Amed – Nivîskar Îlhan Dayan ku li pêşengeha pirtûkan axivî, destnîşan kir ku her mirovê ku dibêje “ez Kurd im” li hemberî ziman peywîrên wî yên exlaqî, siyasî û wijdanî hene û got: “Divê her malek ji bo çand û zimanê Kurdî weke dibistanekê be.”
9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê di 18ê Cotmehê de dest pê kir li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî di roja şeşemîn de didome. Di pêşangeha ku 32 weşanxaneyên Kurd, saziyên ziman, çanda Kurdî û gelek nivîskarên Kurd jî cih digirin dê heta 26ê Cotmehê bidome. Yek ji nivîskarê ku li pêşengehê pirtûkên xwe îmze dike jî Îlhan Dayan e.
Nivîskar Îlhan Dayan di sala 1974an de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Îlhan Dayan hêj di temenekî ciwan de di sala 1993yan de ji ber sedemên siyasî li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê tê girtin û Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Îzmîrê bi îdiaya “Xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat” cezayê muebedê lê dibire. Îlhan Dayan piştî 32 salan di 26ê Adarê de ji Girtîgeha Hejmara 2yan a Tîpa T a Amedê hate berdan. Îlhan Dayan jî weke gelek girtiyên Kurd li girtîgehê dest bi nivîskariyê dike. Îlhan Dayan heta niha sê pirtûkên helbestan ên bi navê “Bêrîjan” , “Xeyalbêj” û “Diyariyên Şevê” nivîsandine. Ev pirtûk herî dawî ji Weşanên Payîzê derketin. Îlhan Dayan ên xebatên wî yên nivîsînê didomin li ser pirtûkên xwe û girîngiya zimanê Kurdî ji ajansa me re axivî.
‘Ziman nasnameyeke neteweyî ye’
Nivîskar Îlhan Dayan da zanîn ku heta niha sê pirtûkên helbestan nivîsandine û xebatên wî yên nivîsandinê berdewam dikin. Îlhan Dayan bal kişand li ser girîngiya zimanê kurdî û wiha got: “Pirtûkên min heta niha du caran hatine çapkirin û niha amadekariyên min ên li ser wêjeya kurdî û li ser ziman berdewam dikin. Rewşa zimanê Kurdî di asteke xetere de ye. Di qada siyasî, civakî û hemû qadên jiyanê de ziman ber bi têkçûyînekê ve diçe. Têkoşîna ziman a mezin û giran biha didome lê rewşa ziman tê de ji bo me cihê rexnedayînê ye. Her mirovê ku dibêje ez Kurd im li hemberî vî zimanê şirîn û xweş peywîrên wî yên exlaqî, siyasî û wijdanî heye. Ziman tiştekî ji rêzê nîne. Ziman nasnameya neteweyekê ye. Di nava ziman de hest, raman û dîroka gelekî veşartî ye. Bi zimanekî din ne pêkane ku mirov vê hest û ramanî bijî. Ji bo wê yekî wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye ‘ziman bedene, divê ku mirov li bedena xwe xwedî derkeve” lê mixabin tevlî wê heqîqetê rewşa ku em tê da ne li qada, li kolana, li malê me de zarokên me êdî zimanê xwe naxivin, dayikên me bi zimanê xwe naxivin.”
‘Divê her kes ji bo çand û zimanê Kurdî xebat bimeşîne’
Îlhan Dayan anî ziman ku her malê, her qadê divê ku her kes ji bo ziman û çanda Kurdî xebatê bimeşîne û bal kişand li ser girîngiya axaftina zimanê dayîkê. Îlhan Dayan destnîşan kir ku divê her malek bibe dibistaneke Kurdî û di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Divê em li benda tiştên pir mezin nesekinin em li benda akademiyan, dibistanan, zanîngehan nesekinin. Em dibêjin zimanê dayikê wekî şîrê dayikê li me helale. Bila her kes bikare bibêje me peywîra xwe ya ji aliyê ziman ve pêkanî. Divê teqez em wê yeke pêk bînin. Hevalên me yên siyasî nikarin xwe Kurdî îfade bikin. Çima? Çi astengî heye? Astengiya mezin di hişê me de ye, astengî di têgihiştina me de ye dema ku em vê rewşê hîs bikin em ji wî aliyî ve bigihin astake baş wê demê çi astengî li pêşiya ziman namînin. Em nikarin weke nivîskarên neteweyeke din tevbigerin. Divê ku weke ku mirov derkeve huzura Xwedê em bi vê hurmetiyê nêz bibin. Ev îbadete, îbadeteke herî mezine”
‘Di jiyana mirov de çi hebe di helbestên mirov de jî ew heye’
Nivîskar Îlhan Dayan behsa naveroka pirtûk û helbestên xwe kir û wiha pê de çû: “Helbest karekî dil e. Di jiyana mirov de çi hebe, di dilê mirov de çi hebe, di hişê mirov de çi hebe, xemgînî, bîr û baweriyên mirov de çi hebe êş, xeyalên mirov çi be di helbestên mirov de jî ev heye. Lewra di helbestên xwe de dikarim bêjim daxwaza azadiyê, daxwaza ziman, daxwaza nasnamê, xweza, wekhevî, evîn heye, êş, xemgînî heye û ji wan hemûya wê de tir jî bîr û bawerî, hêviya azadiyê heye. Di dilemin de, di jiyana min de û di tekoşîna min de çi hebe ev yek bi awayekî xwe di helbestê min de min diyar kiriye. Mirov bikeve nav mijarê de ji hezkirina darekî, ji hezkirina çiyayekî bigire heya rêz girtina şêhîdekî bigire hemû tişt di nava helbestên min de cihê xwe girtiye.”
‘Her dayîkeke me dibistaneke’
Di dawiya axaftina xwe de Îlhan Dayan ji bo zimanê kurdî, ji bo çand û nivîsa kurdî bangawazî kir û wiha got: “Banga min a yekemin ji dayîkên me re ye, ji hemû jinên Kurd re ye. Her dayîkeke me dibistaneke, her jineke Kurd dibistaneke, dibistana zimanê ku îro em bikaribin zimanê xwe wisa biaxivin, bi wisa hêsanî hestên xwe bînin ziman em ji dayîkê xwe re deyndarin wan bi hezar salan ev ziman heya vê rojê anîn û divê ku ji niha û şunde jî vê pêkbînin. Ji ber vê yekê divê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û wan fêrî Kurdî bikin. Divê mirov yek deqîqeyê tenê raneweste. Banga min ji jinên Kurd, ji dayikê me re ye, ji hemû civakê re ye. Çi di be bila bi be her mirovekî dibêje Kurd im, Kurdistanî me û ji vî zimanî hez dikim peywîra hemû kesî ye. Em ji malbatên xwe dest pê bikin, ji zarokên xwe destpê bikin û ya pêş tir em ji xwe dest pê bikin. Em dibînin ku em bi hêsanî bi zimanekî din diaxivin, jiyana xwe berdewam dikin ev ji bo me cihê şermê ye. Tekoşîna me, bertekên me, nerazîbûnên me ne li hemberî zimanekî dine pirsgirêka me bi wan re tune ye. Pirsgirêka me parastina zimanê me ye.”