Namzetê Encûmena Siyasî ya Nîştimanî ya Sunniyan Heybet Helbûsî di dengdana li parlamentoyê de bû serokê nû yê Parlamentoya Iraqê.
Yekemîn civîna Dema Şeşemîn ya Parlamentoya Iraqê, piştî ku parlamenteran sonda yasayî xwarin, dengdana ji bo hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Iraqê hat kirin. Heybet Helbûsî di dengdana parlamentoyê de, ji 309 dengên parlamenterên di rûniştinê de amade 208 deng bidest xist û bû serokê nû yê parlamentoyê.
Her wiha di dengdanê de parlamenter Salim Îsa yê ji Lîsteya Serwerî tenê 66 deng, Emar Ebdulcebar yê ji Fraksiyona Faw-Zaxo 9 deng bidest xistin. 26 deng jî di dengdanê de şewitîn. Beriya dengdanê, Musenna Samerayî xwe ji pêşbirka hilbijartina serokê parlamentoyê vekişand.













