• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulistan Bozkûrt: Divê jin mafên xwe biparêzin

Bazîd Evren / AW

19 MIJDAR 2025 - 08:10
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Wan – Endama Meclîsa Jinan a Şaredariya Artêmêtê Gulistan Bozkûrtê bi rasthatina 25ê Mijdarê re da zanîn ku divê hemû jinên cîhanê xwe û mafên xwe bizanibin û biparêzin û tev li têkoşîna jinan bibin.

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1990î de “25ê Mijdarê” weke “Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan” ragihand. Sedema ragihandina 25ê Mijdarê kuştina hovane ya xwîşkên Mîrabal ku di sala 1960an de li Komara Domînîkî dijiyan bû. Xwişkên Mîrabal (Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa), bi dijberiya dîktator ê Komara Domînîkê Rafael Trûjîllo dihatin nasîn û li dijî wî dixebitîn. Li ser vê yekê Trûjîllo di axaftineke xwe de dibêje “Li welêt du xeter hene, yek dêr û yek jî xwişkên Mîrabal in”. Çend roj piştî vê axaftinê di 25ê Mijdara 1960an de xwîşkên Mîrabal bi awayekî hovane hatin kuştin. Piştî ragihandina 25ê Mijdarê jin, li çaraliyê cîhanê li dijî tundiya li ser jinan derdikevin qadan û çalakiyan dikin. Li Kurdistanê jî ev roj xwedî giringiyeke mezin e û her sal li bajarên Kurdîstanê bername tên çêkirin û çalakiyên cûr be cûr tên kirin.

‘Em mafên jinan nadin binpêkirin’

Endama Meclîsa Jinan a Şaredariya Artêmêtê Gulistan Bozkûrtê derbarê 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan axivî û bal kişand ser çîroka xwîşkên Mîrabal. Gulistan Bozkûrtê kuştina xwîşkên Mîrabal weke qetlîamê pênase kir û diyar kir ku ew qetlîam di şexsên xwîşkên Mîrabal de li dijî hemû jinên cîhanê hatiye kirin. Gulistan Bozkûrtê anî ziman ku ev qetlîam ji bo bêdengkirina jinan hatiye kirin û got: “Desthilatê xwest bi vê qetlîamê zordestiya zilam bi ser bixe. Di hebûn û xwebûna jinê de zordestî nîne, jin li hemû qadên cîhanê li hemberî zordestiyê dengê xwe bilind dike û têkoşîna xwe mezin dike. Desthilata mêrserwer ji bo têkoşîna jinan têk bibe weke peyamekê bide hemû jinên cîhanê ev qetlîam pêk anî. Em jî îro têkoşîna malbata Mîrabal didomînin û dengê jinê nayê qûtkirin. Heke em êş û janên xwe ji bîr bikin, nikarin têkoşîna xwe mezintir û xurttir bikin. Em mafên jinan nadin binpêkirin.”

‘Divê hemû jinên cîhanê xwe perwerde bikin’

Gulistan Bozkûrtê da zanîn ku ji bo hişmendiya zilam berdewam bike, dengê jinan di hemû qadan de tê qûtkirin. Gulistan Bozkûrtê destnîşan kir ku ji dîrokê heta niha hemû mafên jinan hatine binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li çaraliyê Kurdistanê jinên Kurdistanî têkoşîneke pir girîng û mezin dan. Li dijî hişmendiya zilaman têkoşîna xwe bilind kirin û peyama serkeftinê dane hemû cîhanê. Ji bo zêdetir mezinkirina têkoşînê perwerdehî hewce ye. Perwerdehî li ser xwebûnê ankû xwenasînê ye û divê hemû jinên cîhanê xwe perwerde bikin. Lewma hem ji bo jinan hem jî ji bo mêran ku hişmendiya xwe biguherînin, xweperwerdekirin gelek girîng e.”

‘Divê hemû jin tev li têkoşîna jinan bibin’

Di berdewamiyê de Gulistan Bozkûrtê bal kişand ser mirina bigûman a Rojîn Kabaîşê û destnîşan kir ku ev û hemû cînayetên jinan encama hişmendiya zilaman e. Gulistan Bozkûrtê da zanîn ku jin di hemû qadan de tên astengkirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Jin, ji aliyê aborî, tendûristî, malbatî û hwd. hatiye astengkirin. Em dixwazin haya hemû jinan ji mafên xwe hebin û bizanin. Divê hemû jin tev li têkoşîna jinan bibin û xwe perwerde bikin. Heke jinên cîhanê mafên xwe bizanin û têbikoşin, ez bawerim dê hişmendiya zilam têk biçe.”

‘Jin di hemû beşên pêvajoyê de heye’

Gulistan Bozkûrtê bi bîr xist ku di dîrokê de jin her tim li hemberî komkujiyan bûye û jinên Kurd jî ev bi salan e li dijî komkujiyan li ber xwe didin. Gulistan Bozkûrtê diyar kir ku li hemû cîhanê niha jinên Kurd weke mînak tên nîşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lewma, di vê pêvajoya civaka demokratîk de gava herî mezin ya jinê ye. Jin di hemû beşên vê pêvajoyê de cih digire û heke cih negire dê ev pêvajo têk biçe.”

Etîket: 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser Jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

24 MIJDAR 2025
‘Divê li dijî tundiyê hemû jin bibin yek’

‘Divê li dijî tundiyê hemû jin bibin yek’

24 MIJDAR 2025
Amed bi alên 25ê Mijdarê hat xemilandin

Amed bi alên 25ê Mijdarê hat xemilandin

24 MIJDAR 2025
‘Şoreşa Rojava îspat kir ku jin jiyanê diafirînin’

‘Şoreşa Rojava îspat kir ku jin jiyanê diafirînin’

24 MIJDAR 2025
Di maça Tîma Jinan a Amedsporê de wêneyên jinên hatine kuştin hatin vekirin

Di maça Tîma Jinan a Amedsporê de wêneyên jinên hatine kuştin hatin vekirin

22 MIJDAR 2025
‘Divê her kes bibîne ku Amedspor tenê ne tîma zilaman e’

‘Divê her kes bibîne ku Amedspor tenê ne tîma zilaman e’

22 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1089)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne