Ji bo Sedat işik (Alîşêr Feraşîn) ê HGPî li Taxa Yenî Mahalleyê mewlûd hat dayîn. Mewlûd bi girseyî hat ziyaretkirin.
Ji bo Sedat İşikê HPGî ku hatibû ragihandin li Herêma Zapê di 24ê Kanûna 2019an de jiyana xwe ji dest daye, li mala şînê ya mizgefta Hz. Omer ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê mewlûd hat dayîn. Sazî û partiyên siyasî bi girseyî serdana mewlûdê kirin. Endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li mewlûdê bûn.
Girseyê, heta mala şînê meşek li dar xist û di meşê de dirûşmeya “Şehîd Namirin” berz kir.


















