Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, Artêşa Îsrailê di saleke dawî de 127 welatiyên sivîl ên Lubnanê kuştin.
Li gorî rapora Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di salek dawî de artêşa Îsraîlê piştî agirbestê herî kêm 127 welatiyên sivîl kuştin.
Berdevkê Ofîsê Thameen Al-Kheetan li Cenevreyê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku salek di ser agirbesta di navbera îsraîl û Lubnanê re derbas bû. Lê artêşa îsraîlê 4 êrîşên hewayî li dijî Lubnanê pêk anine.”
Di navbera Îsraîl û Lubnanê de bi navbênkariya DYAyê di mijdara 2024an de agirbest hatibû îlankirin. Lê tevî agirbestê jî Îsraîl bê navber êrîşên hewayî li dijî Lubnanê pêk tîne.












