin

25 GULAN 2026
Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

Bi hezaran kes li dijî biryara ‘Betalkirina Teqez’ meşiya

25 GULAN 2026
DEM Partiyê du malbat li hev anî

DEM Partiyê du malbat li hev anî

25 GULAN 2026
Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir

25 GULAN 2026
Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

Li Amedê serdana goristanên cangoriyan hate kirin

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne